Ebdal Huseyn Şukûr Sala 1925an li gundê Bêrox ser bi qezaya Şemzînan (Bakurê Kurdistanê) ji dayik bûye, berî çûna bo Komara Demokratîk a Kurdistanê zewicî bû û xwediyê kurekî bûn bi navê Esmet Ebdal (1945), her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî ligel Nûriya pêk aniye, xwediyê du zarokan bûn navê keçika wan Gurbet Ebdal bû, şarezayî di zimanên Kurdî û Rûsî de hebû, sala 1954an bi sedema bûyera hatûçûnê koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kir, di 12ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina bingeha polîsên Xêrezok, di 20ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina bingeha polîsxaneyên Zêt û Şêrwan Mezin bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û di şerên bereya Seqizê li Komara Demokratîk a Kurdistanê de beşdarî kiriye.
Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Bakurê Kurdistanê de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê an çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê, di 18ê hezîrana 1947an de ji rûbarê Aras ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îranê ligel Yekîtiya Sovyetê derbas bûye,
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendiferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbeجê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewra navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê, sala 1954an koça dawî kiriye.


