Jînenîgarî

Ebdulrehman Osman Fettah Xidir, naskirî bi Mûlazim Ebdulrehman Pêdawî, Mûlazim Sebest û Cebar, sala 1946 li bajarê Dihokê ji dayik bûye, qonaxa seretayî li gundê Pêde û qonaxa navendî û amadeyî li bajarokê Dihokê yê ser bi parêzgeha Mûsilê temam kiriye, sala 1968 li beşa Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê hatiye wergirtin, sala 1970 li ser lîsteya Partiya Dêmokrata Kurdistanê pewendî bi Koleja Serbazî ya Bexdayê re kiriye, di 6ê kanûna duyem a 1972an de bi pileya mûlazimê duyem li Koleja Serbazî ya Ristemiyê ya Bexdayê di beşa piyade de derçûye û di xûla pêncemîn de bûye xwediyê bakaloryosa serbazî, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li parêzgeha Mazenderan a li bakurê Îranê niştecih bûye, di 2ê sibata 1976an de bi rêya firokexaneya Mêhrabad a bajarê Tehranê ligel 32 penaberên Başûrê Kurdistanê wek penaber rûyê xwe kiriye Şahnişîna Holandayê, bi pileya lîwa (jeneral) xanenişîn hatiye kirin, şarezayê zimanên kurdî, erebî û holendî ye.

Xebatname

Sala 1961 tevlî refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye, sala 1964 li Dadgeha Serbazî bi serokatiya Ehmed Salih Ebdî ji ber beşdariya di xwepêşandana xwendekaran de ji xwendinê bêpar hatiye hiştin û tenê di sala 1965an de mafê xwendinê jê re hatiye dayîn, sala 1965 tevlî refên Partiyê bûye, sala 1968 berpirsê şaneyeke nihênî ya xwendekaran bûye li Zanîngeha Bexdayê, sala 1970 berpirsê hêla rêkxistina nihênî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li Koleja Serbazî ya Bexdayê.

 Di meha çiriya paşîn a sala 1972an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge bûye û bi pileya serliq di Betalyona Yekê ya Zozik de xizmet kiriye, sala 1973 di qonaxa Şoreşa Eylûlê fermandeyê Betalyona Sêyê ya Hêza Qeredaxê ya ser bi Hêza Kerkûkê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bûye, di havîna sala 1973an de serpereştiya perwerdeya serbazî ya kampên havînê yên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li Şêxan li sînorê parêzgeha Dihokê kiriye, salên (1973-1974) fermandeyê Betalyona Sêyê ya Hêza Kerkûkê bûye, sala 1974 beşdarî gişt şerên Germiyan û Qeredaxê li dijî hêza artêşa Îraqê bûye, di meha îlon a sala 1974an de beşdarî şerê Sertîz li sînorê parêzgeha Hewlêrê li dijî hêza artêşa Îraqê bûye.

 Sala 1976 bûye endamê Serkirdatiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Konferansa Berlînê), sala 1977 mûlazim Ebdulqadir Osmanê birayê wî ji ber çalakiyên partayetî li girtîgeha Mûsilê ligel komek ji hevalên xwe hatiye sêdarekirin, sala 1976 wek endamê Lijneya Rêkxistina Holandayê ya ser bi Lijneya Liqa Şeş a Ewropayê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, di 2ê sibata 1977an de Holandayê ber bi Komara Federal a Almanyayê û ji wir jî ber bi Komara Erebî ya Sûriyeyê ve cîh hiştiye û xwe gihandiye navçeyên azadkirî yên Başûrê Kurdistanê, di qonaxa Serkirdatiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bi navê nihênî yê Cebar name û rapor ji bo serok Mesûd Barzanî nivîsiye, di 5ê gulana 1977an de ligel barek çek û desteyek ji fermande û Pêşmergeyan axa Komara Erebî ya Sûriyeyê ber bi Bakurê Kurdistanê cîh hiştine û ber bi Başûrê Kurdistanê ve çûne, di 15ê çiriya paşîn a 1977an de beşdarî civîna berfireh a Bîdwalî ya Serkirdatiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanêyê ji bo rêkxistina Hêzên Pêşmerge û ji nû ve xebitandina rêkxistinan kiriye.

 Salên (1977-1979) di Şoreşa Gulanê de endamê Serkirdatiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û ji bo cara duyem tevlî refên Hêzên Pêşmerge bûye û wek berpirsê Herêma Du hatiye destnîşankirin, sala 1977 hatiye kirin berpirsê Herêma Du ya Serkirdatiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1979 beşdarî civîna berfireh a  Şawane ya Serkirdatiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanêyê bûye, sala 1979 nûnerê Kongreya Nehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, sala 1988 hatiye kirin berpirsê Lijneya Rêkxistina Holandayê ya ser bi Lijneya Liqa Şeş, sala 1991 hatiye kirin berpirsê Lijneya Navçeya Holandayê, sala 1991 bûye endamê liq di Lijneya Liqa Şeş a Ewropayê de, sala 1993 nûnerê Kongreya Yazdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê  yê yekgirtî bûye, sala 1999 nûnerê  Kongreya Duwazdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê  bûye, sala 2010 nûnerê Kongreya Sêzdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê  bûye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê 

  2. Feysel Resûl Xoşnaw, Biyografiya efserên kurd, beşa duyem, (Tehran - Çapxaneya Rojhilat - 2020z), l. l. 211 - 212.

  3. Hebîb Mihemed Kerîm, Kerkûk û Şoreşa Eylûla Mezin, Kovara Gulan a Erebî, Navenda Gulan a Çandî, Hejmar 70, Sala Şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 31 Adar 2002z, l. 39.

  4. Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq (di qonaxên sereke de) 1946 - 1993, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z), l. l. 147, 152.

  5. Zahîr Rojbeyanî, Koça dawî ya bêwext a Barzanî yê nemir em bi erk û rastiyeke din re rûbirû kirin, Rojnameya Brayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî, hejmar 2340, Hewlêr, pêncşem, 29 gulana 1997z, l. l. 4 - 5.

  6. Umer Osman, Jiyana kurdekî, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2005z), l. 93.

  7. Farûq Îbrahîm Şerîf, Efserên Kurd di artêşa Îraqê de ji damezrandina wê ve sala 1921, beşa yekem, (Tirkiye - Orka Matbaacilik Turkey - 2014z), l. 232.

  8. Mihemed Elî Îsmaîl, Bîranînên min heftê sal temen û zêdetir ji nîv sedsal xebat, (bê cih - 2019z), l. l. 69, 73 - 74, 80.

  9. Mihemed Murad Fettah, Xebata çiya bîranîn û serhatiyn şoreşa Gulanê (1976 - 1989), (Zaxo - Çapxaneya Kurdistan - 2007z), l. 75.

  10. Mela Şêm Hemdî Hacî Omeranî, Destpêka şoreşa nû ya sala 1976 çawa dest pê kir?!, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z), l. 52.