Îzet Silêman Beg Dergeleyî, nasnavê wî Mam Îzet Beg, sala 1932an li gundê Dergeleyê yê ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî ku Barzaniyan di encama şerê Meydan Morîk û nesko ya Şoreşa Eylûlê (1931-1932) berê xwe dan Rojhilatê Kurdistanê, di roja 11ê îlona 1945an de Îzet Silêman Beg û malbata wî bi Barzaniyan re çûne Mehabadê, piştî ragihandina Komara Dêmokrat a Kurdistanê di sala 1946an de û beşdarbûna Barzaniyan di komarê de, li ser fermana general Mistefa Barzanî û pêşewa Qazî Mihemed wekî xwendekarekî şandine Tebrîzê ji bo ku li wir bixwîne, navborî bi Ehmed Blûryan, Ehmed Salihî, Babanzade, Rehmanê birayê Hejar Mukriyanî û Muhsîn Salih Ebdullezîz Kettanî li Tebrîzê bûye, piştî herifîna Komara Azerbaycanê bi neçarî bi xwendekarên kurd ên din re vegeriyaye Mehabadê, piştî rûxandina Komara Kurdistanê, bavê navborî û birayekî wî bi general Mistefa Barzanî çûne Yekîtiya Sovyetê û ew jî ku temenê wî 15 sal bûye bi Şêx Ehmed Barzanî û vegeriyayên din re hatiye Îraqê û ji bo heyama sê mehan bi Barzaniyan re li bajarokê Diyana desteser bûye.
Îzet Silêman Beg piştî azadkirinê vegeriyaye gundê Dergeleyê û paşê bi sedema Seîd Qezaz ku parêzgarê Mûsilê bûye û nasîniya wî bi bavê wî re hebûye, hatiye kirin berpirsiyarê karkerên çêkirina rêya Hamîlton di navbera bajarokê Diyana û Hacî Omeran de, di wê heyamê de bi sedema nêzîkbûna ji şîûiyên ku li wê deverê tevgerên wan hebûye, çûye rêza Partiya Rizgariya Niştimanî (Teherur Wetenî) ku ser bi Partiya Şîûî ya Îraqê bûye.
Sala 1963an û piştî ku Partiya Beis desthilata Îraqê girt dest, Îzet Silêman Beg û çekdarên wî bi rêya muqedem Ezîz Akreyî ku fermandeyê pêşmergeyên bereya Spîlik bûye hatiye cem general Mistefa Barzanî û peywendî bi Şoreşa Eylûlê kiribûye, paşê ew bi xwe û wê koma çekdarên ku bi wî re bûn beşdarî şerên Spîlik, Çiyayê Korêk û Hendrênê bûye. Paşê hatiye kirin fermandeyê batalyona 4 a hêza Balek.
Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, navborî bi malbata xwe re awareyê welatê Îranê bûye û berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê û seretayê li bajarê Mehabadê bûye û paşê çûye bajarê Kerecê, gava general Mistefa Barzanî di roja 19ê hezîrana 1976an de ji bo cara duyem bi mebesta çareseriya nexweşiya xwe ji Îranê re şandine welatê Amerîkayê, Îzet Silêman Beg li ser daxwaza xwe û wergirtina razîbûna general Mistefa Barzanî, vegeriyaye Îraqê.
Li ser daxwaza hikûmeta Îraqê di sala 1978an de çûye welatê Amerîkayê ji bo ku general Mistefa Barzanî bibîne û belkî amade be gotûbêjê bi Îraqê re bike, cara duyem jî li ser daxwaza Barzan Tikrîtî, navborî çûye ji bo dîtina serkirde Mesûd Barzanî bi mebesta destpêkirina gotûbêjê di navbera şoreş û hikûmeta Beis de, di roja 27ê adara 2011an de ji aliyê Serok Barzanî ve medalyaya Barzaniyê Nemir jê re hatiye bexşîn. Di roja 30ê kanûna paşîn a 2021an de koça dawî kiriye û li goristana gundê Dergeleyê bi amadebûna xelkekî zêde hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





