Ebdulla Derwêş Elî, naskirî bi (Ebdulla Derwêş Erednî), sala 1945 li gundê Erednê ser bi bajarokê Sersingê li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, heta qonaxa navendî xwendiye, sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye li devera Doskî Jêrî û li cem Es'ed Xoşewî bûye Pêşmerge, dûre hatiye guhastin ji bo cem Seîd Xelîl Xoşewî û karê îdarî birêvebirine, Ebdulla Derwêş sala 1961 di şerên gundê Germik û sala 1964 di şerê Doskî Jêrî birîndar bûye, sala 1963 vegeriyaye ji bo hêza Duhokê û hatiye kirin bi berpirsiyarê kargeha çek û teqemeniyên hêzê.
Sala 1964 li baregeha leşkerî ya yek li devera Berwarî Bala erka nivîsînên beşa bêtêl û gihandinê jê re hatiye spartin, sala 1966 li gundê Qesrê ya devera Balekayetî xula birînpêçiyê dîtiye û piştî vegeriyana xwe ji bo leşkeriya yek, li gundê Qumeyê li devera Berwarî Bala li nexweşxaneya şoreşê di bin destê doktor Mûşê ku pizîşkekî krîstiyan bûye kar kiriye, di heman salê de li gundê Qesrê xuleke şeş mehî ya bêtêlê bi pileya baş li cem Nûrî Heyderî temam kiriye, piştî çend mehan ser ji nû ve ji bo dîtina xuleke din a bêtêlê bi amûrên nû şandine gundê Rayatê, piştî dawîbûna xulê li beşa bêtêlê li Barzan erka jê re hatiye spartin û sala 1971 hatiye guhastin ji bo baregeha Barzanî li Hacî Omeran.
Sala 1974 piştî destpêkirina şer ji aliyê Artêşa Iraqê ve dijî Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê, Ebdulla Derwêş şandine Îranê û li mekteba peywendiyên şoreşê ku doktor Şefîq Qezaz berpirsiyarê mektebê bûye kar kiriye. Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye, sereta li bajarê Nexede niştecih bûye û li wir ve hatiye guhastin ji bo bajarê Erdekan li parêzgeha Yezd, sala 1991 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1979 vegeriyaye ji bo gundê Rajan li Rojhilatê Kurdistanê û li dezgeha bêtêlê ya mekteba siyasî erka cîgirê beşa muxaberatê ya mekteba siyasî jê re hatiye spartin, sala 1985 li beşa muxaberatê ya mekteba siyasî ku baregeheke wê li Lolane bûye kar kiriye, sala 1986 ligel serok Mesûd Barzanî çûye gundê Kanî Sardik li navçeya Nêrwe û erka bêtêla serokê partiyê birêvebirine û piştî şeş mehan vegeriyaye ji bo gundê Rajan.
Sala 1991 berî destpêkirina raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê, ligel serok Mesûd Barzanî li Qasme Reş bûye û dûre gav bi gav ber bi pêş ve çûna raperînan li Raniye, Hewlêr, Koye, Şeqlawe, Pirdê û Korê ligel serok Mesûd Barzanî bûye, piştî şikana Artêşa Iraqê û destpêkirina gotûbêjan, sê caran ligel serok Mesûd Barzanî çûye Bexdayê.
Di 16ê tebaxa 1996an de di yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi sedema wan xizmetên pêşkêşî kirine, ji aliyê serok Barzanî mîdalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:1-Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





