Xanemîr Mistefa Umer Baweyî, sala 1932 li gundê Bawe ya qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1945 ligel xanedana xwe awareyî welatê Îranê bûye, sala 1947 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, maweyek li sîmê Diyana hatine ragirtin, paşê vegeriyaye gundê Şêx Sîda li qezaya Mêrgesor.
Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li aliyê Hemedemîn Mîrxan Mêrgesorî bûye Pêşmerge û beşdarî şerê Zawîteyê kiriye, sala 1962 di şerê çiyayê Gorêzê de birîndar bûye, sala 1963 beşdarî şerê Berdê Spîngê kiriye, heman sal hatiye devera Balekayetî û beşdarî şerê Berzêwe û Diyana kiriye dijî leşkerkêşiya Artêşa Iraqê bo devera Balekayetî. Sala 1969 bûye pasewanê Îdrîs Barzanî.
Sala 1976 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û maweya şeş mehan hatiye ve bo navçeya Ketîne, sala 1991 ligel Nêçîrvan Barzanî vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û beşdarî raperîna bajarê Silêmaniyê û deverên wê parêzgehê kiriye. Sala 1992 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û beşdarî şerên bergirî kirina li serweriya yasayê kiriye, sala 1998 li devera Balîsanê birîndar bûye.
Di 16ê kanûna pêşîn a 2010an de, di Kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi sedema xizmetên xwe yên ku bi Kurd û Kurdistanê kirine, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî midalyaya Barzanî yê nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





