Li gorî nîşana Mesûd Barzanî di pirtûka Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd de, demek bû serkirdatiya şoreşê bîr li lêdana sazûmanên neftê dikir, ev jî ji ber hinek sedemên diyar û eşkere ku ji wan samanê neftê gelek aliyan sûd jê dibînin lê Kurd jê bêpar bû, dahata vê neftê terxan dikir ji bo kirîna çek û bombeyên wêranker paşê li ser Kurd dihat ceribandin, herwiha şoreşa Kurdistanê pêwîstiya wê bi çalakiyên din ên nû hebû, ji bo ku hêza xwe ji bo rejîma nû ya Îraqê biselmîne, ku Be'sî bûn di 17 heta 30 tîrmeha 1968an de bi rêya derbeyê ji bo cara duyem desthilat girtin dest. Armanc jê ew bû ku karekî wisa bi hikûmetê bê kirin û ziyaneke mezin jê re bê gihandin, peyameke eşkere jî be ji bo Be'siyan ku Kurd dikare destê xwe bigihîne mezintirîn çavkaniya aborî ya hikûmetê.   

 Diyar e berê zêdetir ji carekê Pêşmerge êrîş kiribû ser boriyên veguhastina neftê, lê ne hikûmet û ne kompaniya neftê ewqas jê nerehet nebûn, lê piştî ku serkirdatiya şoreşê bêhêvî bû ji wê ku ligel Îraqê bigihêje têgihîştinê derbarê gotûbêj û çareserkirina pirsgirêka Kurd, hingê biryara encamdana çalakiyên wisa da û dest bi amadekarî û cîbicîkirina nexşeya êrîşê kir, ew bû di êvara 1ê adara 1969an de hêzeke taybet a ser bi serkirdatiya şoreşê karîn êrîş bikin ser kompaniya neftê ya Kerkûkê û ziyaneke zêde jê re bigihînin û dengê nerazîbûna Kurd li cîhanê belav bikin. 

 Erka serkirdatiya vê çalakiyê bi Samî Ebdulrehman hat spartin ligel komek fermandeyên bi ezmûn ku alîkarên wî bûn wek Faxir Mêrgesorî û Faris Bawe û Hemesûr Huseyn û Ezzedîn Qere Mihemed û Eref Derwêş û Qadir Cebarî, piştî lêkolîneke hûr nexşeyeke temam hat danîn, derket ku divê nîşana sereke kargeha terkîzê be ku neft ji hemû çalên neftê tê de tê komkirin piştî derbaskirina bi stasyonên gazê cuda kirinê ku berdewam kar dikin hingê diçe wan depoyên ku neft jê tê hinartin.

Di hevpeyvînekê de Samî Ebdulrehman basê wê dike û dibêje: Ji bo wergirtin û komkirina zanyariyan sûd ji wan Kurdan dîtine ku di kompaniya neftê de kar dikirin, piştî lêkolîneke hûr ji wan re derket ku neft ji gazê di stasyonên cuda kirinê de dihat cuda kirin hemû diçû depoyekê jê re dibêjin kargeha terkîz (me'mel terkîz) li bakurê bajarê Kerkûkê, hemû neft ji wan 10 heta 12 stasyonên gazê tê kargeha navborî embar dibe, hingê tê paldan bo Keywan li wir jî bi boriyan ber bi Sûriyê ve bo ser deryaya navîn tê şandin. Di nîşana xwe de pê dihese ku ev depoya komkirina neftê bandorkertirîn cih bûye ku lêdaneke kujer lê bê xistin. 

Amadekariyan ji bo wê çalakiyê dema du mehan girt, çend caran kesên şareza û pispor di warê çalakiyên wisa de çûn ji bo dîtina navçeyê heta cihekî guncaw bibînin ji bo ku vê çalakiyê bi serkeftî tê de encam bidin, plana çalakiyê bi herî zêde نهێنی (nehênî) nexşeya wê hat danîn û zanyariyan bi ti awayî neçû bo dezgehên îstîxbaratî yên hikûmetê, piştî encamdana çendîn civînan bi beşdariya Îdrîs Barzanî berpirsê yekem ê serbazî yê şoreşê, komek ji ciwanên hêza Halgurd xistin xuleke taybet ji bo rahênanê li ser wan çekên ku ji bo wî karî hatibûn terxankirin, wek topên 120mm û 106mm bi taybetî pişta xwe bi topên 106mm girêda bi wê pîvanê ku agirîn e û şewitîner e, berî destpêkirina çalakiyê kêmalkirina meydanî hat encamdan Samî Ebdulrehman û Faxir Mêrgesorî ji Gelale bi rê ketin, li Hewlêrê Faris Bawe fermandeyê hêza Deşta Hewlêrê û Hemesûr Huseyn fermandeyê batalyona Şwan a nêzîkî sazûmanên neftê çûn ser wan, hingê ew cihê ku topan lê saz bikin destnîşan kirin.

Amadekarî û komkirina zanyariyan di dawiya meha kanûna duyem a 1969an de temam bû, herwiha 15ê sibatê dawîn qonaxa perwerdekirinê bû ev jî temam bû. Li gorî nîşana Qadir Cebarî di hevpeyvînekê de dibêje ji Çomanê bi rê ketin ku zivistaneke gelek sar bû berfeke zêde bariya bû, li rêya Xaneqa bo Wertê rastî zehmetiyên zêde hatin di veguhastina topan û gulletopan de heta gihîştin Zînê Estêrokan, lê ew tişta cihê dilxweşiyê bû xelkê Wertê alîkariya wan a zêde kiribûn. Çimkî barê zêdetir ji 100 hêstiran ji top û cebilxaneyên curbicur bi rêya çiyayî hatin veguhastin bo Deşta Hewlêrê.

