Jînenîgarî

Ehmed Cesîm Ehmed, di sala 1926an de li gundê Pêndro ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Piştî nesko ya Şoreşa Yekem a Barzan ku Şêx Ehmedê Barzanî û hejmareke zêde ya malbatên barzaniyan penah birin ber bakurê Kurdistanê, ew jî di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe koçberî Komara Tirkiyeyê bûye, lê piştî ku di sala 1933an de desthilatdarên tirk Şêx Ehmedê Barzanî radestî hikûmeta Îraqê dikin, malbata wan jî wekî hemû ew malbatên ku ligel Şêx Ehmed koçberî bakurê Kurdistanê bûbûn, vedigerin başûrê Kurdistanê. Li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjîniyê ligel xatûnekê bi navê Şûra pêk aniye, li wir xwendiye û bawernameya peymangehê di beşa çandiniyê de bi dest xistiye. Zimanên kurdî, farisî, tirkî û rûsî dizanibûye. Di 24ê gulana sala 2004an de li Pîrmamê koça dawî kiriye.

Xebatname

Ehmed Cesîm Ehmed, sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan ve kiriye û bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li Komarê kiriye û di şerên bereya Seqizê de beşdarî kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji rojhilatê Kurdistanê bo başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li rojhilatê Kurdistanê kiriye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê. Li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin. Di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wekî dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk a nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana sala 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

 Di salên (1961-1962) de li girtîgeha Mûsilê destbiser bûye, navbirî yek ji wan kesan bûye ku navên wan hatibû nivîsîn bo şandina wan bo şer û di wê demê de bi cilûbergên serbazî ve ji girtîgehê reviyaye û li bajarê Mûsilê xwe veşartiye û dûre bi rêya hizbê û bi sedema kadirekî Partiyê hatiye gihandin bajarê Hewlêrê. Beşdarî Şoreşa Eylûlêyê kiriye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wekî penaber rû dike Îranê, herwiha beşdarî Şoreşa Gulanêyê kiriye, sala 1988an beşdarî dastana Xwakurkê kiriye û di vê dastanê de birîndar bûye.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Heyder Farûq El-Samirayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasi û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  6. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  7. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  8. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  9. Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana çandî û civakî ya devera Mizûrî Bala, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020z).
  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat – 1998z).
  11. Miqdad Şaswar, Pêşmergeyê dêrîn Ehmed Cesîm Pêndroyî wê demê pêşmergatî wek çûna dibistanê bû, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 39, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîrî, 31ê Adara 2001z.
  12. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).