Di zencîre şerên Şoreşa Eylûlê di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê digel artêşa Îraqê, di 25ê hezîrana sala 1965ê li devera Çwarta û çiyayê Ezmerê ku ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye şerekî mezin di navbera artêşa Îraqê û Hêzên Pêşmerge de rû da, Çwarta navenda qezayeka girîng û stratejîk bû ji bo Hêzên Pêşmerge.
AmadekarîArtêş bi mebesta girtina navçeyê û şopandina Hêzên Pêşmerge bû, di 25ê hezîrana sala 1965ê bi beşdariya lîwaya pênc û lîwaya bîst, di derfeteka ku Hêzên Pêşmerge çaverêyî êrîşeka wisa nedikir, êrîş kirin ser çiyayê Ezmerê, şer gelek dijwar û xwînî bû, maweya yek rojê xeyand, artêşa Îraqê karî şikestê bi Hêzên Pêşmerge bîne û temamiya çiyayê Ezmerê û devera Çwarta dagîr bike.
Ew serkeftina artêşa Îraqê encama bergirî nekirina Hêzên Pêşmerge bû li navçeyê, bi berawird di şerê cihên din Hêzên Pêşmerge bergiriyeka wisa nekir, ew serkeftina artêşa Îraqê bandoreka mezin kir ser datenîna vîna xelkê bi giştî û Pêşmerge bi taybetî, di heman demê de artêşa Îraqê tûşî xwe-bilindbûnê bû bi wê serkeftina ku di wî şerî de bi dest xist.
Çavkanî:- Arşîvî desteya însklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