Piştî temambûna amadekariyên destpêkirinê, di 25ê sibata 1969an de ji bo xapandina hikûmetê dezgeha parastina şoreşê bi şêweyê taybet ê xwe rabû bi belavkirina çend nûçeyan, ku wisa Pêşmerge niyaza wê heye li Deşta Hewlêrê êrîşeke berfireh a çalakiyên partîzanî encam bide, mebest jê ew bû ku bala hikûmetê bo Deşta Hewlêrê bikişîne û zêdetirîn hêzê veguhezîne wî bereyê şer û bereyên din ji aliyê hêzê ve lawaz bike, encama wê hemleya propagendeya xapînok a serbazî veguhastina feuceke serbazî jê ket li Rêdar ku çavkaniyeke sereke ya dilkute bû ji bo Pêşmerge, çimkî astengiyeke tirsnak bû li ser serkeftina çalakiyê, bi wê sedemê feuc hat veguhastin bo Deşta Hewlêrê, rê bo Pêşmerge hêsantir bû di encamdanê de.

 Şeva 1 li ser 2ê adara 1969an hêzên Pêşmerge gihîştin wan cihên ku ji bo wan hatibûn destnîşankirin di nexşeyê de, li gorî wê plana ku hatibû danîn karan bi başî birêve diçûn, saet 9ê şevê topan dest bi lêdana sazûmanên kompaniyê kirin û nêzîkî du saetan topbaran kirin, agir berdan depoya terkîzê û bilêseyên mezin ên agir asmanê navçeyê girt, saet 11ê heman şevê brûskek ji Samî Ebdulrehman ve gihîşt serkirdatiyê ku karê xwe bi serkeftî encam dane. Hêza Pêşmerge temamiya amadekariyên xwe kiribû di rewşa êrîşa berevajî ya hikûmetê de, nêzîkî 800 Pêşmerge di amadebaşiyê de bûn ji bo parastina topan û rûbirûbûna êrîşa artêşê, li ser bereyên Yarweyl û Îstap Layn û Barotxaneya piştî Rehîmawa û Dareman û rêya Teqteq û Altûn Koprî.

Piştî nîv saetê ji şewitandina kompaniya petrolê li her du mihwerên Îstap Layn û Rehimawa, serbazan êrîşên xwe li ser Pêşmerge dest pê kirin. Hêzeke 300 Pêşmergeyan bi çekên giran ên wekî top, doşke, arpîjî û reşeşan li hember wan sekinîn. Du caran êrîş anîn ku bigihîjin ser topan lê hatin têkbirin. Ji saet 10 heta 1:30ê şevê Pêşmerge di rûbirûbûna êrîşa artêşê de berdewam bû û ziyaneke mezin jî gihand wan. Paşê hêza Pêşmerge paşve vekişiya û firokeyan bombebarana navçeya Şiwan û Cebarî dikir û ji bo roja din jî her berdewam bû. Hêjayî gotinê ye piştî encamdana vê Çalakî ya mezin li bajarê Kerkûkê, Pêşmerge bêyî ziyan vegeriya û bruskeya serkeftinê arasteyî Barzanî rêberê şoreşê kir. Barzanî jî bi bruskeyê destxweşî li wan kir û rêz û supasiya xwe gihand wan.

Piştî salekê di kovara (Ehl el-Neft) de hatibû ku kompaniya petrolê derdixist, behsa çêkirina wan cihan kiribû ku têk çûbûn. Yazdeh meh derbas bûn heta hatin çêkirin çimkî derbeke ewqas mezin lê ketibû. Tişta ku hêjayî amajepêdanê ye, ev lêdana kompaniya petrolê li Babagurgur tevî ku serkeftineke mezin bû ji bo şoreşê, peyameke vekirî jî bû ji bo hikûmeta Beis ku di şiyana hêzên şoreşê de heye destê wan bigihîje kûrahiya navçeyên Îraqê û lêdana berjewendiyên wan. Di heman demê de dengvedaneke mezin di navxwe û medyayên cîhanî de hebû. Dirêjkişana şerê Kurdistan û hikûmeta Îraqê ew xistibû nava qeyraneke mezin a darayî û zêdebûna deynan, çimkî rojane şeran lêçûna wan bi çendîn milyon dînar bû, ji bilî kuştareke mezin. Ev hemû sedemên girîng bûn ku hikûmet were bin barê gotûbêj û danûstandinan li gel serkirdatiya şoreşê. Kardaneweyên wê jî tenê ji sengerbendkirina derdora dezgehên kompaniyê bi tank û hêza piyade ji bo parêzgarîkirinê pêk dihat.                    

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapxaneya wezareta rewşenbîrî, çap: yekem, Hewlêr, 2004.

2- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizava rizgarîxwazî ya Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.

3- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane di dîroka şoreşa Eylûlê de, çapa yekem, Hewlêr, 2007.

4- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di şoreşa Eylûlê de, çapxaneya Xebat, Dihok, 1999.

5- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistan û şoreşa Eylûlê binyadnan û hilweşandin 1961-1975, çapa çarem, 2021.

6- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapxaneya zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.