Vîdyo
Barzanî di Yekîtiya Sovyetê de beşên duyemîn û sêyemîn
Di vê beşê ya rêze-dokûmentariya şoreşên Barzan de, bûyerên derbaskirina çemê Arasê û gihîştina artêşa şoreşger a Barzan bo xaka Yekîtiya Sovyetê û destpêka jiyan û zehmetiyên awarebûna Barzaniyan di Yekîtiya Sovyetê de behsa wan hatiye kirin. Di girîngtirîn bûyerên vê beşê de: Niştecîkirina Barzaniyan li Azerbaycanê û perwerdekirina wan, Konferansa Bakûyê, têkçûna peywendiyan ligel Baqirov û veguhastina Barzaniyan bo Komara Ozbekistanê û di beşa sêyemîn de bûyerên jiyan û gûzerana Barzaniyan li Komara Ozbekistanê û jiyana tijî zehmet a Barzaniyan di serdema Stalîn de û paşê guhertina Barûdox a wan piştî mirina Stalîn û geşbûna Barzaniyan di Yekîtiya Sovyetê de û vegera wan bo Îraqê behsa wan hatiye kirin.







