Selah Mihemed Şerîf bi navê Selah Hacî Şerîf tê naskirin, sala 1955an li gundê Wilesimtê yê ser bi qezaya Seyîdsadiqê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, sala 1977an ji aliyê rejîma Beis ve bo komelgeha zorêmlî ya Şanêrê hatiye raguhastin, xêzandar bûye û navê hevjîna wî Meryem Fettah bûye û xwediyê du kur û du keçan bûye bi navên Ako, Şaho, Helîme, Çinûr.
Sala 1980yî li baregeha Hêzên Sûrênê ya ser bi Lîjneya Navçeyê ya Lqa Çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, ku di wê demê de Mela Umerê Banî Binok fermandeyê hêzê bûye.
Beşdarî di şerê Rezle û Parezan de di sala 1981ê, şerê Serbelxê di sala 1982an, şerê Ehmed Awa di sala 1987an, çalakiyên partîzanî yên Deşta Şarezûrê û binê çiyayê Sûrênê kiriye.
Sala 1988an Selah Mihemed û desteyek ji hevsengerên xwe li ser pira ava Rîşênê li Deşta Şarezûrê ketine kemîna caşên rejîma Beis û di encama rûbirûbûna ligel wan de Selah Mihemed û du hevsengerên wî bi navên Tofîq Rehîm û Celal Pêncwênî şehîd bûne.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




