Di heman demê de barûdoxa jiyanê li navçeya Barzan gelek zehmettir dibe, bi awayekî ku birçîbûn digihîje asteke metirsîdar û bi biryara hikûmeta navendî dest bi zêdekirina binkeyên leşkerî li navçeyê tê kirin, ev kar jî dibe sedema nerazîbûna xelkê û beşek ji wan penahê dibin ber çiya û şerê li dijî binkeyên polîsên vê navçeyê.

Ew meynetiyên ku barzaniyan di navbera salên 1940-1942an de tûşî dibin û dorpêça aborî û civakî ya ku muteserifê Silêmaniyê xistibû ser barzaniyan û ew qeyrana aborî ya ku ji ber Şerê Duyemîn ê Cîhanê û sedemên xirabûna rewşa aborî ya navçeya Barzan, dihêle ku Mistefa Barzanî hikûmetê ji wê rewşê agahdar bike ku çareseriya pirsgirêkên wê navçeyê bike, lê ew daxwazî tu encamekê nade.

Mistefa Barzanî, piştî komek peywendî ku heta sala 1943an dirêj dibin, ji bo wî zelal dibe ku helûmercên rêkxistina şoreşeke din guncaw in, ji aliyekî ve xelkê êdî şiyana vê hemû zilm û stemê ku karmend û binkeyên polîsan li hember wan dikirin nema bû. Lewma Barzanî piştî şêwirînê bi Komeleya Hîwa û hejmarek ji kesayetiyên nîştimanperwer re, di roja (12)yê tîrmeha 1943an de biryar da ku vegere navçeya Barzan.

Ji ber ku rêyên navxweyî yên Îraqê bi temamî di bin kontrol û çavdêriya tund a hêzên Îraqê de bûn, Mistefa Barzanî û du kes ji hevalên wî bi navên Mistefa Ebdullah Akreyî û Silêmanê Sûr bi alîkariya Şêx Mihemed Çikol, apê Şêx Mehmûdê Berzincî, piştî derbaskirina çiyayên Pişderê diçin gundê Turcal li bakurê rojavayê Seqizê û li wir peywendiyê bi Hacî Baba Şêx - serokwezîrê Komara Kurdistanê di sala 1946an de - dikin. Ji ber ku ji bo girtina Mistefa Barzanî û hevalên wî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve xelat hatibû diyarkirin, Barzanî razî dike ku ji bo parastina jiyana xwe û hevalên xwe û ji bo ku kes nizanibe ew kî ye, bi navê yek ji şêxên Hewramanê û ligel kesên cihê baweriyê, Barzanî tê şandin bo sînorê Hacî Omeran.

Piştî ku Mistefa Barzanî bi rêya Serdeşt û Mehabadê xwe digihîne Nexedeyê û li wir diçe Axze Zêwe bo mala Mamend Şêrwanî (Mamend Mesîh) ku bi xwe barzanî bû û ji ber zilmê hikûmeta Îraqê hatibû Nexedeyê û ji aliyê Kak Mamend Axa Qadirê Kulîç ji serok eşîrên Mamaş li wî gundî cih jê re hatibû dabînkirin. Piştî çûna Barzanî bo cem Mamend Mesîh, bi hev re bi navçeya Şino de bi rêya Nelos û Babxalayê bo gundê Kak Mamend Axa yê Mamaş ku Kulîç bû diçin û ji bo demekê li cem wî dimînin.

Rojekê ku Mistefa Barzanî û Mamend Axa yê Mamaş û hejmareke din ji kesayetiyên navçeyê li dîwanxaneya mala Mamend Axa rûniştibûn, Qerenî Axa ji axayên eşîra Pîran serdana cem Mamend Axa dike û jê re dibêje: "Rêveberê polîsê Îraqê li ser sînorê her du welatan hatiye cem min û jê re gotiye Mistefa Barzanî hatiye Îranê û her kes bi zindî yan mirî bikaribe radestî hikûmeta Îraqê bike, yek otomobîla tijî dînar wek xelat jê re tê dayîn." Ew di demekê de ye ku Qerenî Axa, Mistefa Barzanî nas nake û nizane di wî meclîsê de amade ye û gotinên wî dibin sedema hêrsbûna Mamend Axa yê Mamaş, lê di rastiyê de ew pereyê ku ji bo zindî yan miriyê Mela Mistefa Barzanî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatibû diyarkirin, pêncî hezar dînarên Îraqî bû ku bi awayekî fermî di rojnameya (Fetî Îraq) ya li Mûsilê de hat belavkirin. Piştî demekê ku Mistefa Barzanî li cem Mamend Axa yê Mamaş dimîne, dikare ji wan barzaniyan ên ku di heyama çend salan de ji Îraqê revîbûn û ji aliyê Kak Mamend Axa yê Mamaş ve li çend gundên xwe hatibûn penahdan, bi taybetî li gundên Kanî Reş û Axze Zêwe hatibûn niştecîkirin, hêzeke 30 kesî pêk bîne.

Barzanî û hêza xwe di 28/7/1943an de tên nav axa Îraqê û piştî bêhnvedanê li mala Mehmûd Begê Xelîfe Semed, xwe digihîne gundê Bibêl û li mala kesekî bi navê Mihemed Mela niştecî dibe ku yek ji rûspiyên navçeyê bû. Mistefa Barzanî li gundê Bibêl diçe navçeya Memendan û pêşwaziyeke germ lê tê kirin.

Piştî ku Barzanî vedigere navçeya Barzan, navçeyê bi ser dike û ligel xelkê dicive û hejmareke zêde peywendiyê bi hêza Mistefa Barzanî dikin, wek: Mihemed Seîd Bêroxî, Mela Şinê Bêdarûnî, Ezîz Axayê Zerarî û Salih Kanîelincî. Ev bi serketin û hevdîtinane bi dirêjahiya meha Tebax û Îlona 1943an dirêj dikin.

Evîna Barzanî li cem xelkê Barzan ji aliyekî ve û ew zilm û stema ku polîs û fermanberên navçeyê li ser xelkê Barzanî sepandibûn ji aliyekî din ve, hişt ku ciwan û ew mêrên ku şiyana çekhilgirtinê wan hebû bi lezgînî peywendiyê bi Barzanî re bikin û di heyama du hefteyan de hejmara wan digihîje 750 kesan.

Piştî komkirina hêzê, Mistefa Barzanî peywendî bi fermandarê polîsxaneya Şîtne re kir ku kesek bi navê Mufewez Qadir Begê Rewandizî bû, ji bo ku nameyê jê re bigihîne hikûmetê, Mistefa Barzanî di wê nameyê de amadebûna xwe ji bo rêkeftin û dîtina çareseriyeke aştiyane nîşan da, ji bo wergirtina bersiva nameya xwe Barzanî ligel Qadir Beg cihêkî li nêzîkî Mezneya çiyayê Bradost diyar dikin ku heta sê rojên din bersiva nivîskî werbigire, lê hikûmeta Îraqê hêzekê dişîne wî cihê diyarkirî ji bo ku Barzanî desteser bikin, bi vî awayî niyeta xirab a hikûmetê eşkere bû.

Gava Mistefa Barzanî  digihîje wê baweriyê ku hikûmet bi tu awayî naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane çareser bike, di 2/10/1943an de beşek ji hêza Barzanî bi serperiştiya her yek ji Mihemed Emîn Mîrxan, Mamend Mesîh û Ezîz Axayê Zerarî êrîş dikin ser polîsxaneya Şanedêr û kontrol dikin.

Piştî wan êrîşan hikûmeta Îraqê fevcêk polîs di bin fermana amirfevcê polîs bi navê Cewadbeg dişîne ser Mistefa Barzanî û li Şêrwan Mezin bi cih dibin, ev di demekê de ye ku Mistefa Barzanî çûbû ser mexferê Xêrezok li gundê Xêrezok ser bi nahyeya Pîran li qezaya Mêrgesor di maweyeke gelek kurt de 21 binkeyên polîsan ji bilî sê polîsxaneyên Mêrgesor û Barzan û Bile tevahiya binkeyên polîsên navçeya Barzan tên kontrolkirin. Bi wê karî hemû navçeyên Şêrwan Mezin û Mêrgesor çek û cebilxaneyeke zêde jî dikeve bin destê Barzanî. Ji bilî wê jî serkeftinên yek li pey yeka Barzanî li hember hêza Îraqê dibe sedem ku ew şoreş navdar bibe, bi awayekî ku ew babet dibe baseke germ a rûniştinên parlamentoya Îraqê û hemû rûniştinên siyasî yên Îraqê û wekî girîngtirîn sernivîsa rojnameyan cihê xwe digire.

Di 25ê çiriya pêşîn a 1943an de piştî şerên Xêrezok û Şanedêr muteserîfê liwaya Mûsilê bi rêya Ehmed Fexrî Beg û Mela Tahir Efendî nameyekê ji bo Mistefa Barzanî dişîne û tê de daxwaz dike Mistefa Barzanî xwe bide dest, heta ew jî biryara lêborînê ji bo wî dabîn bike û hikûmet jî amade ye giriftên barzaniyan ên dûrxistî çareser bike.

Her di wê demê de Partiya Hîwa ku partiyeke kurdî ya نهێنی (veşartî) bû li Bexdayê û endamên wê ji çînên xwendewar û efser û leşker û serok eşîran û sercem çîn û tebeqeyên civakê pêk hatibûn, peywendiyê bi Mistefa Barzanî re dikin û li Bexdayê nivîsarek ji bo hemû balyozxaneyên biyaniyan ên Bexdayê şandin ku mebest ji şoreşa Barzanî damezrandina hikûmeteke lamerkezî ye ji bo kurd di bin sîbera şoreşa Barzan de.

Hemû ew bûyer bi hev re dibin sedem ku tirs û nîgeraniyek li cem îngilîzan û hikûmeta Îraqê çêbibe, ji ber ku ditirsiyan ew şoreşa Barzan berfirehiyê bi xwe ve bibîne û hemû Kurdistanê bigire, lewma piştî wê nivîsara muteserîfê Mûsilê ji bo Barzanî dişîne, di dirêjahiya heman hewldan û xebatê de di 2ê çiriya paşîn a 1943an (C.J. Edmonds) ku di wê demê de şêwirmendê wezareta navxwe ya Îraqê bûye, nameyekê ji bo Mistefa Barzanî dişîne û daxwaz jê dike mercên hikûmetê qebûl bike û xwe û çekên xwe jî bide destê hikûmetê. Lê Mistefa Barzanî di 6ê çiriya paşîn a 1943an de bersiva nivîsara Edmonds dide, û tê de ew mercên ku hikûmeta Îraqê ji bo danûstandinê diyar kiribûn red dike û wiha derdixe ku ew baweriya wî bi sozên hikûmetê nîne, ji ber ku piştî raperîna 1932-1931ê ya Barzan û xwe bi destê xwe dayîna barzaniyan hikûmetê reftareke namirovane li gel wan kir.

Tiştê ku pêwîst e li vir bê behskirin ew e ku hikûmeta wê demê ya Îraqê ne tenê ji bo damirkandina şoreşa duyem a Barzan ku nû dest pê kiribû sûd ji hêza artêşa xwe û hêzên kurdî yên alîgirên hikûmetê werdigirt, belkî serkirdatiya tevahiya tevgerên leşkerî yên xwe bi jeneralekî Brîtanyayê bi navê Promilo dispart ku bi (Bê Dest) navdar bû, lê di wan êrîşên ku di navbera sala 1943 û gulana 1944an de li ser barzaniyan hatin kirin tu berhemek bi dest nexistin ji bilî şikestê nebe.

Dema ew şer di navbera artêşa Îraqê û hêza Barzanî de rû didin û balyozê Brîtanyayê tê cem Mistefa Barzanî û daxwaz jê dike dawî bi wî şerî bîne, herwiha daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiribû siyaseta xwe li hember kurdan biguherîne û siyaseteke nermtir bi kar bîne. Ji bo wê mebestê jî guhertineke di şanoya siyasî ya sala 1943an de li Îraqê rû dide, di 25/12/1943an de Nûrî Seîd ji bo careke din hikûmeteke nû dadimezrîne û sê wezîrên kurd tê de hebûn, ku pêk hatibûn ji Ehmed Muxtar Baban ji bo wezareta dad, Umer Nezmi ji bo wezareta navxwe, Macîd Mistefa ji bo wezîrê dewletê ku taybet bû bi çareserkirina pirsgirêka kurd.

