Ehmed Mela Yehya bi Mela Ehmed tê naskirin, di sala 1922an de li gundê Kehle yê ser bi nahiyeya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, koça dawî kiriye.
XebatnameGeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir hemû hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirî derdora wê hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin..
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayin kampa serbazî ya li 29ê tebaxa 1948an li Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949an li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin..
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma Ehmed Mela Yehya di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê..
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Ehmed Mela Yehya di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Çavkanî:- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z), l l 60, 80, 95, 133.
- Şeban Elî Şeban, Hendêk Zanîyari Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z), l 45.
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z), l 36.
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z), l l 607, 856.
- Umer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarizatê Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z), s 39.
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan le Nêwan 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z), l l 121, 126-127.
- Ebdulla Xefûr, Ferhengî Cografyayî Hewlêr, (Hewlêr - Belavkirawên Akademîya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), l 440.
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z), l l 84, 94-96.
- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959an, l l 2, 4.
- Le Yaddaştî Fermandeyê Şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 Roj le gel Barzanî da Çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z), l 118.
- Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lîl-Neşr - 1979m), s 288.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z), l l 188, 194-197, 200-201, 205, 456.
- Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe heta Lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z), l 260.
- Arşîvî Desteya Ensîklopîdyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





