Sala 1918an li gundê Babsîva yê ser bi nahiyeya Barzan a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, beriya çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewiciye, navê hevjîna wî Perîn Îsa Goran e, kurekî wan bi navê Mistefa Selîm (1944) hebûye ku di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona enfalkirina Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li komelgeha Qûştepe hatiye windakirin.
Selîm Reşîd li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya lîsansê di beşa çandiniyê de wergirtiye, li Yekîtiya Sovyetê bi jineke bi navê Zehra zewiciye, piştî vegera xwe bo Iraqê sala 1959an, wekî karmend li Rêveberiya Çandiniyê ya Silêmaniyê hatiye tayînkirin, paşê bo Rêveberiya Çandiniyê ya Barzan hatiye veguhestin.
Sala 1980an bo komelgeha Qûştepe hatiye veguhestin, paşê li Rêveberiya Çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin, zimanên kurdî, erebî û rûsî dizanîbû û di 28ê çiriya pêşîn a 2006an de koça dawî kiriye.
Rûpelên têkoşînêSala 1943an tevlî refên Şoreşa duyema Barzan bûye û beşdarî girtina navendên polîsan ên Şenkîl, Bêdarûn, Kanî Reş û Bilê bûye, di 2ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina navenda polîsan a Şander bûye û di 12ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina navenda polîsan a Xêrzok bûye, di 10ê çiriya paşîn a 1943an de beşdarî girtina navenda polîsan a Mizne bûye, di 8ê tebaxa 1945an de beşdarî girtina navenda polîsan a Mêrgesor bûye. Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana Dadgeha Serbazî ya Iraqê hemû mal û milkên wî yên veguhêz û neveguhêz hatine desteserkirin. Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî şikesta Şoreşa duyema Barzan derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye, di 31ê adara 1946an de tevlî hêzên Barzanî yên ser bi artêşa Komara Kurdistanê ya Demokratîk li Mehabadê bûye, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerewa yê li herêma Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bûye, di destê xwe de birîndar bûye.
Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê ya Demokratîk di 19ê adara 1947an de, beşdarî şerên Negede û Şino bûye, di nav wan Pêşmergeyan de bûye ku di 19/4/1947an de bi rêya (Xwakûrk û Deşta Brazgera) di ser axa Bakurê Kurdistanê re vegeriyane herêmên Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, Fermandey Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê Erkoşê civînek bi hevsengerên xwe re saz kiriye û ew li ser mayîn an çûna bo Yekîtiya Sovyetê serbest hiştine. Li wir hemû hevsengerên wî biryar dane ku berdewam bikin û berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê gulana 1947an de hevrêtiya Fermandey Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê kiriye, beşdarî şerên Qetûr û Pira Makû bûye. Piştî zehmetiyên mezin û westiyayîbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de derbasî çemê Aras bûye, ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.
Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên wî li Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ya bi têlên dirî dorpêçkirî ku leşkeran ew diparastin, hatine girtin, ji aliyê xwarin, cil û berg û hatûçûnê ve wekî dîlên şer bi wan re hatiye kirin, paşê bi biryara hikûmeta Sovyetê li herêmên Axdam, Laçîn, Eyûlax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatine belavkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo kampeke li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakû hatine veguhestin, di 23ê heman mehê de cilên leşkerî wergirtine, rojane heşt saetan bi çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê perwerdeya leşkerî dîtine, di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevsengerên xwe yên xwendewar ve dersên zimanê kurdî wergirtine.
Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov li hember hevsengerên wî, Barzanî biryar da ku komelgeha xwe ya leşkerî di 29ê tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê bo komelgeha Cerjûk a nêzîkî paytexta Ozbekistanê Taşkentê veguhezîne, li wir perwerdeya xwe ya leşkerî berdewam kirine.
Di adara 1949an de, ew û hevsengerên wî bi şêweyê komên biçûk bi trênê bo gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatine belavkirin û li zeviyên Kolxozan (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û paşê para hikûmetê jê didan) xebitîne.
Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê Fermandey Barzanî bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa azarên hevsengerên xwe kiribû, û tavilê biryar da ku komîsyonek bo lêkolîna rewşa hevsengerên Barzanî pêk bîne, biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku li bajarê Frîvskî bên komkirin, lewma di çiriya paşîn a 1951an de çûye bajarê Frîvskî yê Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê û vegera Fermandey Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de, efûyeke giştî Barzanî û hevsengerên wî li gorî madeyên (3 û 7) û xala (a) ya madeya (10) û kar bi madeya (11) li ser bingeha yasaya hejmar (19) a sererastkirî ya sala 1959an girtiye.
Komara Iraqê sala 1958an bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hatiye damezrandin, di 16ê nîsana 1959an de bi hevsengerên xwe re bi keştiya Krûzya bi rêya bendera Besrayê ya başûrê Komara Iraqê vegeriyane Kurdistanê.
Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şerên Meayid, Nehlê, Mela, Şander, Serî Bêrs û Darît Qerja yên di navbera Bilê û Rêzan de beşdar bûye, sala 1975an piştî şikesta Şoreşa Eylûlê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo başûrê Iraqê hatiye dûrxistin û li herêma Şafîe ya parêzgeha Dîwaniyeyê hatiye niştecîhkirin.
Çavkanî1. Hemîd Girdî, Xulaseya Rûpelên Dîrokî, Çapa Yekem, (Hewlêr - Mîkî Aras bo Çap û Weşanê).
2. Heyder Farûq Samerraî, Ziya Cefer û Rola wî ya Siyasetmedar û Aborî li Iraqê, (Londûn – Dar El-Hîkme - 2016).
3. Şeban Elî Şeban, Hin Zanîyari Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat – 2013).
4. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistan û Cîhanê, Çapa Yekem, Bergê Duyem, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê 2013).
5. Omer Farûqî, Serdar Dana Jiyan û Têkoşînên nemir Mela Mistefa Barzanî, Çapa Duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
6. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebû Bekir, Eşîra Barzan di navbera 1931 - 1991, Çapa Yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001).
7. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê bo Sovyetê, Çapa Yekem (Silêmanî - Çapxaneya Peywend-2011).
8. Kovara Hetaw hejmar 154, Sala Şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, În, 15ê nîsana 1959an.
9. Ji bîranînên Fermandey Şehîd Hesen Mîrxan Zazokî, 62 roj bi Barzanî re, Çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, Çapa Yekem (Hewlêr – Çapxaneya Rewşenbîriyê – 1997).
10. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd 1931-1958, (Duhok, Çapxaneya Xebat, 1998).
11. Necef Qulî Besiyan, Ji Mehabada xwînawî bo peravên Aras, W. Şewket Şêx Yezdîn, Çapa Yekem (Pîrmam - Yûbîla Zêrîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê 1996).
12. Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê


