Sidiq Mihemedemîn Mihemed, nasnavê wî Sidiq Efendî ye, sala 1946an tevlî Partiya Dêmokrat a Kurd bûye, sala 1961ê tevlî refên Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê bûye, sala 1970yî ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya heştem) hatiye hilbijartin, di 13ê tebaxa 1981ê de bi destê Wirya Wista Wehab bi fermana Newşîrwan Mistefa Emîn sekreterê Komeleya Rencderên Kurdistanê li nava bajarê Silêmaniyê hatiye terorkirin.

Jînenîgarî

Sidiq Mihemedemîn Mihemed, nasnavê wî Sidiq Efendî ye, sala 1912an li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de awareyê welatê Îranê bûye û wek penaber li wî welatî jiyana xwe derbas kiriye, sala 1977an vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, di 13ê tebaxa 1981ê de bi destê Wirya Wista Wehab serdesteyê kujerên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û bi fermana Newşîrwan Mistefa Emîn sekreterê Komeleya Rencderên Kurdistanê li nava bajarê Silêmaniyê hatiye terorkirin. Şarezayê zimanên kurdî, erebî û farisî bûye.

Xebatname

Sala 1930yî çûye refên artêşa padîşahiya Îraqê û dawîpileya wî cîgirê efser (naîb zabit) bûye, sala 1940î ji endamên Partiya Hêviya Kurd li bajarê Silêmaniyê bûye, sala 1946an tevlî Partiya Dêmokrat a Kurd bûye, sala 1959an nûnerê kongreya çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq li bajarê Bexda bûye, sala 1959an berpirsê lijneya navçeya Ranyeyê ya ser bi lijneya lîqa çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq bûye, sala 1960î nûnerê kongreya pêncem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Bexda bûye, sala 1961ê tevlî refên Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê bûye û cîgirê kertê Şarbajêr bûye, sala 1961ê beşdarî di girtina binkeyên polîsên Çwarta li sînorê parêzgeha Silêmaniyê de kiriye, sala 1963yan cîgirê berpirsê lijneya navçeya Çwarta ya ser bi lijneya lîqa çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1964an nûnerê kongreya şeşem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarokê Qeladizê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê bûye, sala 1965an berpirsê komkirina xurek ji bo Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê li parêzgeha Silêmaniyê bûye, sala 1966an hatiye kirin kargêrê lijneya lîqa çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di nîveka sala 1966an de ji aliyê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve wek endamê lijneya amadekar a kongreya heftem hatiye destnîşankirin, sala 1966an cîgirê berpirsê lijneya lîqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 Sala 1966an nûnerê kongreya heftem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li şaredêya Gelale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye, sala 1966an cîgirê fermandarê Hêza Balek ya ser bi leşkerê du bûye, sala 1967an fermandarê Hêza Balek ya ser bi leşkerê du bûye, sala 1968an ji bo cara duyem hatiye kirin kargêrê lijneya lîqa çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1970yî ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya heştem) hatiye hilbijartin.

Sala 1970yî hatiye kirin berpirsê lijneya lîqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, roja sêşemê 1ê hezîrana 1971ê wek nûnerê lijneya lîqa sê pêşwazî li şandeke Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Bulgaristanê kiriye û di heman rojê de heta bajarê Hewlêrê hevaltiya wan kiriye, sala 1974an ji bo cara duyem tevlî refên Şoreşa Eylûlê bûye, sala 1974an wek berpirsê lijneya rêkxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşankirin, salên (1974-1975) ji aliyê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve wek berpirsê lijneya serperiştiya penaberên Başûrê Kurdistanê li Şahnişîna Îranê hatiye destnîşankirin.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hebîb Mihemed Kerîm, Kerkûk û Şoreşa Eylûlê ya Rûmetdar, Kovara Golan a Erebî, Navenda Golan a Çandî, Hejmar 70, Sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 31ê adara 2002an, r. 39.
  3. Krîs Koçera, Bizava Neteweyî ya Kurd, wergera Îbrahîm Yûnisî, çapa duyem, (Tehran - Weqfa Weşanên Nîgah - 1377 h. ş), r. 384.
  4. Ebdurehman Şerefkendî, Çêştî Mêjû, (Parîs - 1997z), r. 494.
  5. Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq (di qonaxên sereke de) 1946 - 1993, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998m), r. 117.
  6. Zanyar Serdar Qirgeyî, Şehîdê serkirde Sidiq Efendî, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 5091, Hewlêr, yekşem, 14ê tebaxa 2016an, r. 7.
  7. Serdana şandeya Bulgarî ya dost bo Kurdistanê, Rojnameya Teaxî, hejmar 755, Bexda, Çapxaneya Dara El-Cahiz, çarşem, 9ê hezîrana 1971an, r. 5.
  8. Serdana şandeya Bulgarî ya dost bo Kurdistanê, vegeriya Bexdayê, Rojnameya Teaxî, hejmar 753, Bexda, Çapxaneya Dara El-Cahiz, duşem, 7ê hezîrana 1971an, r. 5.
  9. Elî Sincarî, Rastiya rêçika şoreşa 11ê Eylûla 1961ê, (Duhok - Çapxaneya Xanî - 2013m), r. 292.
  10. Elî Kemal Berzî, Kesayetiyên navdarên kurd di sedsala bîstem de, berga yekem, (Hewlêr - Projeya Berzî - Çapxaneya Zanîngehê - 1999z), r. 129.
  11. Osman Sengeserî, beşek ji jiyana serkirdeyên nemirên Kurdistanê, (bê cih - Çapxaneya Sîma - 2014z), r. 70.
  12. Lîqa 3 ya partiya me her tim Pêşmergeyê kurd e û xemxurê gelê Îraqê yê delal e, Rojnameya Birayetî, hejmar 1, sêşem, 8ê kanûna duyem a 1974an, r. 2.
  13. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizava Rizgariya Kurd, berga sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002m), r. 253.
  1.  Necmedîn Yûsifî, Şoreşa Eylûlê ya Rûmetdar, (Duhok - Lîqa Yek a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekbûyî - Çapxaneya Koleja Şerîetê - 1995m), r. 33.
  1. Heval Kwêstanî, Ew rojên nîştiman yê hemûyan bû, (Silêmanî - Çapxaneya Karo - 2017z), r. 302 - 303.
  2. Ragihandina lîqa çar, şehîd Sîdîq Emîn nasnavê wî Sîdîq Efendî, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 1719, yekşem, 15ê tebaxa 1993an, r. 4.