 

Macîd Mistefa piştî ku ji aliyê hikûmetê ve desthilata temam jê re tê dayîn ji bo çareserkirina pirsgirêka barzaniyan xwe nêzîkî Partiya Hîwa dike û daxwaz ji hikûmetê dike sê efserên kurd bi navê efserê peywendiyan bişîne ji bo navçeya Barzan, hikûmet jî wê daxwazê dipejirîne û ji Partiya Hîwa re radigihînin ew bi xwe wan efseran hilbijêrin, Partiya Hîwa jî Emîn Rewandizî û Îzet Ebdullezîz û Seyîd Ezîz Seyîd Ebdulla diyar dike û dişîne cem Macîd Mistefa, ew efser piştî gotûbêjê li gel Macîd Mistefa tên şandin bo Mêrgesor ji bo ku li gel Mistefa Barzanî biaxivin, ev di demekê de ye ku pêşwext Partiya Hîwa Barzanî agahdar kiribû ku ew kes ji endamên wê partiyê ne.

Dema ew sê efserên kurd ên ser bi Partiya Hîwa û di heman demê de nûnerên hikûmetê bûn li gel Macîd Mistefa di 7/1/1944an de ji bo axaftinê li gel Barzanî û devjêberdana wî ji çalakiyên çekdarî, diçin Barzan, Mistefa Barzanî çend daxwaziyek pêşkêşî wê lijneyê dike ku bigihîne destê hikûmetê û eger hatin cîbicîkirin ew jî dev ji çalakiyên çekdarî berdide, daxwaziyên wî pêk hatibûn ji:

  • Raguhestin û derxistina wan karmendan ên bi bertîlxwarin û xerab bi kar anîna desthilata xwe navdar in.
  • Pêkanîna herêma Kurdistanê ji liwayên (Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr û qezayên kurdî yên liwaya Mûsilê ku pêk tê ji Zaxo, Amêdî, Dihok, Akrê, Şêxan, Şengal, li gel her du qezayên Xaneqîn û Mendelî li liwaya Diyale).
  • Di vê liwayê de zimanê kurdî dibe zimanê fermî.
  • Meawn wezîrekî kurd ji bo hemû wezaretan tê danîn.
  • Dahênana wezaretê ku wezîrê wê kurd be û karûbarên vê herêma Kurdistanê jê re bê spartin.
  • Ewên ziyan gihîştiye wan ji bo wan bê bژardinewe (tazmînat bê dayîn).
  • Vekirina dibistan û nexweşxane û textkirina rê û avedankirina navçe.
  • Di wilayeta Kurdistanê de karûbarên leşkerî û darayî û derve taybet dibe bi hikûmeta navendî.
  • Vegerandina dûrxistiyan bo navçe û berdana girtiyan.

Piştî vegera Macîd Mistefa bo Bexdayê û gihandina daxwaziyên Mistefa Barzanî bi destê desthilatdarên Bexdayê, encûmena wezîrên Îraqê di 25/1/1944an de di bersiva daxwaziyên Barzanî de vê biryara heşt xalî derxist:

  • Rêveberiyeke nû li qezayên Zêbar, Rewandiz, Amêdî û derdora Mêrgesor, Şêrwan Mezin û Barzan bê avakirin û karbidestên baş jê re bên danîn, eger hat kirin bi navê efserên peywendiyan ew efseran ji wan re bişîne.
  • Avakirina nuqteyên polîsan li hemû wan navçeyan de ji Xelîfan û Rêzanê heta Diyane û Kanî Reş.
  • Vekirina rêyan di navbera nuqteyan de.
  • Dûrxistina Mistefa Barzanî ji navçeya Barzan.
  • Vegerandina Şêx Ehmedê Barzan û barzaniyan yên dûrxistî bo Barzan û çûna Mistefa Barzanî bo Bexdayê bo xwe radestkirinê, lê biryar li ser van her du babetan di destê wezîrê navxwe yan Macid Mistefa de bû ku her gava xwestin biryarê li ser bidin.
  • Ew tiştên ku Mistefa Barzanî û hevalên wî di hikûmetê de dagîr kiribûn ligel çekên xwe bidin destê hikûmetê.
  • Hikûmet razî bibe bo lêborîna giştî ya barzaniyan ji bilî çekdaran û ew karbidestên ku di hikûmetê de bûn û paşê çûne rêzên Mistefa Barzanî, herwiha hikûmetê ragihand ew biryara lêborînê her gava daxwaza hikûmetê bû wê demê belav dike.
  • Her wezaret çi di stûyê wê de ye encam bide.

Piştî derketina vê biryarê hikûmeta Îraqê hejmarek efserên kurd ên artêşa Îraqê hildibijêre daku biçin navçeyên kurdî û wekî efserê peywendiyê li wir mijûlî cîbicîkirina karên hikûmetê bin. Ew efseran jî navên wan ev bûn:

  1. Eqîd Emîn Rewandizî bo Rewandiz.
  2. Lîwa Behaedîn Şêx Nûrî bo Silêmanî.
  3. Neqîb Seyîd Ezîz Seyîd Ebdullah bo Mêrgesor.
  4. Neqîb Mîrhac Ehmed bo Akrê.
  5. Raîd Îzet Ebdullezîz bo Bilê.
  6. Neqîb Mistefa Xoşnav bo Barzan.
  7. Neqîb Mecîd Elî bo Amêdî.
  8. Neqîb Fûad Arif bo Pêncwên.

Piştî derketina wê biryara encûmena wezîran a Îraqê, Bexda bo asayîkirina barûdoxê yek ji sozên xwe ku rizgarkirina barzaniyan ên dûrxistî bû cîbicî dike, lewma Şêx Ehmedê Barzan û barzaniyan ên dûrxistî di 12/2/1944an de vedigerin navçeya Barzan. Piştî encamdana vî karî Mistefa Barzanî ligel hejmarek ji serokên hozên navçeyê di 22/2/1944an de serdana Bexdayê dike, li wir ligel serokwezîrê Îraqê û balyozê Brîtanyayê dicive û piştî yek hefte manê li Bexdayê vedigere Barzan.

Ew kiryarên ku di wê demê de hatin encamdan û her du aliyan li şûna şer û xwînrijandinê rêya aştiyê û rûniştin û gotûbêjkirinê hilbijartin, lê Brîtanyayê dest bi avakirina hejmarek planan li dijî kurdan kir bo nimûne:

  1. Çandina tovê du-berekiyê di nav lawên kurd de li ser destê kesên bi kirêgirtî.
  2. Herêşe û sozên balyozê Brîtanyayê bo Mistefa Barzanî ku bi rêya nameyan hatibûn şandin.
  3. Dest ji kar kişandina kabîneya wezareta Nûrî Seîd di (3/6/1944) de bi behaneya pêkanîna wezaretêke înteqalî bo astengdanînê li ber cîbicîkirina wan çaksaziyan bû ku vê kabîneyê ragihandibû.
  4. Pêkanîna kabîneya wezaretê ji aliyê Hemdî Paçecî ve di (3/6/1944) de û hatina her yek ji Mistefa Umerî wekî wezîrê navxwe, ji kurdan jî Ehmed Muxtar Baban wekî wezîrê dad û Tewfîq Wehbî wekî wezîrê aborî hatin danîn. Di serdema wan wezîran de erka efserên peywendiyê hat rakirin û hinek ji wan jî xanenişîn bûn.
  5. Danîna biryarên kabîneya Nûrî Seîd, ku hêj tiştek jê nehatibû cîbicîkirin, ligel hilweşandina kabîneya wî, ev jî peyrewkirina siyaseteke taybet bû li hember barzaniyan.

Bi hatina ser kar a kabîneya nû careke din siyaseta dijayetîkirina kurdan hat peyrewkirin, her di wê navberê de wezareta berevaniyê bi biryarekê daxwaz ji efserên kurd dike ku berê wekî efserê peywendiyê hatibûn şandin bo navçeyên Kurdistanê vegerin Bexdayê, ew efseran dema vedigerin Bexdayê, Mîrhac û Mistefa Xoşnav dibînin barûdoxê partiya Hîwa di herî xerab de ye. Lewma ligel Îzet Ebdullezîz her yek ji wan bo dema du mehan molêtê werdigirin û Mîrhac û Mistefa Xoşnav diçin Mehabadê bo hevdîtinê ligel Komeleya J.K, ku di wê demê de li Îranê gelek navdar bûbû, Îzet Ebdullezîz jî diçe Sûriyeyê daku ligel komeleya (Xoybûn) de peywendiyeke çêbike, piştî vegera Mîrhac û Mistefa Xoşnav ji ber ku di hikûmetê de bi guman bûn Mîrhac diçe Bexdayê û Mistefa diçe Barzan daku eger metirsî hebû her du bi hev re tûşî nebin.

Piştî yek mehê Mîrhac agahiyê dide Xoşnav ku vegere ser karê xwe, lê piştî yek mehê her du jî ji ser karên xwe tên dûrxistin û Mîrhac tê girtin û dişînin bajarê Emare, Mistefa Xoşnav jî ku di wê demê de li Mûsilê bû dema dizane biryara girtina wî derketiye diçe Bêtwate, derbarê Îzet Ebdullezîz de jî pêwîst e bê gotin ku li Sûriyeyê diçe Misirê û dema vedigere Bexdayê û ji barûdoxê têdigihîje yekser Bexdayê cê dihêle û xwe digihîne Barzan û agahiyê dide Mistefa Xoşnav jî ku ew jî biçe Barzan.

Di encamdana zêdebûna dijayetîkirina kurdan ji aliyê hikûmeta Paçecî ve û piştî ku ji bo Mistefa Barzanî eşkere dibe ku parlamentoya Îraqê û hikûmeta Hemdî Paçecî sozên hikûmeta berê ya xwe hilweşandine, ew jî bo dijayetîkirina hikûmetê helwestê werdigirin û xwe bo vî barûdoxî amade dikin û rêzên xwe rêk dixin û peywendiyê bi navdarên kurd ên Bexda, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî, Mûsil û Rewandizê dikin, ji aliyekî din ve daxwaziyên xwe di nav rêzên serbaz û efserên kurd ên artêşa Îraqê de belav kirin û daxwaz kirin bên rêzên şoreşê, herwiha serkirdatiya şoreşê peywendî bi partî û komên siyasî yên pêşkeftinxwaz ên Îraqê re kir daxwaziyên gelê kurd bo ereban hatin ronîkirin û ew propagendeya ereban ku digotin kurd alîgiriya Sovyetê dikin û dixwazin bîra komunîzm û desthilata rûsan li Îraqê belav bikin red dikirin.

Piştî ku hikûmeta Hemdî Paçêçî daxwaz dike ku efser vegerin Bexdayê, herwiha piştî girtina Mîr Hac, di nîvê duyem ê sala 1944an de Barzanî gelek hewl da ku şer di navbera hêzên wî û artêşa Îraqê de çênebe, lê hikûmetê bi ti awayî gavên baş neavêtibûn, lewma bi hejmarek ji efserên kurd re li Barzan ku pêk dihatin ji: Mistefa Xoşnav, Îzet Ebdullezîz, Ebdulhemîd Baqir, Mihemed Mehmûd, Şewket Ne'man, Ehmed Îsmaîl, Bekir Ebdulkerîm û Hifzulla Îsmaîl. Ew efser ji bilî Mihemed Mehmûd di dîroka 15/1/1945an de komîteyek bi navê (Komîteya Azadî) dadimezirînin ku serokatiya wê dikeve ser milê Mistefa Barzanî û daxuyaniyek derxistin û tê de amaje bi bernameyên xwe kirin ku pêk dihatin ji:

  1. Rizgarkirina Kurdistanê û azadkirina wê ji zilm û zordariyê.
  2. Pêkanîna desteya çekdar ji bo parastina Kurdistanê.
  3. Hewldan ji bo aştiya giştî ya niştimanî.
  4. Pêkanîna peywendiya biratiyê ligel hemû partî û rêxistinên niştimanî û azadîxwazên hemû navçeyên Kurdistanê.
  5. Gihandina dengê kurd û zordestiyan bo hemû raya giştî ya cîhanê û dewletan bi rêya balyozxaneyên welatan li Bexdayê.
  6. Riswakirina siyaseta dijmin li hember gelê kurd di nav çînên gel de bi rêya amûrên ragihandinê, daxwaz jê bê kirin bendên wê rêkeftina sala 1943an cîbicî bike ku şer pê hatibû rawestandin.

