Şerê Zembîlfiroş yek ji rûbirûbûnên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gel artêşa rejîma Be's e. Di 22ê Adara 1980an de li devera Batûfa, hêzeke Pêşmerge li ser rêyeke serekî kemînek ji bo hêzeke leşkerî ya Artêşa Iraqê danî, di encamê de hêza artêşê ketin nava kemînê û ziyaneke zêde gihîşt wan. Di vê demê de hêzeke din a ser bi lîwaya Batûfayê ya Artêşa Iraqê ji bo piştevanî û hevkariya hêza têkşikestî gihîştin cihê bûyerê, bi gihîştina wan şer û pevçûneke dijwar di navbera hêza Pêşmerge û serbazên artêşê de rû da ku çend demjimêran dirêj kir. Di encamê de hêza Pêşmerge hêzên Artêşa Iraqê têk birin û neçar kirin ku bi ziyaneke zêde ya canî û madî ve ber bi cihên xwe yên berê ve paşekşe bikin.      

      Piştî nesko ya Şoreşa Îlonê ya sala 1975an, rejîma Be's hemû şiyan û hewla xwe xiste ger ji bo rêgirtin li dubare serhildana şoreşa Kurd û sînor-darkirina çalakiyên Pêşmerge, ji bo wê mebestê çendîn hêzên çekdar ên kirêgirtî ji wan Kurdên ku hevdar û xelek li guhên xwe bûn wekî mefrezeyên taybet (mufrezat xasa) damezrand, tevî wê jî piştî hilgirsana şerê di navbera Îraq û Îranê de di Îlona 1980an de çendîn fewcên xefîfe pêk anîn ku bi riya wan bi hezaran Kurd hatin çekdarkirin, li gel wê jî seranserê Kurdistanê bi hêza zexm a leşkerî ji fîrqe û lîwa û fewcan, bi piştgiriya çekên giran û tank û top û firokeyên şerî dorpêç kiribû.[1].     

       Derbarê şoreşê jî piştî girêdana kongreya nehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê di Çiriya Paşîn a 1979an de li Rojhilatê Kurdistanê [2], di bin ronahiya biryarên kongreyê de, amadekarî hat kirin ji bo şandineweya Hêzên Pêşmerge di şêweyê deste û mefrezeyên taybet de bo Kurdistanê, bi mebesta peywendîkirin bi hevdarên şoreşê û destpêkirin bi karê rêkxistinî yê nav bajaran û encamdana çalakiyên Pêşmergeyane.[3]. 

     Ew bû di 22ê Adara 1980an de hêzek ku nêzîkî (55) Pêşmerge bûn bi fermandariya Elî Qadir û Osman Qasim û Se'do Korkî û Umer Elî ku dabeşî ser çar desteyan bûbûn, di demekê de ku mijûlî kar û erka Pêşmergatiyê bûn li Batûfaya devera Badînan, zanyarî gihîştinê ku Sedam Huseyn serokê wê demê yê rejîma Îraqê serdana navçeyê dike, diyar e ew jî ji bo wê hêza Pêşmerge derfeteke guncaw bû ku di wê kêliyê de çalakiyekê encam bidin, ji bo wê mebestê sibeha zû li ser yek ji rêyên serekî yên navçeyê kemînek danîn, demjimêr 30 : 11 xulek (4) otomobîlên leşkerî ji cureyê Îva derketin û ketin kemîna Pêşmerge, li gel destpêka gulebarana yekem a Pêşmerge her çar otomobîlên leşkerî têk çûn û kuştar û birîndariyeke zêde ya serbazên rejîma Îraqê jê ket.[4].  

      Di vê demê de hêzeke leşkerî ya ser bi lîwaya Batûfayê ya Artêşa Iraqê ji beşa rojhilatê navçeyê ve bi mebesta hevkariya hêza têkşikestî gihîştin cihê rûbirûbûnê, herwiha hêzeke din a leşkerî ya ser bi fewca Deşta Çiyê û hêzeke ser bi fewca Avgeniyê û Hêza Bedir ku ser bi fîrqeya Zaxo bû ber bi meydana şer ve hatin. Di encamê de di navbera hêzên hikûmetê û hêza Pêşmerge de şerekî dijwar rû da û heta tarîbûna şevê dirêj kir, paşê hêzên hikûmetê şikestin xwarin û ber bi yekîneyên xwe yên leşkerî ve paşekşe kirin. Piştî şikestina hêzên Artêşa Iraqê, hêza Pêşmerge cihê bûyerê bicîh hiştin û ber bi gundê Bêxebarê û paşê ber bi gundên Blîcanê û Korkê û Hêşara û Berê Brîsk çûn û bi roj xwe vedişartin û bi şev bi rê diketin heta gihîştin baregeha lîqa 1.

     Di wî şerî de Artêşa rejîma Îraqê ziyaneke canî ya zêde gihîştê ku pêk hatibû ji kuştin û birîndarbûna nêzîkî (120) serbaz û pilederan. Di vê dastanê de du Pêşmerge bi navên Salih Xîlafteyî û Huseyn Me'ruf Şehîd bûn ku termên wan ketin destê hêzên leşkerî yên rejîmê, herwiha du Pêşmerge jî birîndar bûn û welatiyekî sivîl ê xelkê deverê bi navê Ehmed Yehya Teyib Şehîd bû().    

Çavkanî:

1- Mihemed Murad: Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989)an de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.      

2- Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.

 

[1] Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l 9-10.

[2] Desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê: Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Kongre û konfrans (bername û peyrewê navxweyî), berga yekem, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, 2021, l 369. 

[3] Hacî Mîrxan Dolemerî: Geran bi dû dadperweriyê de, berga duyem, çapa duyem, Kurdistan – 2021, l 252.

[4] Mihemed Murad: Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989)an de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007, l 118.