Doktor Seîd Barzanî sala 1930 li gundê Bêdudê ser bi nahiya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1953 li Lunacharsky li tenişta Tashkentê dest bi xwendinê kiriye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî li gel Bklal Ililna Novya pêk aniye, du kurên wan hebûne bi navên Ezîz û Ehmed, paşê li bajarê Moskowê li Koleja Partî Shkola berdewamiya xwendina xwe daye, piştî 14ê tîrmeha 1958an Mistefa Barzanî nemir vegeriya Kurdistanê û ew jî li gel hevalên xwe vegeriya, sala 1959an li Koleja Adabê ya Zanîngeha Bexdayê bû mamoste. Di rêkefta 5ê mijdara 1960an de li ser bangewaziya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê, di salvegera Şoreşa Cotmehê de hevaltiya Mistefa Barzanî kir bo Yekîtiya Sovyetê, karî xwendinê temam bike û bawernameya peymangehê werbigire. Sala 1961ê ji bo cara duyem li ser daxwaza Mistefa Barzanî ji desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê li akademiyê bo xwendina doktorayê (nauk) hate wergirtin ku taybet bû bi fêrbûna akademîk di warê civaknasî û rewşenbîriyê de û berdewam bû li ser xwendinê û karî bawernameya doktorayê di beşa dîrokê de werbigire. Her li vê akademiyê de hevjîna wî jî wek xwendekar hate wergirtin û doktoraya xwe di zimanê rûsî de wergirt, sala 1970an vegeriyaye û li Koleja Adabê ya Zanîngeha Bexdayê hatiye damezrandin, hevjîna wî jî wek mamostaya zimanê rûsî, kar û barên Mela Mistefa Barzanî birêve dibirin ku taybet bûn bi balyozxaneya Rûsyayê li Îraqê.
XebatnameEhmed Heskoyî Îbrahîmî nasraw bi Ehmed Nadir ku bavê wî bû, ji wan kesan bû ku Mela Mistefa wek wekîl li gel Ebdulla Kirkemoyî û Welî Beg li devera Barzan danîn, ji ber ku baweriya wî ya zêde bi wan hebû, Ehmed Nadirê bavê wî sala 1932an berpirsê parastina Derbendê Zêt bûye û di raperîna sala 1935an de di şerekî dest bi dest de li çiyayê Govendê li sînorê navbera bakur û başûrê Kurdistanê nêzîkî gundê Ergoş şehîd bûye.
Doktor Seîd sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di rêkefta 12ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsê Xêrezokê kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya awarte dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsê Meydan Morikê bûye.
Di rêkefta 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî şikestina Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe dide rojhilatê Kurdistanê, di rêkefta 31ê adara 1946an de di Hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û di şerên bereya Seqizê li Komara Demokratîk a Kurdistanê de beşdarî kiriye, di rêkefta 3ê gulana 1946an de beşdarî şerê Milqerenê kiriye li rojhilatê Kurdistanê.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegeriyana Barzanî ji rojhilatê Kurdistanê bo başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, jeneral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Tashkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî li ser meşqa serbazî berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivisky bên komkirin, lewma navbirî di meha mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrivisky li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Her di sala 1959an de navbirî li Bexdaya paytexta Komara Îraqê ligel Mistefa Ebdulla Feqê Nebî û Babekir Şêx Hisên Laçîn parêzvaniya Mela Mistefa Barzanî kirine.
Di sala 1973an de li ser raspardeya Barzanî yê nemir zanîngeha Bexdayê hiştiye û vegeriyaye başûrê Kurdistanê û beşdarî Şoreşa Eylûlêyê bûye û çûye bereya Hesen Beg, sala 1974an beşdarî di şerên Zozik, Henderên, Sertîz û Gerûyê Umer Axa kiriye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Îranê û li Neqede niştecî bûye û paşê çûye Kerecê.
Sala 1976an beşdarî Şoreşa Gulanêyê bûye, sala 1977an berpirsê lîqa 2 ya baskê rast bûye li sînorê Barzan, Mêrgesor, Sîdekan û Soran. Di 4ê çiriya paşîn a 1979an de di Kongreya 9 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye endamê komîteya navendî, salên 1979 heta 1980an berpirsê hêza baskê çep bûye li lîqa yekê, piştî Kongreya 9 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê baskê rast ê hêza lîqa 2 ya navê wê kirin Hêza Barzan (Quweta Barzan), paşê bûye berpirsê navçeya Barzan, beşdarî şerên Mêroz, Kanî Reş, Xêrezok, Eşkewtwan, Mêrgesor, Şêrwan Mezin, Çame, Kolaneder, Gerûyê Sartê, Kolane Sûrek, Pirdê Mezin, Geliyê Bêxme, Korê, Tawk û Rêzanê bûye, di şerê Xwakurkê de fermandeyê mihwerê qatêyê Barzan û Mêrgesor bû ku ev cihên hanê digire ber xwe: Sardaw, Hawdiyan û Balekiyan, Şîvediz û Sirêşme, Xelîfan, Serçiya, Deşta Hêrt û Deşta Berazger. Di 31ê tebaxa 1980an de li pirdê Rêzan birîndar bûye.
Di sala 1988an de fermandeyê bereya rojavayê Xwakurkê bû, heman salê bûye fermandeyê mihwerê navîn, ligel Remezan Doskî berpirsê mihwerê çiyayê Xerwankê yê sînorê rêxistina Şêrîn bû, di 28ê tebaxê de li bilindahiyên serê Kurava û Berê Mişka bi gulleyeke topê ya mezin birîndar dibe û her di bereyên şer de ji aliyê doktor Mihemed Salih ve tê derman kirin.
Sala 1991ê beşdarî raperînê bûye, di 7ê nîsana 1991ê de fermandeyê Quweta Barzan bû û beşdarî di dastana Korê de kiriye û berpirsê qola destê rastê Pîrmam bû, sala 1993an hatiye kirin endamê lijneya bilind a civakî ya navçeya Barzan, di dîroka 16ê tebaxa 1996an de di çarçoveya ahengên yûbîlya zêrîn de, ji ber xebat û berxwedana wî di şoreşa duyem a Barzan, Komara Dêmokrat a Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê û raperînê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî yê nemir jê re hatiye bexşîn, di dîroka 5ê sibata 1999an de li Pîrmam koça dawî kiriye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hamîd Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
- Hamîd Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer wedewruhu el-siyasî wel-iqtisadî fî el-Îraq, (Londûn – Darulhikme - 2016).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî de çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).