Piştî damezirandina Komîteya Azadî ji aliyê Barzanî û efserên kurd ên ser bi Partiya Hîwa ve di dîroka 30/1/1945an de Refîq Hîlmî serokê Partiya Hîwa daxwaz ji Barzanî dike ku her du alî bibin yek û baregeha Partiya Hîwa li Bexdayê were Barzan, lê Barzanî di bersiva vê daxwazê de radigihîne ku di wê demê de bi başî nabîne binkeya Hîwa ji Bexdayê were veguhastin bo Barzan, belkû wisa baştir e li her bajarekî kesek bê kirin berpirsê peywendiyan, di destpêka meha 3 ya sala 1945an de jî Mistefa Barzanî ji aliyê Partiya Hîwa ve tê agahdarkirin ku artêşa Îraqê dixwaze bi behaneya rahênana leşkerî di dîroka 5/3/1945an heta 14/3/1945an dest deyne ser cihên stratejîk û giring, wek çiyayê Qendîl û Bradost, lewma Mistefa Barzanî bi dabeşkirina hêzên xwe li ser bereyên Mêrgesor û Bradost û rojavayê Akrê xwe amadeyê şerkirina ligel artêşa Îraqê dikin. Gava Brîtanya bi wê karê dizane şêwirmendê siyasî yê balyozxaneya xwe li Bexdayê bi navê (Kaptan Stokes) dişîne navçeya Barzan û li gundê Şawraw dicivin û di civînê de Stokes behsa wê dike ku ji ber ku hêza artêşa Îraqê di warê şerkirinê de nezan in, hêza Brîtanyayê biryar daye ku ji bo fêrî şêwazê şerkirina nû bibin manoreke rahênanê ji bo wan were sazkirin û ti metirsiyek li ser kurdên Barzanî û navçeya wan nîne.

Hewlên dîplomatîk ên Barzanî û hikûmeta Îraqê bi dirêjahiya mehên sê û çar ên sala 1945an berdewam bûn, yek ji aliyên wan gotûbêjan ku xwe bi xwediyê pirsgirêkê dizanî her wek berê jî hat behskirin ji tirsa berjewendiyên xwe em dibînin balyozê wî welatî bi navê Kinahan Cornwallis di gulana 1945an de nameyekê ji bo Mistefa Barzanî dinivîse û tê de daxwaz jê dike dev ji şer berde, di wê nameyê de ji bo Barzanî nivîsî bû:

((Wekî tu dizanî ez ji bo demekê dirêj bi karûbarên te ve mijûl bûm, tu niha jî her pirsgirêkek te heye... dizanim ku tu dixwazî karekî zêdetir ji bo xelkê xwe bikî, ew mesele li Bexdayê bi başî hatiye naskirin û dostên te yên brîtanî û îraqî her tim di hewla wê de ne alîkariya te bikin, lê tu divê wê bizanî ku gava yekem pêwîst e ji aliyê te ve were avêtin, ew jî nabe bi şêwazê gefxwarinê ji bo alozîçêkirinê be, ew cure gav kesî kêfxweş nake ne brîtanî û ne jî îraqiyan, û wan digihîne encama wê ku wisa bifikirin ku tu kesekî dixwazî aştiyê têk bide û dema wan bi fêro bide.)) Ji bilî wê nivîsara balyozê Brîtanyayê di dîroka 2/4/1945an de nivîsarek ji aliyê amîrê fewcê yê Rewandiz digihîje destê Barzanî ku şêwirmendê siyasî yê Brîtanyayê li Mûsilê bi navê Mîjer Mor dixwaze di dîroka 5/4/1945an de li navçeya Blê ligel Mistefa Barzanî û Şêx Ehmedê Barzan û efseran bicive, lê gava di dema diyarkirî de barzaniyan diçin Blê Mîjer Mor amade nabe.

Careke din jî di 20/4/1945an de ji aliyê muteserifê Hewlêrê nivîsarek tê dayîn Mistefa Barzanî Mîjer Mor dixwaze li Herîrê ligel Îzet Ebdullezîz bicive, lewma Îzet Ebdullezîz û Mihemed Mehmûd diçin Herîrê, lê vê carê jî heta ew diçin Mîjer Mor vedigere, di dawiyê de di 25/4/1945an de Mîjer Mor û Îzet Ebdullezîz û Mihemed Mehmûd Qudsî diçin Barzan û Mor ligel Şêx Ehmedê Barzan dicive û dibêje: "Balyozê îngilîz li Bexdayê daxwaz dike ku fermanên hikûmeta Îraqê cîbicî bikin û çekên xwe bidin dest û bi çandiniyê ve mijûl bibin" Şêx Ehmed jî di bersivê de dibêje: "Gava ji asûriyên cîranên me û eşîretên din çek hatin wergirtin em jî amade ne ji bo danîna çekên xwe," û bi vî awayî ev civîn jî bê encam bi dawî dibe.

Barûdoxa siyasî ya Îraqê di sala 1945an de bi awayekî gelekî aloz derbas bû, ev alozî digihîje astekê ku di dîroka 7/5/1945an de bi biryara Şêx Ehmedê Barzanî, nûnerê wî ku Mamend Mesîh bû, piştî hevdîtina wî ya bi rûsan re, du efserên rûs bi navên Ebdullah Tîpo û Voqasov ku cil û bergên kurdî li xwe kiribûn, bi xwe re tîne herêma Barzan. Hêjayî gotinê ye ku ew her du efser ji wan azeriyan bûn ku kurdî baş dizanîn. Ew her du efseran soz dabûn Mistefa Barzanî û Şêx Ehmedê Barzanî ku eger şer bi Bexdayê re dest pê bike, wê demê di hemû waran de alîkariya kurdan bikin. Her wiha biryar tê dayîn ku hevdengî bi Komeleya (J-K) re bê kirin û rêya Xirênê - Deşta Hêrt - Mêrgesor ji bo derbasbûna alîkariyan bê danîn. Her wiha li hev kirin ku eger barzaniyan têk çûn, wê demê dikarin ber bi Îranê ve paşve vekişin. Piştî demekê jî Mistefa Barzanî bi general Siyamendov re ji artêşa Sovyetê hevdîtin dike.

