Jînenîgarî

Doktor Ceifer Mihemed, nasnavê wî Doktor Ceifer Feylî, Ceifer Mam Kerîm û Doktor Ceifer Rehmanî, sala 1910an li bajarê Kûtê ku navenda parêzgeha Wasit e ji dayik bûye, ji eşîra Melikşayê Feylî ye, paşê malbata wan bar kirine bo Bexda û bûne malbateke bazirgan a navdar a bajarê Bexda, sala 1948an bavê wî Hacî Mihemed Kerîm ji damezrînerên Komeleya Kurdên Feylî yên bajarê Bexda bûye, birayê wî yê mezin parêzer Hebîb Mihemed Kerîm (1931 - 2013) sekreterê Partiya Dêmokrata Kurdistanê di navbera salên (1964 - 1975) de bûye.

Sala 1936an bi pileya yekem bawernameya xwe ya lîsansê ji Koleja Bijîşkî ya Bexda wergirtiye û wek yekem bijîşkê kurd tê dîtin ku ji vê zanîngehê derçûye, sala 1936an di artêşa şahnişîna Îraqê de bi pileya mulazimê duyem xizmet kiriye, nexweşxaneya wî li taxa kurdnişîn a Bab el-Şêx (Bab el-Şêx) li bajarê Bexda bûye, sala 1942an li bajarê Hewlêrê nexweşxaneya bijîşkî hebûye, sala 1937an bi pileya mulazimê duyem di refên artêşa şahnişîna Îraqê de xizmet kiriye.

Di şêstên sedsala bîstan de pisporiya derûnnasiyê ji Zanîngeha Londonê werdigire, sala 1970yî xwediyê yekem nexweşxaneya taybet a nexweşiyên derûnî bûye li şahnişîna Îranê, roja sêşemê 1ê tebaxa 2000î li bajarê Tehranê koça dawî kiriye û li goristana Beheşta Zehra li nêzîkî bajarê Tehranê hatiye veşartin, di 4ê tebaxa 2000î de serok Mesûd Barzanî peyama sersaxiyê arasteyî malbata wî kiriye, di 4ê tebaxa 2000î de ji aliyê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî hatiye kirin û merasîma sersaxiyê ji aliyê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve li mizgefta Reşad Muftî li bajarê Hewlêrê hatiye danîn. Şarezayê zimanên kurdî, erebî, farisî û îngilîzî bûye.

Xebatname

 Sala 1939an tevlî refên Partiya Hêviya Kurd bûye, sala 1941ê wek bijîşk hatiye dûrxistin bo bajarokê Şingalê yê ser bi parêzgeha Mûsilê û wek yekem kes tê dîtin ku hestê neteweyî û kurdayetiyê li vê deverê belav kiribe.

Sala 1941ê li dijî desthilatdarên Şahnişîna Yekbûyî ya Brîtanyayê piştgiriya tevgera Reşîd Alî Geylanî (1892 - 1965) kiriye û piştî têkçûna vê tevgerê ji aliyê desthilatdarên şahnişîna Îraqê ya alîgirê Brîtanyayê ve hatiye girtin, sala 1942an bi hevaltiya parêzer Ewnî Yûsif Ehmed (1908 - 1988) şaxê Mûsilê yê Partiya Hêviya Kurd damezrandine, sala 1942an bi pileya neqîbê bijîşk li navenda leşkerî ya Zaxo ya ser bi parêzgeha Mûsilê ya berê û Dihoka îro xizmet kiriye, sala 1942an ligel parêzer Ewnî Yûsif Ehmed û Hesen Teha Ebdullezîz (1915 - 1999) yê bi navê Hesen Kettanî tê naskirin, ji aliyê Mistefa Ye'qûbî parêzgarê Hewlêrê ve tên girtin, salên (1942 - 1944) li ser çalakiyên siyasî hatiye girtin û bo bajarê Emare li başûrê Îraqê hatiye dûrxistin.

Sala 1943an têkiliya wî ya rasterast bi serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) yê rêberê şoreşa duyem a Barzan re hebûye, sala 1945an ji damezrîner û serkirdatiya Partiya Rizgariya Kurd bûye, sala 1945an bi pileya neqîbê bijîşk tevlî refên şoreşa duyem a Barzan bûye, heta rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di xizmeta komarê de bûye û gelek caran jî bi dizî vegeriyaye bajarê Bexda, sala 1946an beşdarî kongreya duyem a Partiya Rizgariya Kurd li bajarê Bexda bûye û dengê xwe daye hilweşandina wê da ku rê xweş bike bo çûna nav refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 Sala 1946an di kongreya yekem de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, sala 1946an di yekem civîna komîteya navendî de wek endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin, sala 1946an têkiliyên di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Kamîl Çadirçî endamê serkirdatiya Partiya Niştimanî ya Dêmokrat (El-Hizb el-Wetenî el-Dîmuqratî) girtiye ser xwe, di 4ê nîsana 1947an de gotarek ji bo berevanîkirina ji Barzaniyan di rojnameya bi zimanê erebî (Sot el-Ehali) ya çapkirî ya Bexda de belav kiriye.

Sala 1948an ji dûr ve piştgiriya nûnerên Partiya Dêmokrata Kurdistanê di kongreya Şêran a Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê de kiriye, sala 1948an li bajarê Londonê paytexta Şahnişîna Yekbûyî ya Brîtanyayê bi rêya Partiya Komunîst a Brîtanyayê têkiliya xwe bi Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê re kiriye bi mebesta gihandina daxwazên wê demê yên kurdan, sala 1948an wek hejmareke zêde ya çalakvanên siyasî yên şahnişîna Îraqê ji nijad û neteweyên cuda ji aliyê desthilatdarên Haşimî li şahnişîna Îraqê bi hinceta eslê xwe îranî, nasnameya wî jê hatiye standin û bi rêya Mihemed Başqe yê xalê xwe ku ji karmendên payebilind ên wezareta navxwe ya şahnişîna Îraqê bû, karîbû xwe bigihîne şahnişîna Îranê û destpêkê li qezaya Îlamê ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê bo dema du salan bi awayekî veşartî niştecî bûye, di dawiya sala 1949an de di mikurhatinên Yehûda Îbrahîm Sidîq endamê serkirdatiya Partiya Komunîst a Îraqê li ber destê rêveberiya lêkolîna tawanan de wek endamekî serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê navê wî eşkere bûye.

Sala 1949an têkiliyên di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Tûde ya Îranê de birêve biriye, sala 1950yî nexweşxaneya bijîşkî li bajarê Îlamê vekiriye û xizmeta xelkê navçeyê kiriye û paşê di sala 1952an de li bajarê Tehranê paytexta şahnişîna Îranê nexweşxane vekiriye û li wir niştecî bûye, sala 1953an li Tehranê bi tohmeta beşdariya di Komara Dêmokrata Kurdistanê de bo dema sê salan li girtîgeha Qesr li nav bajarê Tehranê hatiye girtin. Sala 1951ê klîşeya rojnameya Rizgarî û mora mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurd ji bajarê Tehranê ve ji bo serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurd şandiye, sala 1953 di nivîsandin û şopandina bername û rêziknameya navxweyî ya kongreya sêyem de alîkariya serkirdatiya demkî ya kongreya duyem a Partiya Dêmokrata Kurd kiriye, sala 1953 piştgiriya doktor Mihemed Musedeq (1882-1967) kiriye li dijî Şah Mihemed Reza Pehlewî (1919-1980), di kûdêtaya li dijî doktor Mihemed Musedeq serokwezîrê şahnişîna Îranê de ji aliyê desthilatdarên şahnişîna Îranê ve hatiye girtin û êşkence hatiye kirin.

Sala 1953 bê amadebûna xwe ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq (kongreya sêyem) hatiye hilbijartin, sala 1956 dev ji karê siyasî berdaye, sala 1958 ji aliyê zeîm Rukn Ebdulkerîm Qasim (1914-1963) ve bi fermana komarî mafê welatîbûna Îraqê jê re hatiye vegerandin lê wî xwe ji wergirtinê dûr girtiye û baweriya wî bi hikûmeta Îraqê nebûye ji bo vegerê û her li bajarê Tehranê maye, her ji destpêkê ve kesekî hejardost bûye û nêrîngeha wî li bajarê Bexda û piştre li bajarê Tehranê bi rûyê hejaran ve vekirî bûye lewma li ser tabloya nêrîngeha xwe nivîsî bû "çareserkirina nexweşiya hejar bi xorayî ye", li nêrîngeha Tehranê jî bi berdewam xizmeta kurdên hejar ên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Sala 1960 bi mebesta serdana xizm û kesûkarên xwe û hevdîtin li gel hevalên xwe li Partiya Dêmokrata Kurdistanê serdana bajarê Bexda kiriye, piştî kûdêtaya partiya Be'sa Erebî ya Sosyalîst di 8ê sibata 1963 û şopandina neyarên wan alîkariya revîyayên Partiya Komunîst a Îraqê kiriye ku rûyê xwe kirine şahnişîna Îranê.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Ebrahîm Ferhemendniya, Nesl kuşî Kurdha ez dîdgah-i huquq-i beynelmilel, (Merîwan - Entîşarat-i Evîn - 1396 h. ş), s. s. 24 - 27.
  3. Erkan Hemeamîn Reşîd Elzerdawî, "Neş'et we elaqa el-hizb el-dîmuqratî el-kurdistanî me'a el-hukumat we el-ehzab el-siyasîye el-iraqîye lil-mudde min 1946 ligayet 2003", utruhet quddimet ila cami'et Sant Klîmens we hiye cuz' min mutetellebat neyl derecet el-duktorah fî el-ulum el-siyasîye, bi-îşraf el-ustaz el-duktor Elî el-Hesen, 2012 m, nuse el-elektronîye, s. 18.
  4. I'dad: Mumtaz El-Heyderî, Muxtarat min muzekkerat Salih El-Heyderî, el-teb'et el-saniyeti, (El-Silêmanîye - Metbe'et Renç - 2004 m), s. s. 49, 80.
  5. Iqamet merasîm eza' ela ruh el-merhum d. Ce'fer Mihemed Kerîm, Cerîdet Humrîn, Cem'îyet el-Kurd el-Feylîyîn, el-'eded 15, Erbîl, Metbe'et Ofsêt Holêr, awaxir ab 2000 m, s. 1.
  6. B. Hewraz, Kurte lêkolîneyek li me'r damezrandin û helweşandina hizbî Şoreş û Rizgarî li Kurdistanî Başûr, (bê şwên - ayarî 1993 z), l. l. 19.
  7. Pirsenameyêk le mektebî siyasîy Partiya Dêmokrata Kurdistanewe, rojnamey Birayetî, organî Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 3149, Hewlêr, yekşeme, 6ê abî 2000 z, l. 1.
  8. Ce'fer Mihemed Kerîm, El-muşkilet el-barzanîye we daman el-wehdet el-iraqîye, Cerîdet Sewt el-Ehalî, el-'eded 1381, Bexda, el-esnîn, 14 nîsan 1947 m, s. s. 1, 3.
  9. Cem'îyetuna tuwasî el-ex Hebîb Mihemed Kerîm bi-wefat d. Ce'fer Mihemed Kerîm, Cerîdet Humrîn, E'lam Cem'îyet el-Kurd el-Feylîyîn, el-'eded 15, Erbîl, awaxir ab 2000 m, s. 2.
  10. Cemal Baban, Silêmanî şare geşawekem, bergî sêyem, çapî duwem, (Hewlêr - Dezgay çap û belawkirdinewey Aras - çapxaney Aras - 2012 z), l., l. 321 û 323.
  11. Cemal Nebez, Bîrewerrînamey ew rojaney carekî dîy nagerrênewe, (Silêmanî - çapxaney Şivan - 2017 z), l. l. 215, 256.
  12. Hebîb Mihemed Kerîm, Ta'rîx el-hizb el-dîmuqratî el-kurdistanî - El-Iraq (fî mehettat re'îsîye) 1946 - 1993, (Dihok - Metbe'et Xebat - 1998 m), s. s. 28, 35, 41, 50.
  13. Hesen Letîf El-Zebîdî, Mewsu'et el-ehzab el-iraqîye, (Bêrût - Mîkî el-Arif lil-metbu'at - 2007 m), s. 338.
  14. Zekî Ce'fer El-Feylî El-Elewî, Tarîx el-Kurd el-Feylîyûn we afaq el-musteqbel, (Bêrût - Mîkî el-Belaẍ lil-tiba'et we el-neşr we el-tewzî' - 2010 m), s. s. 298 - 299, 521.
  15. Zekî Ce'fer El-Feylî El-Elewî, Tarîx el-Kurd el-Feylîyûn we afaq el-musteqbel, (Bêrût - Mîkî el-Belaẍ lil-tiba'et we el-neşr we el-tewzî' - 2010 m), s. 521.
  16. Zekîye Isma'îl Heqî, El-tebîb el-museqqef ellezî reba cîlen min el-Kurd ela el-Kurdayetî, Sehîfet el-Ittihad, el-sehîfet el-merkezîye lil-ittihad el-wetenî el-kurdistanî, el-'eded 386, el-senet el-samîye, el-Silêmanîye, el-cum'et, 8 eylûl 2000 m, s. 14.
  17. Joys Blû, Berresî-yî tarîxî we came'e şinasî we mes'ele-yî Kurd, tercume-yî Perwîz Emînî, (Sinendeç - Danîşgah-i Kurdîstan - Merkez-i Pejuheşhay-i Kurdîstanşinasî - Neşr-i Şalûde - 1379 h. ş), s. 55.
  18. Serok Barzanî serexweşî le berêz Hebîb Mihemed Kerîm û xanewadekey dekat, rojnamey Birayetî, organî Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 3149, Hewlêr, yekşeme, 6ê abî 2000 z, l. 1.
  19. El-şurte el-'ammet, Şe'bet mudîrîyet el-tehqîqat el-cina'îye, Mewsu'et sirrîye xasse bil-hizb el-şuyû'î el-iraqî el-sirrî, el-cuz' el-ewwel, (Bexda - Metbe'et el-hukumet - 1949 m), s. 81.
  20. Şe'ban Elî Şe'ban, Hendêk zanîyarî siyasî û mêjûyî, çapî sêyem, (Hewlêr - çapxaney Rojhelat - 2013 z), l. l. 102 - 103, 107.
  21. Şwan Mihemedemîn Teha Xoşnaw, Hewlêr le nêwan salanî 1963 - 1970 lêkolîneyekî mêjûyîye le barûdoxî siyasî, (Hewlêr - çapxaney Zankoy Selaheddîn - 2016 z), l. 61.
  22. Şêrko Fethulla Umer, Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bizûtnewey rizgarîxwazî netewey Kurd le Îraqda 1946 - 1975, wergêranî Siware Qeladzeyê, (Kerkoûk - çapxaney Şehîd Azad Hewramî - 2012 z), l. 128.
  23. Tariq Cambaz, Hizbî Hîwa le lîway Hewlêr, (Hewlêr - Govarî Yasaparêzî - çapxaney wezarety Kiştukal - 2005 z), l. 39.
  24. Ebdulcebar Ebdumistefa, Tecribet el-'emel el-cebhewî fî el-Iraq beyn 1921 - 1958, (Bexda - Dar el-hurrîye lil-tiba'et - 1978 m), s. 132.
  25. Ebdulrezaq Mutleq El-Fehed, El-ehzab el-siyasîye fî el-Iraq we dewruha fî el-hereket el-wetenîye we el-qewmîye 1934 - 1958, (Bêrût - Şeriket el-metbu'at lit-tewzî' we el-neşr - 2011 m), s. s. 241, 247.
  26. Ebdulfettah Elî El-Bûtanî, Sefahat min el-zakiret el-Mûsilîye "mecmu'et meqalat we muqabelat we mewadî' 'an tarîx el-Mûsil el-qerîb", (Erbîl - El-ekadîmîye el-Kurdîye - Metbe'et came'et Selaheddîn - 2017 m), s. 73.
  27. Ebdulfettah Elî El-Bûtanî, Mentiqet Badînan 1925 - 1970 diraset fî el-weqa'i' we el-tetewwurat el-siyasîye, el-cuz' el-ewwel, (Erbîl - El-ekadîmîye el-Kurdîye - 2017 m), s. 466.
  28. El-Ereb we el-Kurd el-mesalih we el-mexawif we el-muşterekat, Se'd Beşîr Iskender, El-sabit we el-mutegayyir fî el-mewqif el-qewmî el-kurdî tîcah el-sultet el-'erebîye fî Bexda xilal el-'ehd el-melikî 1921 - 1958, (Bêrût - El-merkez el-'erebî lil-ebhas we diraset el-siyasat - 2019 m), s. 97.
  29. Osman Sengeserî, beşek ji jiyana serkirdeyên nemirên Kurdistanê, (Silêmanî - Çapxaneya Sîma - 2014z), r. 77.
  30. Qasim Lazim El-Ebdullah El-Caf, Lemhat muxtesere 'en te'rîx qeza Bedre, (Bexdad - Dar El-Seqafe wel-Neşr El-Kurdîye - 2014m), r. 157.
  31. Chris Kutschera, Tevgera neteweyî ya kurd, wergera Îbrahîm Yûnisî, çapa duyem, (Tehran - Mûseseyê Entîşaratê Nîgah - 1377h. ş), r. r. 188, 238, 339.
  32. Kerîm Şarezayî, Xebatgêrê neteweya kurd D. Ce'ferê Muhemmed Kerîm, 1910 - 2000, Qamûsî navê nemiran, berga yekem, (Hewlêr - Ji belavokên pirtûkxane û arşîva Mumtaz Heyderî - Çapxaneya Rojhilat - 2014z), r. r. 36 - 37.
  33. Mam Celal, Munazil zu xisal hemîde wesecaya însanîye wesifat nadire wexelq refî', rojnameya El-Îtîhad, rojnameya navendî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, hejmar 384, sala heştem, Silêmanî, în, 5 Tebax 2000m, r. 3.
  34. Mam Celal, Sala kongreya xwendekaran, beşa pêncem, kovara Xak, hejmar 14, sala duyem, Silêmanî, çapxaneya Ofsêtî Delêr, 10ê Tebaxa 1998z, r. r. 7 - 8.
  35. Muhemmed Se'îd El-Tureyhî, El-Şî'e El-Ekrad mazîhum wehaziruhum, (Dimeşq - Dar Nînwa lîl-dirasat wel-neşr wel-tewzî' - 2013m), r. r. 611, 637 - 639.
  36. Mehmûd Şêx Sîn Hiso El-Rîkanî, Şingal (Sincar) fîl-'ehd el-melikî 1921 - 1958, (Hewlêr - Akademiya Kurdî - çapxaneya El-Hac Haşim - 2012m), r. 119.
  37. Muhemmed Şakelî, Germiyan rabirdûyî nêzîk û ayinde, (Silêmanî - Çapxaneya Karo - 2003z), r. 62.
  38. Mesûd Barzanî, El-Barzanî wel-hereket el-tehrîrîye el-kurdîye, cildê duyem, çapa duyem, (Beyrût - Kawa lîl-seqafe el-kurdîye - 1997m), r. 217.
  39. Mehdî Muhemmed Qadir, Pêşhatên siyasî yên Kurdistanê Îraq 1945 - 1958, (Silêmanî - Sentera lêkolînên stratejî yên Kurdistanê - 2005z), r. r. 122 - 124, 132, 155.
  40. Nûrî Şawêys, Di bîranînên min de, kovara Pêşeng, organa Partiya Gelê Demokratîk a Kurdistanê, hejmar 4, sala duyem, Kanûna Yekem a 1983z, r. 7.
  41. Her bo Feylî, rojnameya Kurdistanî Nû, organa Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, hejmar 7778, sala bîst û heştem, Silêmanî, pêncşem, 31ê Kanûna Duyem a 2019z, r. 3.
  42. Wefat şexsîye kurdîye munazile, rojnameya El-Îtîhad, rojnameya navendî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, hejmar 382, sala heştem, Silêmanî, în, 11 Tebax 2000m, r. 2.
  43. Weyib'es bîberqîye muwase îla el-seyîd Hebîb Muhemmed Kerîm biwefat şeqîqe D. Ce'fer Muhemmed Kerîm, rojnameya Xebat, zimanê halê Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 987, Hewlêr, în, 4 Tebax 2000m, r. 2.