Hacî Omeran dikeve bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê bi dûratiya 183 km, ser bi qezaya Çoman li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, helkefta cografî ya navçeyê kiriye ku gelek bûyerên girîng ên dîrokî bi xwe ve bibîne bi taybetî di şoreşên Kurdistanê de roleke berçav hebûye, diyarîniyan hilgirsana Şoreşa Eylûlê di sala (1961 heta 1975) bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî, di hilgirsana Şoreşa Gulanêyê de jî yekemîn Şehîdê şoreşê li wî sînorî bû bi navê Şehîd Seyîd Ebdulla di 26ê gulana 1976an de, ji bilî vê şer û destanên din jî lê qewimîne, sala (1980 heta 1988) Hacî Omeran û gundên wê bi maweya 3 salan bi temamî hatin wêrankirin bi sedema şerê heşt salî yê di navbera Îraq û Îranê de, paşê di bihara 1991ê de bi sedema raperîna mezin a gelê Kurd navçe bi temamî ava bû.

Piştî hilgirsana Şoreşa Gulanê baregeha Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li gundê Kewper bû li Xanê (Pîranşar) a rojhilatê Kurdistanê, diyar e di wê maweyê de topxaneya Artêşa Iraqê ji Hacî Omeran ve ew aciz kiribûn bi topbarana herêmekî, lewma serkirdatiya şoreşê biryar da ku pêwîst e karek bê kirin ew topxane dûr bê xistin, ji bo vê hêzeke nêzî 60 Pêşmerge bi fermandeyiya Zikrî Yehya Xan û Yasîn Bêroxî û Ehmed Keşxey Gelalî û Hesen Axay Zêweyî û Umer Usman hatin terxankirin ku wê çalakiyê encam bidin, hêzê li Geliyê Hacî Birahîm serketin bo Qendîla biçûk ber bi çiyayê Kodo ve çûn, cihê wan gelek serdest bû li ser navçeya Hacî Omeran û Rayat û Çoman û derdora wê, ji wî cihî ve bi topxaneya welatê Îranê ragihandin ku dest bi topbarankirina ketîbeya topxane û serbazgeha rejîma Îraqê bike li Hacî Omeran, piştî destnîşankirina cihî bo maweya du heta sê rojan serbazgeh û topxaneya Artêşa Iraqê bi hûrgilî hat topbarankirin, di encama topbaranê de nekarîn êdî xwe ragirin piştî ku ziyaneke mezin gihîştê paşekşe kirin û dûr ketin. 

Dema ku serkirdatiya şoreşê ji wê piştrast bû ku şerê di navbera Îraq û Îranê de dikeve qonaxeke dijwar, pêwîst e sûd ji wê derfetê bê wergirtin, ji bo vê yekê ligel fermandeyên serbazî yên şoreşê civiyan, şerê di navbera her du dewletan xistin ber behs û gotûbêj, diyar e li gorî wan zaniyarîyên ku dest ketibûn bi sedema şer navçeyên sînorî hêza wan a zêde nemabû lewma bi baş hat zanîn ku ew navçe bikevin bin desthilata şoreşê, ji bo cîbicîkirina wê bîrokê serkirdatiya şoreşê biryar da ku êrîş bê kirin ser Hacî Omeran bi wê mebestê ku hewl bidin rizgar bikin, lê giriftareke wan hebû ew jî di wê maweyê de bilindahiyên navçeyê di destê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de bûn.

Şeva 17 li ser 18ê çiriya pêşîn a 1980î Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê bi piştevaniya topxaneya Îraqê êrîş kirin ser bingeha serbazî ya padeganê Xanê (Pîranşar), gelek bi xestî topbaran kirin, piştî êrîşê hêzên Partiya Demokrat Hacî Omeran vala kirin, piştî wê serkirdatiya şoreşê hêza Pêşmerge şand bilindahiyên navçeyê daxwaza alîkariyê jî ji hikûmeta Îranê kir di wê êrîşê de alîkariya wan bikin, her çend razîbûna xwe nîşan dan, lê alîkarî bi wî rengî nebû ku jê dihat hêvîkirin, piştî encamdana civîna Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ligel berpirsên Pêşmerge erkên êrîşê bi wî awayî bo diyar kirin:

  • Elî Xelîl û Sebrî Nêrweyî û Elî Şe'ban û Necmedîn Goronî hatin diyarîkirin bo Dola Ênê û Meran ji bo ku guvaşê bixin ser rêya Çoman Hacî Omeran bi fermandeyiya Elî Xelîl berpirsê mihwer.

  • M. Elî û hêza lîwaya du bi aliyê Gundejor de daxistin bo rêya Rayat.