Piştî serdana Barzanî ya ji bo cem fermandarên leşkerî yên Yekîtiya Sovyetê û piştgiriya wan a ji bo tevgera rizgarîxwaza kurdî, Brîtanya û hikûmeta Îraqê gelek jê aciz dibin û şêwirmendê siyasî yê Brîtanyayê li Mûsilê bi navê (Mîd) bi nameyekê Barzanî agahdar dike ku helwesta xwe biguherîne û dest ji kiryarên çekdarî berde. Ji bilî vê, hikûmeta Îraqê Îsmaîl Namîq, wezîrê berevaniyê, erkdar dike ku hêzê amade bike ji bo êrîşkirina ser Barzan. Di wê navberê de generalê brîtanî bi navê Renton ku serokê hêza Brîtanyayê li Îraqê bû û bi (Mişkê Biyabanê) dihat naskirin û kesekî şareza di warê şer de bû û di Şerê Cîhanî yê Duyem de di şerên bakurê Afrîqayê de beşdar bûbû, dikeve nav mijarê û artêşa Îraqê li gorî plana wî ji asman û erdê ve tevgeriyan.

Dema Barzanî dibîne ku hikûmeta Bexdayê ti gavek ji bo çareserkirina pirsgirêkan neavêtiye û li şûna ku sozên xwe yên ku di danûstandinên berê de dabûn bi cih bîne, dest bi dijberiya barzaniyan dike û kesayetiyên wê eşîrê dikuje û kesên wekî (Weli Beg) ku dibe serokê eşîra Şêrwanî dikuje û bi rêya firokeyên xwe yên şer gundan bombebaran dikin û zeviyên wan ên çandinî têk dibin, lewma ew dest bi nivîsandina nameyekê ji bo hemû balyozxaneyên welatên ku li Bexdayê bûn dike û wan ji kiryarên Bexdayê yên li hember barzaniyan agahdar dike û ji balyozxaneyên welatên biyanî daxwaz dike ku di wê pirsgirêkê de alîkarê kurdan bin, ji bo ku careke din şer çênebe û careke din daxwaz dike ku bi serokwezîrê Îraqê re rûne û bi vê rêyê pirsgirêkê çareser bikin, lê ti yek ji van karan encamekê nade.

Piştî bêfêde bûna wan hewldanên Barzanî ji bo destpênekirina şer di navbera hikûmeta navendî û barzaniyan de, hikûmeta Îraqê xwe ji bo destpêkirina şer amade dike û ji bo vê mebestê 30 hezar leşker û 12 hezar polîs û hejmareke zêde ji çekdarên eşîrên alîgirên hikûmetê bi hev re kom dibin da ku ji çend aliyan ve ku berê diyar kiribûn, êrîşî barzaniyan bikin. Ew cihên ku ji bo êrîşkirinê hatibûn diyarkirin ev bûn: Zaxo, Amêdî, Akrê û Rewandiz. Ji aliyekî din ve, ji ber ku barzaniyan li ser erdê şervanên gelek şareza bûn û herêma Barzan jî herêmeke çiyayî û asê bû û şerkirina tê de ji bo leşkerên hikûmeta Îraqê zehmet bû, lewma hêza asmanî ya Îraqê hemû firokeyên xwe yên şer li firokexaneyên Hewlêr û Mûsilê kom dike.

Dema Mistefa Barzanî û hêza wî ji wê kiryarê agahdar dibin, xetekê berevaniyê çêdikin da ku xwe ji êrîşa dijmin biparêzin. Ji bo vê mebestê Mistefa Barzanî bi xwe berpirsyariya bereya Akrê digire ser xwe û di 21/8/1945an de digihîje wî cihî û piştî ku di 24/8/1945an de Mehmûd Axayê Zêbarî û mêrên wî peywendiyê bi Barzanî re dikin, dikarin Çiyayê Pîrs kontrol bikin. Hejmara Pêşmergan di wê demê de digihîje nêzîkî pênc hezar çekdar ku ji wan sê hezar barzanî bûn û yên din jî ji eşîrên kurdî bûn ku peywendî bi şoreşê re kiribûn. Xeta rojhilat jî di bin fermandariya Şêx Mihemed Sedîq û bi alîkariya Îzet Ebdullezîz de bû ku di wê xetê de di 25/8/1945an de şer dest pê dike ku Şêx Mihemed Sedîq bi gulleyên topê bi giranî birîndar dibe. Xeta berevaniyê ya rojava - Balinde - jî di bin fermandariya Salih Ebdullezîz, birayê Îzet Ebdullezîz de bû.

Ji ber ku hêza Îraqê hêsantir bikaribe êrîşa bejayî bike ser herêmên çiyayî yên Barzan, biryar didin ku pêşî bi alîkariya hêza asmanî ya Îraqê û hêza asmanî ya Brîtanyayê ya bi navê (R.A.F) herêma Barzan bombebaran bikin. Ji bilî vê, ji ber ku pêwîst bû ev şoreş ji aliyê welatekî zilhêz ve bê piştgirîkirin û kurd jî ji aliyê madî û her wiha şerkirinê ve bên çekdarkirin, lewma Mistefa Barzanî dest bi nivîsandina nameyekê ji bo Stalîn, serokê Yekîtiya Sovyetê dike û tê de daxwaz dike ku alîkariya madî û çekdarî bide kurdan û şoreşa kurd wekî şoreşeke pîroz a neteweyî bê naskirin. Di hember de, kurd jî amade ne di bin alîkariyên Rûsyayê de bin û bi Rûsyayê re di amadebaşiyê de bin di peywendiyên siyasî, aborî, çandî, çandinî û leşkerî de, da ku Rûsya alîkarê kurd be di siyaseta derve de.

Piştî xwe amadekirina her du aliyan ji bo destpêkirina şer, di destpêka meha tebaxa 1945an de hikûmeta Îraqê biryar dide êrîşî herêmên kurdî yên di bin desthilatdariya barzaniyan de bike, lê general Renton ku serokê desteya leşkerî ya Brîtanyayê li Îraqê bû, ji ber amade nebûna rê û banan ji hikûmeta Îraqê daxwaz dike ku hê dest bi êrîşkirinê nekin, ji ber ku artêşa Îraqê hê amadekariyeke wiha nîne. Lê dema Bexda guh nade gotinên wî, ew jî navendên fermandariya xwe li Hewlêrê bi cih dihêle û şêwirmendên xwe jî ku di artêşa Îraqê de ji bo şerkirinê hatibûn amadekirin, derdixe.

