Samih Hebîb Heme Reşîd Weheb di sala 1972an de li nahiya Bîare ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye. Ji niştecîhên Bîare bû, xwendekarê qonaxa navîn bû û tevlî rêzên Pêşmergeyên tabûra Fîroze Bîare ya girêdayî hêzên Hewraman ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû.  

Di sala 1987an de li devera Hewraman ket nav kemîna leşkerên rejîma Baas, bi birînên giran birîndar bû û tevî birîndariya xwe ji kemînê re derket. Piştî ku di sala 1987an de dermankirin wergirt, pileya fermandarê fîlqeyê jê re hat dayîn.

Samih Hebîb Heme Reşîd Weheb di sala 1988an de piştî pevçûnên bi leşkerên rejîma Baas re li nahiya Xurmalê û ketina wî bi hevalên xwe re nav kemîna artêşa rejîmê, Şehîd bû. Leşkeran cenazeyê wî veguhast bajarê Silêmaniyê û ji aliyê şaredariya bajêr ve li goristana Gerdi Seywanê hat veşartin.

Çavkanî:

Arşîva desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.