Vîdyo
Şoreşa Barzan a duyem beşa yekem
Di vê rêze fîlmên dokumentarî de, bi kurtî behsa bûyerên piştî vegera Mistefa Barzanî di sala 1942an de ji bajarê Silêmaniyê bo herêma Barzan, û hewlên ji bo gihîştina bi rêkeftinekê ligel hikûmetê û destpêkirina Şoreşa Barzan a duyem tê kirin. Ji girîngtirîn mijarên vê beşê rêze fîlmên dokumentarî yên şoreşên Barzan: amadekarî û vegera Serok Mistefa Barzanî ji bajarê Silêmaniyê bo Rojhilatê Kurdistanê û piştre bo herêma Barzan. Hewlên Mistefa Barzanî ji bo gihîştina bi rêkeftinekê ligel hikûmetê. Serdana Mistefa Barzanî bo deverên cuda yên Kurdistanê û peywendîgirtin ligel rêxistinên siyasî li beşên din ên Kurdistanê. Amadekariyên hikûmetê ji bo dagîrkirina herêma Barzan. Destpêkirina şer û destgirtina li ser navendên polîsên hikûmetê. dorpêçkirina kampa Mêrgesorê. Şerê navdar ê Mezinê.