Bi destpêkirina şerên artêşa Îraqê ku di meha 8an a 1945an de li dijî barzaniyan dest pê kir û bi hêzeke temam û herwiha bi sûdwergirtina ji hejmarek ji eşîretên kurd ên alîgirên hikûmetê ku bi pere û sozên wergirtina pile û paye li hikûmeta navendî li dijî barzaniyan encam da, ji ber ku hêzên wan şarezayî nebûn di şerkirina li navçeyên kûyistanî û çiyayî yên Barzan de û berevajî wan barzaniyan şarezayiyeke temam hebû di şerê çiya û partîzanî de, artêşa Îraqê tûşî zirar û ziyaneke zêde dibe û ew dibe sedema sersûrmana berpirsên îraqî û îngilîz, ku çawa dibe hêzek ku hem ji aliyê keresteyên şerkirinê û hem jî ji aliyê neferan ve ji artêşa Îraqê lawaztir e, di dema şerkirinê de bikaribe bi şêweyekî şer bike ku bi kêmtirîn neferan û ziyan ji bo xwe, artêşa Îraqê tûşî ziyana mezin bike? Bi taybet piştî şerê Nehlê di navbera çiyayê Akrê û çiyayê Pîrs de ku di 8/9/1945an de rû da û hêza Mistefa Barzanî dikarin fewca pêncê ya artêşa Îraqê tûşî şikestê bikin û heta wê demê ku hêzên eşayirî yên kurd ên navçeyê nehatibûn ji bo alîkariya wê fewcê, artêşa Îraqê nekarî li Nehlê rizgar bibe.

Ji ber ku hêza îraqî nikare di şerê li dijî barzaniyan li navçeyên çiyayî û kûyistanî de serkeftinê bi dest bîne, Brîtanya xwe pê ranagire û berevajî wê demê ku jenerał Renton sereta hemû rawêjkarên leşkerî yên îngilîz ji bereyên şer kişandibû, neçar dibe wê babetê yekalî bike, lewma bêyî guhdan bi serweriya xaka Îraqê dest dixe nav kêşeyeke navxweyî û ji bo vê mebestê jî sereta li şûna Konwalîs balyozekî nû ji bo Îraqê diyar dike, piştî wê dest dike bi çêkirina propagandayê ku gwaye berpirsên şoreşa Barzan alîgirên komûnîzmê û alîgirên Moskowê ne, di qonaxa din a çalakiyên xwe de dikarin hejmarek ji serokên hozên kurd ên navçeyê wek: Şêx Reşîdê Lolên û Reşîd Begê Bradost û Ehmed Axa û Mehmûd Axayê Zêbarî û beşek ji eşîra Sûrçî û Kelhê Axayê Rêkanî ji bo aliyê xwe rabikêşin, ji bo ku li dijî şoreşa gelê kurd rawestin. Herwiha hikûmeta îngilîz ku tirsa wê hebû kîlgeyên petrolê yên Mûsil û Kerkûkê bikevin destê kurdan û bi vî şêweyî tûşî metirsiyê dibe hejmara 31 firokeyên şerker pêşkêşî artêşa Îraqê dike û beşdarî di serkutkirina wê şoreşê de kir.

Her wek hat behskirin piştî ku hêza îraqî nikare bi êrîşa ser erdê serkeftinê bi ser barzaniyan de bi dest bîne, sûd ji êrîşa asmanî ku ji aliyê firokeyên xwe û firokeyên şerker ên Brîtanyayê bû werdigire, û di wan êrîşan de bi ti şêweyekî li ber çavan negirt yasayên navneteweyî yên şerkirinê û bi xestî gund û ladê û kîlgeyên çandiniyê yên navçeya Barzan dike armanca êrîşên xwe. Ew êrîş bi şêweyekî bû ku her roj 14 firoke 8 an 10 caran êrîş dikirin ser navçeyê, di encama wan bordûmanan de 50 cihên niştecihbûna xelkê li navçeyê xapûr dibin û pênc cihên niştecihbûnê jî bi temamî li ser nexşeyê reş dibin. Lê di van şeran de hêza Barzanî bi şêweyekî giştî dikare 9 firokeyên dijmin bixe xwarê.

Di dawiya îlonê ya 1945an de wê demê ku Mistefa Barzanî biryara paşekişekirinê ber bi Kurdistana Rojhilat derdixe, ji ber ku piştî dîtina helwesta hozên kurd di paşgez bûna ji wan sozên ku dabûn şoreşê û çûna wan ji bo aliyê hikûmetê, êdî şerkirin li gel hikûmetekê ku ji aliyê zilhêzeke wekî Îngilîz piştgirî dikir, karekî zehmet dibe. Lewma bi piştrastbûn bi wê rêkeftinê ku berê li gel Yekîtiya Sovyetê girêdabû û herwiha hevkariya Komeleya (J-K) dema ku şiyana berevaniyê neman wê demê sînorên Kurdistana Rojhilat bi rûyê wan vekirî dibe. Lewma di dawiya îlonê ya heman salê barzaniyan li gorî nexşeyeke pêşwext amadekirî dest dikin bi kişanê ber bi Kurdistana Rojhilat. Ew biryara ku barzaniyan ber bi Kurdistana Rojhilat paşekişe bikin piştî wê tê dayîn ku Mistefa Barzanî li gel lijneya azadî û Şêx Ehmedê Barzan dicive û li ser wê biryarê rêk dikevin û nexşeyeke hûr tê danîn ji bo ku barzaniyan bi kêmtirîn ziyan xwe ji vê barûdoxê xirab û nalêbar rizgar bikin û piştî civîna hemû barzaniyan û malbatên wan li Kanî Reş biçin nav xaka Îranê, ev nexşe bi vî şêweyî bû: ((1- Hêzeke temam ber bi Kanî Reş li ser sînorê Îranê biçe ji bo parastina rêya dola Xwakurk û nehêlin bradostiyan rê li wan bigirin, hêza bereya Rewandizê jî hêleke berevaniyê ya qayîm pêk bîne li Qelender û heta çiyayê Pîran û rê li hatina pêş a dijmin bigire. 2- Hêzek jî biçe ji bo dola Biyaw ji bo parastina paşiya malbatan û nehêlin caşên Sûrçî li pey wan bikevin. 3- Hêza Balinde bikişe ber bi çiyayê Şêrîn û navçeya welatê jêrî û paşmayên malbatên wan gundan, ji caş û rêkaniyan biparêzin. 4- Parêzgariya rêya Pîrs _ Blê bike û nehêlin caşên Zêbarî bigirin.))

