Xebatname

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Mistefa Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, ew di nav wan (565) kesan de bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Bazirganê) di nav axa Kurdistanê ya Tirkiyeyê de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoşê civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê ve, li wir tevahiya hevalên xwe biryara çûnê didin, lewma di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Mistefa Barzanî Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerên Rêrew de beşdar bûye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li ser rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan a Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer bi wan re hat kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Dûre di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgeheke li ser deryaya Xezerê li Bakuyê Komara Azerbaycanê hatin veguhastin û di 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûkê ya nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û di nav zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê  Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Mistefa Barzanî behsa derd û serên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxê hevalên Mistefa Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskiyê kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskiyê li Sovyetê.

Di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Sala 1962an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û sala 1969an li gundê Seftê koça dawî kiriye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  3. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Mistefa Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê – 1997).
  4. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  5. Arşîva Desteya Ensîklopediya, forma Îbrahîm Qurtas Ehmed Reşîd, di dîroka 1ê çiriya paşîn a 2018an - Pîrmam.
  6. Nivîsa biryara lijneya lêborîna giştî ya vegerandina rûmetê bo şehîdên şoreşa Barzan, kovara Rizgarî, hejmar 3,2, Çapxaneya Rabitê, Bexda, 1ê nîsana 1959an.