Ebdulla Ehmed Feqo Biyêyî di sala 1936an de li gundê Biyê yê devera Barzan a ser bi qezaya Mêrgesorê ji dayik bûye. Sala 1945an di nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) de û di temenê zarokatiyê de li gel malbata xwe awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Sala 1961ê beşdarî di Şoreşa mezin a Eylûlê de bi rêberiya Mistefa Barzanî yê nemir dike.
Sala 1963an di şerê navdar ê duyemîn ê Çiyayê Pîrsê de di berevaniyeke qehremanane de bi giranî birîndar bûye, di jiyana pêşmergatiyê de sê caran birîndar bûye.
Sala 1981ê awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye, li wir jî wek pêşmergeyekî ماندۆنەناس beşdarî di Şoreşa Gulanê de kiriye, piştî raperîna sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê li qezaya Soran rûniştiye.
Roja 5ê tebaxa 2024an di temenê 88 saliyê de bi sedema nexweşiyê koça dawî kir.
Li goristana gundê Biyê yê ser bi devera Barzan a qezaya Mêrgesorê hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





