Ebdulla Îsa sala 1920an li gundê Şêtnê yê ser bi nahyeya Meznê li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê ligel Kaysîna Nûriye Se'îd Ehmed pêk aniye.
XebatnameEbdulla Îsa di 23ê Gulana 1947an de yaweriya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetûr û şerê Pirdê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî sextî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûyê wekî dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkkeftina 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê, rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû, waneyên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî li meşqa serbazî berdewam dibin.
Di Adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendifer li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê ji hikûmetê distandin û piştre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lîjneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lîjneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewra navbirî di meha Çiriya Paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de hikûmeta Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, di 16ê Nîsana 1959an de ligel hevalên xwe di rêya bendera Odîsa bi keştiya Grozya li deryaya Reş derbas dibe û li tengava Mermerê tê deryaya Spî ya Navîn û di rêya tengava Sûwêz û deryaya Sûr de di 16ê Nîsana 1959an de digihîje bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê, ji aliyê xelkê Kurd û Ereb wekî qehreman pêşwazî lê hatiye kirin, piştre vegeriyaye Kurdistanê.
Beşdariya Şoreşa Eylûlê kiriye û di şeran de beşdar bûye. Di rêkkeftina 25ê Kanûna Yekem a 1981ê de li bajarê Silêmaniyê hatiye sêdarekirin.
Çavkanî:1.Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
2.Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
3.Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zajoqî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
4.Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
5.Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.





