Ew şer çalakiyeke din a hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê Lijneya Navçeya Duhokê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Di wî şerî de 25 Pêşmerge di şeva 19 li ser 20ê Nîsana 1983 li ser rêya Bagêra–Swaretoka kemîneke wan ji bo hêzên Artêşa Iraqê danîbûn, ew şev heta rojhilat di bin qentera cadeyê de xwe veşartin di çaverêya hatina otomobîla leşkerî heta saet 11:15 xulekên berî nîvro, di nava xwe de otomobîlek ji cureyê Îva ku komek serbaz tê de bûn bi rê de hat û ket kemîna Pêşmerge, her ku otomobîl nêzîkî wan bû, tevahiya Pêşmergeyên di nava qenterê de hatin ser cadeyê û gulebaran kirin û têk birin, piştre Pêşmergeyan dest girt bi ser laşê kuştiyan û çekên wan. Her çend hêzeke Lîwaya Duhokê ya Artêşa Iraqê rûbirûyî wan bûn, lê Pêşmergeyan paşekişe kirin û meydanê şerê xwe bi cih hêlan.
Hêzeke Pêşmergeyên ser bi Lijneya Navçeya Duhokê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi fermandariya Mihemed Murad ji bo encamdana çalakî û lêdana hêzên rêjîma Beis di şeva 18ê Nîsana 1984 derketineke wan destpê kir, destpêkê çûn gundê Teyê li nêzîkî Bagêra, ji bo komkirina zanyariyan û pişkinîna navçeyê bi mebesta diyarkirina cihekî şayeste ji bo ku derbeyekê li hêzên leşkerî yên rêjîma Beis bixin, heta hêz û bazûyên Pêşmerge nîşanî hêzên hikûmetê bidin û nehêlin ew hêz berdewam di asûdeyî û aramiyê de bin, piştî ger û pişkinîna navçeyê rêya (Bagêra–Swaretoka) hember gundê Sarkê wekî guncawtirîn cih hat destnîşankirin ku kemînê lê deynin û çalakiyeke Pêşmergeyî lê encam bidin, piştî diyarkirina cihê vegeriyan ji bo ku tevahiya hêzê li ser çawaniya cih û dema destpêkirina çalakiyê gotûbêj bikin. Helbet ew şêwaza encamdana çalakiyê, aliyeke din a şer û rûbirûbûnên Hêzên Pêşmerge bû hember hêzên Artêşa Iraqê, heta radeyeke berçav jî serkeftin tê de bi dest hatiye û ziyaneke mezin bi hêzên hikûmetê gihandiye.
Şeva 19 li ser 20ê Nîsana 1983 hêza Pêşmerge ber bi cihê destnîşankirî ketin rê û çûn gundê Sarkê, li wî gundî bêhnvedanekê dan heta saet 3ê şevê, piştre dest bi tevgerê kirin, hêzek ku ji 15 Pêşmerge pêk hatibû di bin serpereştiya Mihemed Murad çûn ser cadeyê û xwe di nava qentera bin cadeyê de veşartin, hêzeke din jî ku ji 10 Pêşmerge pêk hatibû bi çekên Dûşke û Bîksî di destê wan de bûn di bin serpereştiya Corc Îshaq çûn ser bilindahiyeke nêzîkî cihê, ji bo berpirçdana rebayên derdorê di dema destpêkirina şer, herwiha parêzgariya hêza yekem bin di wan hêzan de eger ji Bagêra û Swaretoka êrîş bikin ser wan.
Ew şev heta rojhilat di cihê kemînê de xwe veşartin di çaverêya hatina otomobîla leşkerî da, ti derfetek ji bo wan çênebû heta saet 15 :11 xulekên berî nîvro, di demekê de ku ji aliyê yek ji Pêşmergeyan agahdar kirin ku li serê kemînê di nava daran de xwe veşartibû û dinêrî cadeyê ji bo ku di hatina otomobîla leşkerî agahdarî wan bike, ligel bihîstina dengê Pêşmerge (wê otomobîla leşkerî hat), tevahiya Pêşmergeyên di nava qenterê de hatin ser cadeyê û gulebaran kirin, yek ji Pêşmergeyan narincokek avêt nava otomobîlê û têk şikest, piştre Pêşmergeyan dest girt bi ser de û tevahiya serbazên di nava otomobîlê de hatin kuştin û dest girtin bi ser çekên wan de ku 12 parçe çek bûn, ligel bi qasî zêde kelûpelên leşkerî.
Piştî ku hikûmetê pê zanî otomobîleke leşkerî ketiye kemîna Pêşmerge, hêzeke mezin a leşkerî ser bi Lîwaya Duhokê li hemû aliyan rûbirûyî Hêzên Pêşmerge bûn, lê Hêzên Pêşmerge ewê mebesta wan bû nexşe ji bo kişandibûn ku encamdana kemînê bû bi cih anîn, lewra biryar dan paşekişe bikin, heman demê ligel paşekişeyê nav bi nav berpirçdana Artêşa Iraqê didan, tevahiya hêza Pêşmerge bi hev gihîştin û hewla dûrketinê dan, Artêşa Iraqê jî li dû wan bû her di wê rûbirûbûnê de Pêşmergeyek birîndar bû, ji bilî wî Pêşmergeyî ziyaneke din nebûn û ji bo şevê Hêzên Pêşmerge gihîştin gundê Stû Kurkuxirabya, piştre hikûmetê ew roj heta şevê topbaran gundên kir, di encama wê topbaranê de hinek welatî birîndar bûn ligel şewitandina rez û bax û bostanên gundnişînan. Ew di demekê de bû ku hêzên leşkerî yên hikûmetê tûşî şikestê dibûn li hember Hêzên Pêşmerge da û ji bo tijîkirina şikestê û revandina metirsiyê li ser hêzên xwe, penah dibirin ber bordûman û topbarana wan cihan ku di bin tevgera Pêşmerge û desthilat û şoreşê de bûn.
Çavkanî:1- Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176- 1989) da, (çapxaneya Kurdistanê- Zaxo- 2007).
2- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (çapxaneya Roksana- Hewlêr- 2021).





