Şîşar çiyayekî bilind û stratejîk e li herêma Bêtwatê, nêzîkî çiyayê Makok û nahiya Sroçawê ye. Bilindahî û şîniya çiya ew kiribû cihekî ku her hêzeke serbazî bi rêya wê bikaribe kontrola tevahiya herêmê bike û çavdêriya rêya Sroçawê- Balîsanê bike.
Piştî ku Artêşa Iraqê nekarî di çiyayên Kiyoreş, Makok û Horyê de pêş bikeve, di nîvê meha îlona 1974an de plan kir ku dest deyne ser çiyayê Şîşarê da ku kontrola tevahiya herêmê bike. Bi vê yekê armanc kir: tengkirina çemberê li ser cih û sengerên Pêşmerge, bi taybetî dorpêçkirina aliyekî hêzên Horyê yên li herêmê. Herwiha hêzên Pêşmerge nedikarîn di navbera çiyayên Şîşar û Makokê de derbas bibin. Zexta Artêşa Iraqê li ser hêzên Pêşmerge yên di navbera herêma Bêtwatê û Balîsanê de zêde bû û dûrahiya topên Artêşa Iraqê ji berê dirêjtir bû.
Fermandarê Artêşa Duyem a Pêşmerge Reşîd Sindî ferman da hêzên Sefîn, deşta Hewlêrê û Bêtwatê ku xetên xwe yên berevaniyê li geliyê Balîsanê xurt bikin, û beşek ji hêzên deşta Hewlêrê bi hevrêzî û hevkariya hêza Kawe ya li Pişderê tevbigerin.
Firqeya duyem a Artêşa Iraqê bi tevahiya pêkhateyên xwe yên serbazî yên wekî tabûra tankan, lîwaya (16) ya zirxî, hêza hewayî û çekdarên kirêgirtî (Cehş) ji bo êrîşkirina ser çiyayê Şîşarê amade bû.
Hêzên Pêşmerge yên ku di xendeqên berevaniyê de bûn, ji fujê sêyem ê hêzên Sefîn bi fermandariya Mihemed Sabir fermandarê seriya yekem, Omer Sultan fermandarê seriya duyem û Sadiq Mihemed Emîn fermandarê seriya sêyem pêk dihatin.
Êrîşa Artêşa Iraqê bi topbarana giran a li ser xendeq û cihên Pêşmerge dest pê kir, armanca wê jî bêbandorkirina berxwedana Pêşmerge û kêmkirina moralê wan bû da ku leşkerên wê bi hêsanî derkevin ser çiya.
Piştî rawestandina topbaranê, hêza peyade ya artêşê êrîşî senger û cihên Pêşmerge kir. Hêzên Pêşmerge li benda wan bûn û di cihên xwe yên berevaniyê de xwe bi cih kiribûn. Dema ku hêz nêzî cihên Pêşmerge bû, Pêşmergeyên qehreman bersiva wan dan û karîn êrîşa artêşê têk bibin, ev yek bû sedema kuştina gelek ji wan û leşkerên êrîşkar reviyan û termên kuştiyên xwe li pey xwe hiştin. Sê Pêşmerge Şehîd bûne û hejmareke din jî di encama topbarana giran a Artêşa Iraqê de birîndar bûn.
Artêşa Iraqê di wê heyamê de topbarana hêzên Pêşmerge berdewam kir, lê heta Şoreşa Eylûlê ya sala 1975an nekarî kontrola çiya bike. Piştî têkçûna Artêşa Iraqê ya ji bo kontrolkirina çiyayê Şîşarê di dawiya meha îlonê de, arasteya êrîşên xwe guhert, ku rêzeêrîşek li ser herêma Dole Reqe pêk anî, ji bo sivikkirina barê hêzên xwe yên li eniya Rewandizê, û bi mebesta veguhestina beşek ji hêzên Pêşmerge ji Rewandizê bo herêma Bêtwatê û kêmkirina zextên Pêşmerge li eniya şer da ku hêzên wê karibin ji wê herêmê pêş bikevin. Digel vê yekê, hêzên Sefîn, deşta Hewlêrê, Bêtwatê û fujê (4) ê Zozikê rê li ber artêşê girtin û bersiva wan dan û pêşveçûna wan rawestandin û di dawiyê de êrîşa wan têk birin.
Çavkanî:-
Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî duwem, Şorrişî Eylûl 1961-1975, çapi yekem – Hewlêr, 2004.
-
Senger Îbrahîm Xoşnaw: Rûdawî serbazîyekanî şorrişî Eylûl 1970-1975, çapi yekem, Hewlêr, 2022.
-
Xurşîd Şêre: Xebat û xwên, bîreweryekanî sallanî Pêşmergeyaty, Çapxaney Hacî Haşim, çapî sêyem, Hewlêr – 2015.
-
Seyîd Kake: bîrewery Pêşmergeyek, Çapxaney Wezarety Roşenbîry, çapi yekem, Hewlêr- 1997.


