Pirtûka dengî
Kurdistana Îraqê, wek qewareyeke neteweyî lêkolînek li ser Şoreşa Eylûlê (1961-1969)
Ev pirtûk lêkolînek e di sala 1970yî de li ser Şoreşa Eylûlê sala (1961-1969) bi zimanê fransî hatiye nivîsandin, hatiye wergerandin ser zimanê Kurdî û ji du pêşekî û neh beş û paşkan pêk hatiye. Beşa yekem behsa daneyên dîrokî û erdnîgariyên girêdayî pirsa neteweyî ya Kurdistana Îraqê dike wek ax û nişteciyan, nêrîn û bala ji bo rastiyên dîrokî, pirsa wilayeta Mûsilê yan çarenivîsa Başûrê Kurdistanê û barûdoxa piştî sala 1925an. Beşa duyem a vê pirtûkê li ser Ebdulkerîm Qasim û Kurd yan sedemên rasterast ên rêkeftin û şeran e. Beşa sêyem behsa Şoreşa Eylûlê û pêkhatiyên wê dike. Beşa çarem behsa rûxana rejîma Qasim û helwesta artêşê, helwesta çîna burjuwaziya neteweperest a ereb û burjuwaziya demokrat a ereb, helwesta Partiya Komunîst a Îraqê dike. Beşa pêncem taybet e bi gotûbêj û danûstandinên di navbera nûnerên Kurd û desthilatdarên hikûmetên Îraqê û dîtin û nêrîna Kurd ji bo otonomiyê....

Niha
Beşa yekem
Deng tê barkirin...
Lez

