Sala 1983an çalakîyên partîzanî yên şoreşê li dijî rejîma Be's bi awayê êrîşkirina ser rebayan û bingehên serbazî û danîna kemînan û gelek şêwazên din bi berfirehî li navçeyên cuda yên Kurdistanê berdewam bûn, bi sedema wê zirarên mezin digihandin hêzên hikûmetê (Barzanî, 2021, 93), yek ji wan çalakîyên ku Hêzên Pêşmerge li dijî hêzên serbazî yên rejîma Be's encam dan, êrîşkirina ser rêya Gelîyê Sîtkan bû ji bo encamdana çalakîyeke Pêşmergeyî û gihandina zirarê bi Artêşa Iraqê, herwiha têkdana xewê di çavên hêzên wan de û bi guhê wan de xistin ku şoreş li tevahiya bajar û gund û çiyayên bilind berdewam e heger serbazrêj jî bên kirin, Pêşmerge di çalakîyên xwe yên partîzanî de namîne û li her ku derê navenda desthilata hikûmetê be digihêje wê û derbeya xwe lê diweşîne.

       Ji bo gotûbêj û axaftin li ser çawanîya encamdana wê çalakîya Pêşmergeyî ya Gelîyê Sîtkan, me karî yek ji wan Pêşmergeyên beşdarbûyî yên çalakîyê bibînin û bînin ser axaftinê li ser çawanîya destpêkirina şer û encamên wê, bi navê (Nebî Xan Ezîz Umer), ku bi hûrgilî ji me re vegot û got: Em hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê ku hejmara me 14 Pêşmerge bûn bi fermandeyîya Enwerê Seîd Axa Nawendeyî, di bihara 1983an de ji bo encamdana çalakîyeke partîzanî di gerokekê de bûyn li derdora bajarokê Dîyana, lê ewê mebesta me bû di encamdanê de ji me re nehat rêk û pêk, lewma neçar bûyn vegerîyayn, li gundê Pîruswan ji bo serdanîkirina rêxistinên nihênî ji bo demek kurt me lenger girt, li wir zanyarîyek gihîşt me ku sibeha wê serbazgeha serîya Xaromer ku ketiye ser palekî ser bilindahîya Çiyayê Zozikê cihguhêzî tê kirin, em jî me ew wek derfeteke guncaw dît ku di dema encamdana cihguhêzîyê de derfetê biqozîn û êrîşî wan bikin.

      Navbirî di berdewamîya vegotina xwe de got: Em bi şev gihîştin qedpalê Çiyayê Rûtik ku cîhek e bi navê Serberd çend holên ajeldarên gundê Pîruswanê lê hebûn, cihê xwe ketiye hemberî Çiyayê Zozikê ku baregeha serbazgeha serîya pir baş jê tê dîtin, wê şevê me li wî cihî roj kir, bi dûrbîn çavdêrîya wê demê me dikir heta hêza nû ya serbazan tên cihguhêzîya hêza kevn dikin, her ji sibeha wê ve hêza Pêşmerge di çavdêrî û çaverêyîyê de bû heta piştî esrê, êdî her ewê me berçav ket ku liv û tevgera guhertinê di serbazgehê de hat dîtin, êdî dema wê jî hat ku Pêşmergeyên me jî dest bi liv û tevgerê bikin, du ji Pêşmergeyên me ku çekên (BKS)yan pê bûn li cîhekî cîgir kirin hemberî gelîyê ku çalakîya xwe lê encam da ji bo piştgirî û parastina hêza Pêşmerge ya êrîşber di dema şer û teqekirina li rebayên derdorê wek hêza piştgirîyê, çimkî bilindahîyên Sertîz û Rûtik li derdora Gelîyê Sîtkan hemû rebay û serbazgeha artêşê bûn, Pêşmergeyan bi qedê çiyayê de bi demek pir kurt di bista Çiyayê Rûtik di nav daristan û daristanên çir de bi dehan kîlometre birîn heta gihîştin ser Gelîyê Sîtkan, ku rêya hatûçûya serbazî bû nêzîkî kîlometreyekê dûr e ji baregeha serîya serbazî ya artêşê, di navbera her du gundên Sîtkan û Pîruswan de hatiye avakirin.

       Navbirî got: Her ku em gihîştin ser gelî me dît hejmareke zêde ya serbazan bi pîyadê bi rê de dihatin ji bo wî cihê ku em lê hatibûn damezrandin, ji bo parastin û selametîya rêya hatûçûya serbazî rêya vegerîya hêzên din, şeş serbazên wan her pir nêzîk bûn li gelî, heger Pêşmergeyan çend deqîqeyên din paş ketibûna ew zûtir digihîştin û me nedikarî çalakîyê encam bidin, lê gava gihîştin du du sê sê dabeş bûyn bi dûrî (2-3)m ji hev, yekser her yekê di cihê xwe de serbazên me dan ber destrêja guleyan bi çekên sivik ên ku pê me bûn, di demek kurt a şer de tevahiya wan serbazên ku di rê de bûn li ber çavên Pêşmergeyan ber ketin û ketin ser erdê, navbirî amaje bi wê kir ku serbazgeh û rebayên derdorê bi agah hatin ji wê ku hêza Pêşmerge êrîşî wan kiriye, bi doşka û hawen cihê şer û aqarê navçeyê agir baran kirin, Pêşmergeyan jî ji bo demek kurt çavdêrîya rewşê kirin paşê bi rêya xwe de di bilindahîyê de şor bûn û vegerîyan bêyî ku ti zirarên wan bigihêje.                 

     Derbarê bertekên Artêşa Iraqê piştî êrîşa Pêşmerge yek ji niştecihên gundê Pîruswan bi navê Celal Silêman Şwan ku xwe ser bi rêxistina nihênî ya şoreşê bû ji me re vegot û got: Piştî wê ku hêza Pêşmerge çalakîya xwe encam da serê êvarê bû demek kêm mabû ji bo nimêja şêvan, rebayên Xaromer û Zozik û Sertîz bi doşka û hawen aqarê gundê Pîruswanê topbaran kirin, hemû wanên ku ajeldar û xwedan pez û malat bûn ajelên xwe daxistin hol û malatên xwe vegerandin gund, çimkî şevê jî topbaran her berdewam bû bi wê pîvanê ku rêya vegerîya Pêşmerge bû, piştî wê ku Pêşmerge li wî cihî çalakî lê encam da, hikûmetê xaleke çavdêrîya serbazî ya rojane li ser gelî cîgir kir paşê kirin rebaya çekdarên kirêgirtî, ji bilî wê tevahiya gelî û derdora rebayê wan mînrêj kirin ji bo ku rêya ji metirsîya êrîşeke din a Pêşmerge parastî be.  

Çavkanî:

1-Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşê duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.

2-Dîmane, Nebî Xan Ezîz Umer, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê, beşdarbûyê şer, niştecihê Soran. 24ê Adara 2026an. 

3-Dîmane, Celal Silêman Şwan, xelkê gundê Pîruswan, niştecihê Soran. 23ê Adara 2026an.