Di dawiya heftêyên sedsala borî de, bizava rizgarîxwaz a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê qonaxeke nû ya xebata çekdarî û rêxistina nihênî dest pê kiribû. Sala 1979 wek saleke werçerxan di dîroka Şoreşa Gulanê de tê hejmartin, çalakiyên şoreşê bi awayekî ber bi firehbûnê ve çûbûn ku piraniya navçeyên Başûrê Kurdistanê girtibû, plana şoreşê di wan êrîş û pelamarên ji nişka ve bo ser dam û dezgehên serbazî û sîxuriyên rejîma Beis de armanca stratejîk li pişt bû, helbet diyarترین armanc hişyarkirina rejîma Îraqê bû li ser dûbare serhildana şoreşê û nîşandana hêz û şiyana Pêşmerge û tirsandina hêzên hikûmetê bi wê yekê ku hêza Pêşmerge her dem û li her cihekî be destê wî digihîje ku derbeyên kemberşikên li wan hêzan bide.

Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bi şêweyê deste û tîmên taybet ji Rojhilatê Kurdistanê ve pey bi pey ber bi Başûrê Kurdistanê ve sînor derbas dikirin û xwe di kûrahiya navçeyên bin desthilata hikûmetê de vedişartin, plana tekûz a çalakiyên partîzaniyê dadirêjtan û ji nişka ve pelamara hêzên hikûmetê didan, hêzek ku ji neh Pêşmergeyan pêk hatibû bi fermandeyiya doktor Ebdulrehman Zirarî di zivistana 1979 de xwe gihandin navçeya Dolameryan, li gundên Dêranê û Kewnegund û Kunemarê man, bo danîna planekê û encamdana çalakiyeke partîzanî li nahiyeya Diyana, piştî ku sê rojan li gundê Dêranê man, jineke wan raspard ku serdana bajarokê Diyana bike bo zanîna rewşa serbazî û asayişa navçeyê, piştî ku jinê serdana bajarokê navborî kir û erka xwe bi cih anî, vegeriya û rewşa navçeyê ji bo Pêşmergeyan şirove kir, hêza Pêşmergeyê dest bi cih xwe amade kirin û di rêya gundê Kunemarê ve xwe gihandin bazgeha Dêlziyan ku çend kîlometreyan ji Diyana dûr e, paşê bi çavsariya kesekî ji rêxistinên nihênî bi navê (Hacî Fettah Beg) Dêlzî.

Hêza Pêşmergeyê destpêkê dema gihîştin bajarokê, rû li cihekî kirin bi navê Goristana Mesîhiyan bi wê pîvanê ku cihekî guncaw bû bo xwe veşartinê, paşê gelek bi hişyarî xwe xistin yek ji taxên bajarokê bi navê Kone Diyana, bo dema nîv saetê li wê navê sekinîn û behsa çawaniya bi cih anîna plana çalakiyê kirin, cihê encamdana çalakiyê pêk hatibû ji êrîşkirina ser mala xiyanetkarekî bi kirêgirtiyê hikûmetê, lê di rê de bazgeheke serbazî ya hêzên hikûmetê hatibû danîn li Kendê Diyana, dema ku hêza Pêşmergeyê dest bi tevgerê kirin bi arasteya cihê çalakiyê û bûn du qol, qolekê wan bi serê cadeyê û qola din jî bi xwarê cadeyê rê girtin, her ku nêzîk bûn hêza hikûmetê dest bi teqekirinê kirin û Pêşmergeyan jî bersiva wan dan, şer germ bû û bo demekê dirêj kişand, paşê du tank bi arasteya şer hatin û wan jî dest bi şer kirin, lê Pêşmergeyan zanîn ku manewaya wan bo demekê dirêj li wê cihê encamên baş nabe ji ber ku hikûmet bi hêza zêdetir ve rûbirûyê wan dibe, lewma biryar dan ku cihê xwe bihêlin, li gorî zanyariyên ku rojên dûv re destê Pêşmergeyê ket, hêza hikûmetê kuştî û birîndarên wan hebûn ku di nav wan de efserên pilebilind jî hebûn, lê nehat zanîn hejmara wan çend e, hêza Pêşmergeyê jî yek ji wan Şehîd bû û termê wî ket destê hikûmetê.

Ev çalakî, her çend bi şehîdbûna Pêşmergeyekî bi dawî hat, lê tirs û dilgiraniyek mezin xiste dilê dam û dezgehên Beis li navçeya Soran û Diyana, û careke din piştrast kir ku Diyana û navçeyên din ên Kurdistanê qet bo dagîrker nabin cihekî aram.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaz a Kurd, berga çarem, 19975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (Çapxaneya Roksana- 2021).

2- Sefer Yûsif Mîrhac Jajokî, Şehîd doktor Ebdulrehman Zirarî (berhevokek ji jiyan û pêşmergatiyê), (Çapxaneya Danişfer- Hewlêr- 2022).