Sala 1930an li gundê Rêzanê yê ser bi nahiyeya Goretû li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî ligel Zulfiye Şamlûne Tofîq pêk aniye, keçek wan hebû bi navê Leyla Xalid ku sala 1959an ji dayik bûye. Xalid Elî Ehmed piştî ku ji Yekîtiya Sovyetê vedigere dîtina her du çavên xwe ji dest daye, piştî neskoya şoreşa Îlonê di 11ê çiriya paşîn a 1975an de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bo başûrê Îraqê hatiye raguhastin û li nahiyeya Nefer Reqem yek ser bi qezaya Efcê li parêzgeha Dîwaniyeyê niştecih bûye, sala 1980an bo komelgeha Quştepeyê hatiye veguhastin, şarezayî di her sê zimanên Kurdî, Erebî û Rûsî de hebûye, sala 1982an li komelgeha Quştepeyê koça dawî kiriye.
XebatnameDi 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî neskoya şoreşa duyem a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Mistefa Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê ligel hevalên xwe dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya serbazî dîtine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Mistefa Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Mistefa Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Çavkanî :
-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





