Mela Resûl, sala 1927an li qezaya Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê li bajarê Moskowê li kolêja (Partî Şkola) xwendiye, her du zimanên Kurdî û Rûsî zanîye, sala 1952an li Semerqenda Ozbekistanê li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kiriye û li wir jî hatiye veşartin.
XebatnameSala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfiya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin, di 11ê çiriya pêşîn a heman salê de piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan, rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bûye û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê beşdarî kiriye, di 29ê nîsana heman salê de beşdarî şerê Qerawa li navçeya Seqizê kiriye.
Di 19ê nîsana 1947an de biryar daye ku di bin fermandeyiya jenerel Mistefa Barzanî li berxwedanê berdewam be, di 23ê gulana 1947an de li gel du birayên xwe bi navên (Mihemed Melamihemed û Hesen Melamihemed) beşdarî di rêrew ber bi Yekîtiya Sovyetê kiriye, di 9ê hezîrana 1947an heta 11ê hezîrana heman salê beşdarî şerên Geliyê Qetur û Pira Makoyê kiriye, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê yên Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê ve bo komelgeha Çirçûkê ya nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê bê veguhastin û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxtê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004).
- Şeban Elî Şeban, Hendêk Zanîyarî Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013).
- Umer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarizat Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2002).
- Li bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Necef Qulî Pisyan, li Mehabada xwînavî ve heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996).





