Sala 1968an peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge heta neskoya şoreşê berdewam dibe, sala 1988an peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê dike û di rêkxistina Şehîd Îsa Sêwok a ser bi Lîjneya Navçeyê ya Mêrgesorê de dibe Pêşmerge, beşdarî şerê navdar ê Xwakurkê dibe.

Sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vedigere û li Soranê niştecî dibe, sala 1992an ligel pêkanîna hêza Pêşmergeyê Kurdistanê peywendî bi hêza Pêşmergeyê dike û dibe Pêşmerge. Di 26ê Kanûna Yekê ya 1994an de li gundê Juwîzan a qezaya Çomanê Şehîd bûne.

Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.