Jînenîgarî

Aras Heso Mîrxan di sala 1968an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, di sala 1993an de bawernameya lîsansê, di sala 1996an de master û di sala 1998an de doktoraya di warê dermanfiroşiyê de ji Zanîngeha Îsfehanê ya li Îranê wergirtiye. Herwiha di sala 2009an de mastera di warê rêveberiyê de ji Zanîngeha Libnanî- Fransî ya li Hewlêrê wergirtiye. Di sala 2001ê de di kabîneya çarem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûye rêveberê giştî yê çand û ragihandinê li Wezareta Pêşmerge, herwiha postê rêveberê giştî yê çavdêrî û darayî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye. Zimanên (Kurdî, Farsî, Tirkî û Îngilîzî) dizane.

Rûpelên têkoşînê

Aras Heso Mîrxan piştî şikesta Şoreşa Eylûlê di sala (1975)an de ligel malbata xwe penaberî Îranê bû, di sala (1982)an de bi rêxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ve hat girêdan û di sala (1988)an de tevlî refên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû û beşdarî di epîka Xwakurkê de kir.

Di sala (1995)an de fermandariya fuja Şehîd Elî Heso wergirt û di şerê parastina Qesrê ya li parêzgeha Hewlêrê de birîndar bû. Herwiha cara duyem di şerê parastina Herêma Kurdistanê de li herêma Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve birîndar bû. Di sala (2014)an de di şerê li dijî hêzên terorîst ên DAIŞê de li eniya Guwêr- Mexmûr a parêzgeha Hewlêrê beşdar bû.

Di dema têkoşîna xwe ya di refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de gelek erk û berpirsiyarî wergirtine, ji wan: berpirsiyarê komîteya herêmî ya zanîngehê ya ser bi Mekteba Siyasî ve di navbera xwendekarên penaber ên li zanîngeh û peymangehên Îranê de di sala 1990î de, cîgirê berpirsiyarê ofîsa rêxistinên Pêşmerge (1998-2000), endamê ofîsa di ofîsa Serok Barzanî de (2000-2010), berpirsiyarê şaxê şazdehêm – derdora Hewlêrê (2011-2017), berpirsiyarê Mîkî ya veberhênanê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (2020) û hwd.

Di Kongreya Yanzdehêm(1993) û Dwazdehêm(1999) de delege bû, û di Kongreya Sêzdahêm a sala (2010)an de wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin. Di Kongreya Çarê ya partiyê de di sala (2022)an de wek endame Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin.

Çavkanî:

- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.