Şerê vê carê yê hikûmeta Îraqê bi planeke leşkerî ya bihêz û amadekariyeke yekalîker li navçeyên cuda yên Kurdistanê dest pê kir, piştî ku zexteke zêde xiste ser sengerên Pêşmerge ku êrîş li pey êrîş û topbaran û bordûmaneke zêde li serê Akrê, di encama wê zexta zêde û kêm bûna fîşek û teqemeniyan, Pêşmerge ji wan sengeran paşekişe kir bo çiyayê Pêrs, bi nemana wê hêla berevaniyê baregeha Hêzên Pêşmerge yên Akrê û Şêxan li şikefta Şermen bi fermandariya Hisoyê Mîrxan Dolemerî ket ber pelamar û êrîşa hêzên hikûmetê, her çend êrîşên hikûmetê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve dihatin têkşikandin û ziyanên zêde jî digihîştinê, Pêşmerge jî li gel têkşikandina her êrîşeke artêş û caşan dest bi ser çekên wan de digirt, lê hikûmet her berdewam bû li ser êrîşkarî, bi hêza zêde ya leşkerî û caş û piştgiriya topên dûravêj û firokeyên şer.
Di encama wê hemû êrîş û pelamarên yek li pey yeka hêzên hikûmetê de karîn dest bi ser çend cih û gundê Şûşê de bigirin ku Hêzên Pêşmerge bi fermandariya Omer Axa Dolemerî berevanî tê de dikir, Pêşmerge plan danî bo girtina wan cihên din ji ber ku eger ew cih neketibana bin destê Pêşmerge divê baregeha hêz bihata guhastin bo cihekî din, plana êrîşa Pêşmerge bo ser hêzên hikûmetê li sê qolan hat danîn, qolek pêk dihat ji êrîşkirin bo rojavayê gundê Şûşê bi fermandariya Omer Axa Dolemerî, hêzeke din li rojhilatê gund bi fermandariya Hacî Mîrxan Dolemerî û Mela Uzêr Zêweyî, hêzeke din jî bi fermandariya Hormiz Melek Çeko Mesîhî ji başûr ve rê li wan bigirin heta dorpêç bikin.
Di vê êrîşa Pêşmerge de hêzên hikûmetê şikesteke mezin xwarin û cihên xwe vala kirin û laşê kuştiyên xwe li meydana şer de hiştin, gelek nêzîk bû ku fermandeyê hêzên hikûmetê Eqîd Rukn Se'eb Herdên bi dîl bê girtin, lê di wê kêliyê de Omer Axayê fermandeyê Pêşmerge birîndar bû û Pêşmergeyan jî pê ve mijûl bûn, navbirî derfet bo çêbû û ji destê Pêşmerge rizgar bû.
Piştî ku Omer Axa ji ber birîndarbûna xwe ji bereya şer dûr ket bo dermankirinê, Hormiz Melek Çeko cihê wî girt, Artêşa Iraqê hemleke din a berfireh a êrîş û pelamarê bo ser sengerên Pêşmerge anî di 27ê hezîrana 1963an de bo ramalîna Pêşmerge ji tevahiya wê navçeyê, bi taybetî şer piştî nîvro gelek germ bû, lê Pêşmerge gelek bi tundî berevanî li sengerên xwe kirin, heta karîn vê êrîşê jî şikest bidin û paşekişe bi hêzên hikûmetê bikin û 12 laş li meydana şer de bihêlin. Di brûskeke Artêşa Iraqê de bi hejmara (1045) di 28ê hezîranê de ku ket destê Pêşmerge di vî şerî de dan bi 27 kuştiyan û 51 birîndaran dabûn.
Piştî wê hemû êrîş û pelamarên ku hêzên hikûmetê bo girtina baregeha hêz kirin li şikefta Şermen nekarî armanca xwe bipêke belkî tûşî şikesteke mezin û ziyana zêde bûn, ji ber ku li navçeya Şûşê Pêşmerge bi fermandariya Hormiz Melek Çeko bi awayekî xwe ragirt û berevanî kir ku nehişt ti pêşketinekê bi dest bixin, lewma bi neçarî hêzên xwe ber bi Dinarte û çiyayê Pêrs ve guhastin.
Çavkanî:1- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 Jiyan û rola siyasî û leşkerî di bizava rizgarîxwaza Kurd de, Çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.
2- Welî Zubêr Hostan, Çend bûyer û serpêhatiyek di şoreş û raperînên Barzan de, Ç: Yekem, Çapxaneya Rojhilat, Hewlêr, 2017.
3- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bi dû dadperweriyê de, berga yekem, çapa duyem, Çapxaneya Esra, Tehran, 2021.
4- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, Ç: Yekem 2004.
5- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Dihok 1999.





