Umer Şêxo Ebdulrehman, sala 1927 li gundê Seftê yê nahyeya Bilê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1983 ji aliyê rejîma Beis ve li komelgeha zorêmlê ya Quştepeyê ya nêzîkî bajarê Hewlêrê hatiye enfalkirin.
XebatnameDi 22ê gulanê 1947ê de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîranê 1947ê de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîranê 1947ê de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn 1947ê de hatine veguhastin bo serbazgeheke li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxê 1948ê de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949ê de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Sala 1958ê Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsanê 1959ê de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyane Kurdistanê.
Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û beşdarî şerên wê bûye, sala 1983 enfal kiriye.
Çavkanî:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerde- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Umer Farûqî, Serdar Dana Jîyan û Mubarizat Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerde- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga Cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavokên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).
9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmehê 1958ê li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd lil-Neşr- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîfa Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





