Jidayik bûye Edît Mobît, ya ku bi navê Madam Kojîra tê naskirin, di sala 1940î de li paytexta Fransa Parîsê, xwedî bawernameya zanistên aborî ji zanîngeha Pantîon li Parîsê ye, hevjîna rojhilatnasê Fransî Krîs Kojîra bû.

Ji sala 1969an ve wekî rojnamevan û wênegir kar dike, bi hevjînê xwe Krîs Kojîra re mîkî (frî lans Free lance) ya rojnamevaniyê li paytexta Fransa Parîsê ava kir. Pispor e di karûbarên Rojhilata Navîn û doza Kurdî de. Di sala 1971ê de hejmarek gotar derbarê Kurdistanê de di rojname û kovarên Fransî û navneteweyî de weşand.

Edît Mobît Kojîra bi hevjînê xwe Krîs Kojîra re beşdarî nivîsandina gelek lêkolînan bû, çend caran serdana Kurdistanê kir û xwedî hejmareke mezin ji wêneyan û arşîveke dewlemend e derbarê doza Kurdî û Kurdistanê bi giştî, hevjînê wê Krîs Kojîra bi awayekî berfireh di pirtûkên xwe de sûd ji arşîv û wêneyên wê yên fotorafîk wergirt. Madam Kojîra rojnamevaneke jêhatî bû ku kameraya xwe bi kar anî da ku wêraniya bajarê Qeladizê û tawanên hikûmeta Îraqê û Sedam Huseyn li ber çavên cîhanê nîşan bide.

Amade bû Edît Mobît Kongreya Sêzdahêm a Partiya Demokrat a Kurdistanê wekî mêvan di navbera 11 û 18ê Kanûna Pêşîn a 2010an de, û xelata Barzanî wergirt û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat pêşkêşkirin ji bo xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kirin.

Berhemên wê:

1- Êrtrê 1994

2- Mêjûyî Kurdistan 2007

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê