Jînenîgarî

Sala 1920an li gundê Şanedera ser bi nahiyeya Goretû li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, di 15ê sibata 1954an de li Zanîngeha Taşkendê hatiye wergirtin û di 29ê adara 1959an de karîbûye bawernameya dîplomê werbigire, sala 1959an bûye mamoste li Zanîngeha Bexdayê û li Koleja Eskerî li Bexdayê derman didan efserên Îraqê.

Xebatname

Silêman Şawelî, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan a bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûkê ya nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) ya di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêbûrdana giştî. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

 Beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di 13ê tîrmeha 1963an de di şerê Berdînê de şehîd bûye û termê wî li meydanê şer maye.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  3. Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  4. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).

  5. Di bîranînên fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).

  6. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd Lîn-Neşr - 1979m).

  7. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarixwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  8. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarixwazî Kurd 1961 - 1975, bergê sêyem, beşê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  9. Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe Heta Lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).