Sala 1961an tevlî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bû û bû endamê wê. Sala 1963an tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû. Piştî xilaskirina koleja xwe, wek serokê beşa dramayê li Radyoya Kurdî li Bexdayê hat tayînkirin û sala 1973an koma şanoyê ya Pêşrewan ava kir. Sala 1974an rêveberê şano û sînemayê bû di Şoreşa Eylûlê  li devera Pêncwên, di bordûmana bajarê Qeladizê ji aliyê balafirên Artêşa Iraqê ve bi giranî birîndar bû, sala 1975an, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê, vegeriya Silêmaniyê û wek alîkarê lêkolînerê zanistî li Zanîngeha Silêmaniyê hat tayînkirin, çavdêrê şanoya zanîngehê bû, û yek ji damezrînerên koma şanoyê ya zanîngehê bû.

Sala 1976an bû rêveberê Navenda Rewşenbîrî li Zanîngeha Silêmaniyê, ji sala 1980an heta sala 1991an mamosteyê beşa şanoyê li Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê bû. Sala 1982an bi rêya Fazil Reûf bi rêxistinên nihênî yên Şaxa Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve hat girêdan, sala 1991an, beşdarî raperîna Kurdî li Silêmaniyê li dijî hikûmeta Iraqê bû. Bû rêveberê kanala televîzyona Kurdistan (ktv) piştî damezrandina wê sala 1991an li bajarê Silêmaniyê.

Di 19ê Gulana 1992an de, bi lîsteya Partiya Dêmokrata Kurdistanê wek nûnerê Silêmaniyê di gera yekem a Parlêmana Kurdistanê de hat hilbijartin. Sala 1993an, wek cîgirê wazîrê rewşenbîriyê di hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat tayînkirin. Sala 1999an serokê Komeleya Hunermendên Kurdistanê bû, her wiha mamosteyê Koleja Hunerên Ciwan li Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê bû. Rêxistina Hunermendên Kurdistanê kovarek bi navê "Şakar" derxist û ew çavdêrê wê bû, her wiha serokê Şanoya Salar û xwediyê îmtiyaza Kovara Şanoyê bû.

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd, endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û endamê Yekîtiya Parlêmanterên Kurdistanê bû. Serdana Almanya, Misir, Îran û Swêdê kir ji bo beşdarbûna di semînerên navneteweyî yên derbarê şano û sînemayê de. Hin şanoyên xwe wergerandine zimanên îngilîzî, erebî, farisî û yewnanî, û li ser şanoyên gelek welatan pêşkêş kirine, ew endamê Rêxistina Aştiya Cîhanî ye.

Ehmed Salar gelek xelatên xwecihî, îraqî û navneteweyî ji bo çalakiyên xwe di warê şano û dramayê de wergirtine, sala 1961an xelata xemilandinê li ser asta Îraqê wergirt, sala 1972an, nîşana Babana Zêrîn ji bo baştirîn lîstikvanê Kurd wergirt. Sala 1977an xelata baştirîn derhêner di Festîvala Şanoya Zanîngehî ya Îraqî ya yekem de wergirt û sala 1984an nîşana pêşkêşkirina şanoyî ya îraqî wergirt, sala 1978an xelata zanîngehên îraqî yên rûmetî wergirt. Medalya zêrîn bi boneya 70 saliya şanoya bajarê Silêmaniyê, mertalê rûmetê yê Yekîtiya Hunermendên Îraqî, û xelata aştiya cîhanî ji Rêxistina Aştiya Kurdistanê û gelek xelat û nîşanên din wergirtine. Gelek rêzgirtin ji bo wî hatine kirin û dîroka wî ya şanoyî hatiye xelatkirin.

Di 27ê Tebaxa 2012an de, nîşana Barzanî ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve ji bo xizmetên wî di warê şano û drama û warên din de wergirt.

Berhemên wî:

Ehmed Salar zêdetirî 36 şano nivîsandine û 40 pirtûk nivîsandine, 24 ji wan derbarê şanoyê de ne. Bi sedan karên şanoyî pêk anîne û beşdarî gelek karên drama û fîlman bûye wek nivîskar, lîstikvan û derhêner, 32 derhênanên şanoyî, 19 karên lîstikvaniya şanoyî, 17 karên dramaya televîzyonî, 8 karên sînemayî û 4 karên dramaya radyoyî hene, bi giştî karên wî yên şanoyî û hunerî ji 30 heta 60 beş pêk tên, bi giştî karên wî yên şanoyî û hunerî 200 kar in.

Ev hejmarek ji karên hunermend Ehmed Salar in:

Sizert le bîrbê - Sala 1968.

Romîo Jolêt - Sala 1969.

Xebat - Sala 1970.

Kawey Asinger - Sala 1970.

Min mirovim - Sala 1970.

Glor - Sala 1970.

Pênc kes le hôtêlêkda - Sala 1970.

Lejêr xolemêşewe - Sala 1971.

Ewaney lejêrewe - Sala 1971.

Qebûl - Sala 1971.

Jenabî mufetiş - Sala 1971.

Otômobîlçî - Sala 1972.

Pîskey terr pîr - Sala 1972.

Çallî jergî pîrêjin - Sala 1972.

Gulî xwênawî opêrên - Sala 1972.

Şewçere - Sala 2006.

Arezû - Sala 2018.

Çavkanî:

Arşîvî Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê