Jînenîgarî 

Aras Hesso Mirkhan di sala 1968an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1993an de bawernameya lîsansê, di 1996an de bawernameya masterê û di 1998an de bawernameya doktorayê ji Zanîngeha Îsfehanê ya li Îranê wergirtiye. Di sala 2009an de, bawernameya masterê di rêveberiyê de ji Zanîngeha Libnanî-Frensî ya li Hewlêrê wergirtiye. Di salên 2000-2001ê de di kabîneya çaremîn de bû Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge û di salên 2002-2011an de Rêveberê Giştî yê Dîwana Çavdêrî û Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Ew bi zimanên Kurdî, Farisî, Tirkî û Îngilîzî dizane.

Bîranîna têkoşînê 

 Aras Hesso Mirkhan di sala 1975an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, bi malbata xwe re li Îranê koçber bûye. Di sala 1982an de tevlî refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye û di sala 1988an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge yên Kurdî bûye û beşdarî şerê epîk ê Xwakurkê bûye.

Di sala 1995an de bû fermandarê Batalyona Şehîd Elî Hesso û di şerê parastina Qesrê de li derdora parêzgeha Hewlêrê birîndar bûye. Di sala 1997an de, cara duyemîn di şerê parastina Herêma Kurdistanê de li devera Amediyê ya parêzgeha Dihokê birîndar bûye. Di sala 2014an de, beşdarî şerê li dijî hêzên DAIŞê li eniya Gwer-Mexmûrê ya li derdora parêzgeha Hewlêrê bûye.

Di dema xebata xwe ya di nav refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, gelek erk û berpirsiyarî girtine ser xwe, wekî: Serokê Komîsyona Zanko ya Buroya Siyasî ya di navbera Xwendekarên Koçber ên Zanîngeh û Enstîtuyên Îranê de (1990), Cîgirê Serokê Ofîsa Rêxistinkirina Pêşmerge (1998-2000), Endamê Ofîsa Serokatiyê (2000-2010), Serokê Şaxa Şazdehemîn a deverên derdora Hewlêrê (2011-2017). Berpirsê ajansa veberhênanê ya Partî (2020) û hwd.

Ew nûnerê kongreyên yanzdehemîn (1993) û dwazdehemîn (1999) bû, di sala 2010an de di kongreya sêzdehemîn de wek endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin. Di sala 2022an de di kongreya çardehemîn de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin.

Çavkanî: