Şehîd Cemal Hemze Weso Hisên, di sala 1949an de li gundê Ziyaretê ya ser bi nahyeya Hîranê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Samiye Reşad bû, xwedî sê keç bûye bi navên Edîbe, Kejal û Ferîde.
XebatnameDi sala 1961an û di destpêka Şoreşa Eylûlê, li gel Mehmûd Kawanî Cemal û Kemalê birayê xwe bûne Pêşmerge, bo erk diçin çiyayê Sefîn. Sala 1962an û piştî Şehîd bûna Mehmûd Kawanî diçin cem Haşim Bapîr û berdewamî bi xebata pêşmergatiya xwe didin. Paşê tên veguhastin bo navçeya Şeqlaweyê ya lîqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berdewamî bi xebata pêşmergatî û siyasî ya xwe didin û di heman demê de peywendiya wan li gel Haşim Bapîr dimîne wek Pêşmerge li gel wî beşdarî şer û dastanên wan dibin.
Sala 1966an Cemal û Kemal û bavê wan tên veguhastin bo betalyona heft a Ako bi fermandeyiya Abas Axa ya ser bi leşkerê du yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Hemze Wesoyê bavê wan pileya serleq werdigire û Cemal û Kemalê birayê wî pileya serpel werdigirin, sala 1969an Hemze Wesoyê bavê wan Şehîd dibe û ew heta neskoya Şoreşa Eylûlê sala 1975an berdewamî bi xebata pêşmergatiya xwe didin.
Sala 1975an û piştî neskoya şoreşê, awareyê welatê Îranê dibin û li bajarê Neẍede niştecî dibin, her di wê salê de peywendî dikin bi Mela Xerîb û wek Pêşmergeyê lijneya navçe berdewamî bi xebata pêşmergatiya xwe didin. Sala 1979an beşdarî Kongreya 9 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê dikin li bajarê Zêweyê ya Rojhilatê Kurdistanê, piştî kongreyê her wek Pêşmergeyê lîqa du dimînin û di betalyona Haşim Bapîr ya ser bi lijneya navçeya Şeqlaweyê, berdewamî bi xebata pêşmergatiya xwe didin, baregehên wan li Kuperê û Konelacan bûye.
Sala 1983an hêzên ser bi lijneya lîqa du li gel beşek ji hêza lijneya lîqa yek dabeş dibin ser çiyayê Qendîl û gundên derdora şarokeya Raniye û Qeladizê, lewma beşek ji hêza Mela Xerîb û Haşim Bapîr û Hesoy Mîrxan Jajokî û çend Pêşmergeyên lijneya lîqa yek diçin bilindahiyên gundê Ênze û Lêwje li pişt şarokeya Qeladizê. Di berwarî 13ê tebaxa 1983an de hêzeke zêde ya Yekîtiyê bi çavsêhiya xelkê deverê êrîşeke mezin dikin ser vê sengerê Pêşmerge piştî şerekî giran û dest bi dest, Cemal û Kemalê birayê xwe di yek sengerê de Şehîd dibin, her li gel wan di wê êrîşê de komek Pêşmerge û fermande Şehîd bûn ku pêk hatibûn ji Şehîd Emîr Eaz nasrawe bi Şehîd Kako, Şehîd Serdar Emîr Eaz nasrawe bi Serdarê Şehîd Kako, Şehîd Qadir, Şehîd Mamend Weysî herwiha hêza lijneya lîqa yek bi zindî dikevin destê hêzên Yekîtiyê, hejmara wan heşt Pêşmerge bûye, ji aliyê berpirsên Yekîtiyê wek dîlên şer gulebaran dikin û Şehîd dikin, her di wî şerî de Haşim Bapîr wek fermandeyê hêz gelek bi dijwarî birîndar dibe û niha jî bi sedema şûnwarê wê birîndariyê bûye pekketî. Şehîd Cemal bavê wî jî Şehîdê serdema Şoreşa Eylûlê ye.
Bi fermana Serok Mesûd Barzanî di sala 2009an de bi merasîmeke şayeste termê wan Şehîdan hat veguhastin bo şaredêya Gorêto ya sînorê qezaya Mêrgesor û li wir bi xak hatin spartin.
Serçave:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