  • Hemîd Efendî û Erîf Yasîn û lîwaya çar û Tehsîn Nêrweyî û Ebdulrehman Teha bo Dola Sîber li rojhilatê Hacî Omeran.

  • Hiso Mîrxan Jajokî Şiwereşê jê re hat spartin.

  • Hêzên lîwaya du Resûl Feqê û Ebdulla Qado û Feyzo Selîm Xan û Mela Resûl rêya Hacî 

       Omeranê jê re hat danîn ku pê de biçin.

Di 11ê çiriya paşîn a 1980î de hemû karûbarên êrîşê temam bûn her hêzek ber bi cihê xwe ve bi rê ket, alîkariyan welatê Îranê jî bo piştevaniya şerê pêk dihat ji topbarankirina serbazgehên Artêşa Iraqê û alîkariya lojistî û veguhastina Şehîd û birîndaran ku bo wê mebestê sûd ji helîkopterê bê wergirtin, her wiha di egera hatina helîkopterên Artêşa Iraqê bo şerê welatê Îranê bi firokeyên şerî piştevaniya Pêşmerge bike, her çend soz da lê di cîbicîkirinê de li gorî pêwîst nebû. Egerçî barûdoxê hêzên hikûmetê jî ji wê bihêztir bû ku Pêşmerge jê tê gihîştibû û li gorî wan zaniyarîyên ku gihîştibûnê belkî tenê kospa mezin li ber destê wan berf û sermayê bû.

Di 15ê çiriya paşîn a 1980î de êrîş dest pê kir, sereta topxaneya Îranê topbarana wan cihan kir ku ji aliyê Pêşmerge ve resed jê re dihat girtin, lê di asta wê çaverêkirinê de nebû, heta carekê ewqas mabû Pêşmerge li serê Şiwereşê bipêke, di mihwerê Sîber sê cihên girîng ketin destê Pêşmerge û pênc serbaz jî bi dîl hatin girtin, lê li bilindahiyan bi sedema berf û zeryanê ketin barûdoxeke zehmet, sereta êrîşê gelek bi serketî birêve çû Pêşmerge li Hacî Omeran heta nêzî mizgeftê dest danîn ser, termê hejmareke zêde ya serbazên Artêşa Iraqê li meydana şer de mabûn, lê ligel belavbûna nûçeya şehîdbûna Fettah Axa û hejmarek Pêşmerge di hêza Hacî Bêroxî de bi sedema topbaranê êrîşê sar bû. 

Ev dastana Pêşmerge 48 saetan kişand, gelek cih ketin destê Pêşmerge lê biryar hat dayîn ku vekişin ji ber metirsiya berfê ku rê were girtin û zehmet bû Pêşmerge xwe lê ragire, ji ber sermayê, ji bilî wê jî hêzeke mezin a rejîmê li Diyanayê di amadebaşiyê de bû ji bo êrîşa li ser Pêşmerge, ziyanên Artêşa Iraqê di vî şerî de bi kuştî û birîndaran ve zêdetirî 70 serbaz bûn ligel pênc dîl û hinek çek û teqemenî jî ketin destê Pêşmerge. Piştî ku biryara rawestandina êrîşê hat dayîn, Hêzên Pêşmerge vekişiyan, hêza mugawîr a ser bi Artêşa Iraqê vegeriya cihên berê, Hêzên Pêşmerge li gundê Temerçiyan di nava axa Rojhilatê Kurdistanê de bo dema mehekê man, lê bo nobedariyê diçûn ser bilindahiyên navçeyê.

 Ziyanên Hêzên Pêşmerge di vî şerî de 14 Şehîd û 26 birîndar bûn ku gelek ji wan ji ber topbarana dijwar a topxaneya Artêşa Iraqê bû, hêjayî gotinê ye wek di amajeya pirtûka Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd de hatiye, Barûdoxê hêzên hikûmeta Iraqê ji wê bihêztir bû ku Pêşmerge tê gihîştibû li gorî wan zanyariyên ku gihîştibûn wan, ev ji aliyekî, sermaya demsalê jî ji aliyekî din ve kir ku Pêşmerge nekaribe bi temamî dest bi ser Hacî Omeran de bigire û azad bike bi taybetî bilindahiyan bi carekê de tê de bimîne.                   

Çavkanî:
  1. https://www.hawlergov.org/app/ar/node/405

  2. Umer Usman, Jiyana Kurdîk, bergê yekem û duyem, çapxaneya Mukriyan, çapa duyem, Hewlêr-2008. 

  3. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, bergê çarem 1975 – 1990 Şoreşa Gulanê beşa duyem çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.  

  4. Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bêroxî, bergê duyem, çapa duyem, Tirkiye, 2021.

  5. Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bi dû dadperweriyê de, bergê duyem, çapa duyem, Kurdistan- 2021.