Seîd Mehmûd Salih, nasnav (Seyidxan Dolemerî), sala 1951an li gundê Îsqeyl a ناحیەى Mezinê ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê Îranê bûye, sereta li Zêwe niştecih bûye piştre hatiye guhêztin bo navçeya Cehrim a parêzgeha Şîrazê û piştre çûye bajarê Tehranê. Sala 1981an vegeriyaye bo navçeya Merger a Rojhilatê Kurdistanê.
Sala 1963an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bi fermandeyiya Uzêr Mihemed Dolemerî û Umer Aẍayê Dolemerî pasewanê baregeha Barzanî bûye û beşdarî şeran bûye, sala 1974an di şerê Rewandiz û çiyayê Gorêz de birîndar bûye. Sala 1981an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û di çarçoveya rêxistina Rêbaz di hêza aware de, bi rêya mefreza gerrok beşdarî di çalakiyên serbazî yên dijî Artêşa Iraqê kiriye li navçeyên Mêrgesor, çiyayê Bradost, çiyayê Qelender, deşta Bezar û Geliyê Reş. Sala 1987an di şerê Xêrzok de birîndar bûye. Sala 1988an beşdarî şerê Xwakurkê bûye û birîndar bûye, sala 1988an piştî kîmyabaran û Enfalên Badînanê vegeriyaye bo Merger a Rojhilatê Kurdistanê.
Sala 1991an li gel hêza Barzan bi fermandeyiya doktor Seîd Ehmed Nadir vegeriyaye bo navçeya Soran. Di sala 1992an de di leşkerê taybet de bûye Pêşmerge, piştre hatiye guhêztin bo Artêşa Barzan.
Di roja 16ê Kanûna Yekem a 2010an, di Kongreya 13ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema xizmetên ku bi Kurd û Kurdistanê kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî midalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