Çûyîna barzaniyan bo Kurdistana Îranê ne hêsan bû, gelek astengiyên wê hebûn ku ya herî girîng ew şer bûn ku hêza Barzan neçar bûn li aliyekî li hember artêşa Îraqê û caşan, û li aliyekî din jî parastina malbatên xwe û hêzên xwe ji bombebarana firokeyên Brîtanya û Îraqê bikin. Di vê çarçoveyê de, di 26/9/1945an de hikûmeta Îraqê li bereya Rewandizê bi alîkariya caşên Bradostî ber bi çiyayê Bradost û Qelenderê ve hatin pêş, lê barzaniyan karîn berevaniyê bikin û Bradostiyan li çiyayê Qelenderê heta kampa Diyana belav kirin û hejmareke zêde ji Bradostiyan hatin kuştin. Li bereya Akrê jî Sûrcî wekî caşên hikûmetê li hember barzaniyan radiwestin û hikûmet û hêzên kurdî yên dijî Barzanî di hewla wê de bûn ku çiyayê Pîrs bigirin, lê ji ber berevaniya barzaniyan bi ser neketin. Dûre di dîroka 30/9/1945an de ew çiya tê valakirin, lê di rê de rastî şerê li gel Sûrciyan tên. Mistefa Barzanî di 2/10/1945an de vedigere Barzan û ji wir jî diçe Kanî Reş, paşê di 11/10/1945an de bi rêya Kêleşînê Barzanî û hêza wî û malbatên wan û efserên kurd derbasî nav axa Kurdistana Îranê dibin.

Çavkanî:
  • Mensûr Şêx Reûf Berzincî, Çend rastiyên dîrokî li ser Şoreşa Şêx Ebdulselamê Barzanî û şoreşên din ên Barzan heta 1945, Hewlêr, 2001.
  • Roj Ebdullah Adil Ergoşî, Navçeya Barzan di navbera salên (1931-1946), nameya masterê, Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2010.
  • Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd (1931-1958), berga yekem.
  • Elaeddîn Secadî, Şoreşên kurd, Bexda, Çapxaneya Mearif, 1959.
  • Husên Huznî Mukriyanî, Helkewtî dîrokî le Kurdistan da, Hewlêr, Dezgeha Aras bo çap û belavkirinê, 1999.
  • Umer Farûqî, Hacî Baba Şêx serokwezîrê hikûmeta millî ya Kurdistanê, Silêmanî, Çapxaneya Kurdistan, 2008.
  • Kawe Qadirî Kulîç, Komeley J-K ta Komar (bîranînên Mihemed Emîn Qadirî Kulîç) bas nekirawên Komara Kurdistanê - Mehabad, نهێنیه‌كانی دروست بوونی ژ-ك (نهێنییên avabûna J-K), Hewlêr, Çapxaneya Rojhilat, 2008.
  • Husênelî Rezm Ara, Ferhengê coğrafyayî yê Îranê (gund) parêzgeha 3 û 4 a Azerbaycanê, ji weşanên Daîreya Coğrafyayî ya Stada Artêşê, 1330.
  • Ehmed Bawer, Doza kurd di peywendiyên navbera Îraq û Îranê de, Silêmanî, Dezgeha çap û weşanê ya Serdem, 2014.
  • Umer Farûqî, Serkirdeyê karîzma jiyan û xebata 77 salî ya Barzanî yê nemir bavê ruhî yê neteweyî yê kurd.
  • Haşim Şîrwanî, Devera Barzan (coğrafya-dîrok-çand), Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê, 2008.
  • Lazarîv, Dîroka Kurdistanê, Ebdullah Sengawî, Hewlêr, Çapxaneya Rojhilat, 2008.
  • Feysel Debax, Partiya Hîwa û şoreşa (1942-1945) ya barzaniyan, Silêmanî, Dezgeha ragihandina Golan, 1997.
  • Doktor Ezîz Şemzînî, Cûlanewey rizgarî nîştimanî Kurdistan, werger: Ferîd Ese Serd, çapa sêyem, belavkirinên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê, Silêmanî, 1998.
  • Zerard Silêman Beg Dergelêyî, Bîranînên min di salên (1943-1977), Silêmanî, Çapxaneya Rehend, 2002.
  • Me'rûf Çiyawûk, Karesata (Barzan) ya zilm lêkirî, werger: Ebûbekir Salih Îsmaîl, Hewlêr, Çapxaneya Rewşenbîriya Lawan, çapa duyem, 2009.

- Paul Chisman, D. Xoşewî Mela Îbrahîm, Di bin ala Kurdistanê de jiyan û rêbaza Mela Mistefa Barzanî, Erdelan Goran, Hewlêr, Çapxaneya Mukriyanî, 2014.

- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, (Silêmanî, Çapxaneya Peywend, 2011).

- D. Wahid Umer Muhyedîn, Danûstandinên bizava rizgarîxwaza neteweyî ya kurd û hikûmetên Îraqê (1921-1968) "lêkolîneke dîroka siyasî", Silêmanî, belavkirinên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê, 2006.

- D. Efrasiyaw Hewramî, Mistefa Barzanî di hin belge û dokûmentên Sovyetê de. (1945-1958) Tomarekî zêrîn di dîroka gelê kurd de, Hewlêr, Dezgeha çap û belavkirina Aras, 2002.

- Mumtaz Heyderî û Nejad Ezîz Surmê, Nivîsarên kongreya 90 saliya jidayikbûna Barzanî yê nemir Selahedîn 14-17/9/1993, (Duhok, Çapxaneya Xebat, 1997).

- Archibald Roosevelt, Şewqê amûxten (Daxwaza fêrbûnê), Sehba Seîdî, (Tehran, Weşanên Îtilaat, çapa duyem, 1374).

- Chris Kutschera, Dîroka kurd di sedsala 20 û 19an de, Mihemed Riyanî, (Tehran, Çapxaneya Karûn, 1369).