Şêxomer Mihemed yan Şêxomer Zêtî sala 1928 li gundê Zêtî ser bi nahyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Şemam Nûh Teha bû û kurekî wan hebû bi navê Casim Umer (1946). Şêxomer piştî ku diçe Yekîtiya Sovyetê sala 1952 li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî li gel Zekiya Receb Cemîl pêk aniye, du kurên wan hebûne bi navên Ezîz Umer û Tahir Umer, sala 1955 dest bi xwendinê kir û bo dema sê salan li Nûkta Brilskî ya Yekîtiya Sovyetê xwendiye, piştî ku ji Yekîtiya Sovyetê vedigere, sala 1959 wek fermanber li kargeha şekir li Mûsilê tê damezrandin.
XebatnameDi 23ê gulana 1947ê de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Gelê Qetur û şerê Pirdê Mako de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandîbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947ê de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947ê de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949ê de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958ê li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959ê de û li gor her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û karpêkirina bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959ê de, ew û hevalên xwe ketin ber lêbûrdina giştî.
Di sala 1958ê de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959ê de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Iraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlêyê bûye û di şeran de beşdar bûye, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Îranê û di heman salê de vegeriyaye Kurdistanê, li gel qiyadeya muweqete beşdarî Şoreşa Gulanêyê bûye, sala 1978 ji aliyê rejîma Beis ve hatiye raguhastin bo komelgeha Herîr, di 31ê tîrmeha 1983ê de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Iraqê li komelgeha Herîr li gel kurê xwe bi navê Ezîz Umer şûnbizr dibin.
Çavkanî:1. Rêkarî Mizûrî, Jinen rós û ragwastin û Enfal û komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
2. Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
3. Sefer Yûsif Mîrxan Jajokî, Afreta rûsî dayka Zekiya Receb, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 5014, Hewlêr, 14 nîsana 2016z.
4. Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarî sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
6. Ebdulla Xefûr, Ferhengî cografyay Hewlêr, (Hewlêr - Belawkrawekanî Ekadîmyay Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
7. Umer Hemze Salih, Jînosaîd û tawankani rejîmî Beis dijî Barzaniyekan 1975 - 1991 le zimanî şayithal û belgenamekanewe, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
8. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
9. Le yaddashti fermandey şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzaniyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
10. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Pûre 14 Temûz 1958 fî El-Iraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
11. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
12. Arşîvî destey înskilopedîyay Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





