Sahîb Hebîb Hemereşîd Wehab Di sala 1972an de li nahiyeya Biyareyê ya ser bi parêzgeha Helebceyê hatiye dinyayê, niştecihê Biyareyê bûye û xwendekarê qonaxa navendî bûye. Sala 1986an bûye Pêşmerge di batalyona Fêroz Biyareyê ku ser bi Hêzên Hewramanê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. 

Sala 1987an li devera Hewramanê ketiye kemîna serbazî ya rejîma Beis û bi dijwarî birîndar bûye û şiyaye bi birîndarî xwe ji kemînê rizgar bike. Piştî wergirtina çareseriya birîna xwe, sala 1987an pileya fermandeyê fesîlî wergirtiye. 

Sala 1988an piştî rûbirûbûna serbazên rejîma Beis li nahiyeya Xurmalê, tevgeriyane û piştre ketine kemîna serbazên Beis û Sahîb Hebîb Hemereşîd Wehab şehîd bûne, serbazan cenazeyê wî birine bajarê Silêmaniyê û ji aliyê şaredariya Silêmaniyê ve li goristana Girê Seywan li Silêmaniyê spartine axê. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê