Jînenîgarî

Elî Şe'ban sala 1925an li gundê Hesnka ser bi qezaya Mêrgesorê li wîlayeta Mûsilê û parêzgeha niha ya Hewlêrê ji dayik bûye, li ser daxwaza Barzanî diçe xwendinê, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi rêya avî û keştiya Gurcistanê vedigerin bajarê Besrayê li başûrê Îraqê. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê Îranê bûye, li bajarê Kerecê nêzîkî bajarê Tehranê paytexta Îranê niştecih bûye, sala 1995an di şerê navxweyî de li navçeya Kesnezan a bajarê Hewlêrê li gel kurekî xwe bi navê Hemze şehîd tê kirin. 

Xebatname

 Sala 1943an di Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) de çek hildaye û beşdarî piraniya şeran bûye. Di 11ê çiriya pêşîna 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerên berevaniyê yên Rojhilatê Kurdistanê bûye heta ku di dîroka 19ê nîsana 1947an de li ser sînorê Îran-Îraqê xwe radest nekiriye û li gel jeneral Mistefa Barzanî bûye. Jeneral Mistefa Barzanî di dîroka 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoşê civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên xwe biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur (Kotol) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayin kampa serbazî ya hevalên Barzanî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîna 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Elî Şe'ban di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Di destpêka Şoreşa Eylûlê de di sala 1961ê de Elî Şe'ban vegeriyaye rêzên Pêşmergeyên Şoreşa Mezin a Eylûlê ku di bin serkirdatiya serok Mistefa Barzanî  bû. Elî Şe'ban di hemû şerên navçeyên Barzan de ku dijmin êrîşeke dijwar dianî beşdariya qehremanane kiriye û li ber azayetiya xwe bi fermana serok Mistefa Barzanî  dibe berpirsê yekem ê baregeha Barzanî û roleke berçav di dabînkirina baregeha Pêşmerge de hebû li navçeyên Barzan û Rêkan û Berwarî û Mizûrî û Doskî û Sindî û Dinarîtê û Sîdekan û Balek. 

Sala 1963an bi fermana serok Mistefa Barzanî diçe devera Bêtwatê û dibe fermandarê batalyona Bêtwatê. Di Şoreşa Mezin a Eylûlê de bi fermana serok Mistefa Barzanî hatiye kirin fermandarê hêza Bêtwatê li sînorê Xoşnawetî û Bêtwên û beşdariya qehremanane di çendîn şer û rûbirûbûnên dijmin de hebûye, di aliyê îdare û serbazî û civakî de roleke mezin di şoreşê de hebû. Li wî sînorî di dema Şoreşa Mezin a Eylûlê de ji bilî fermandarê batalyonê, nûnerê serok Mistefa Barzanî bûye, girîngiyeke zêde bi avedaniya li sînorê Xoşnawetî û Bêtwên daye di çêkirina rê û ban û pir û cihên giştî de wek cadeya Derdeşîr û rêya Sawsiokan ku niha jî bi navê cadeya Elî Şe'ban tê navkirin.

Sala 1970an piştî rêkeftina 11ê adara 1970an û pêkanîna hêzên Heres Hudûd (parastina sînor) li sînorê Balîsan bûye fermandarê fewc. 

Piştî serketina şoreşa gelên Îranê li ser şahê Îranê di 11ê sibata 1979an de Elî Şe'ban, vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê û sala 1979an piştî kongreya nehem dibe fermandarê hêza 15, ew hêz ji çend rêxistinên ser bi lijneya navçeya azadî pêk hatibû. Roleke diyar hebû li Şoreşa Gulanê . Beşdarî di raperîna sala 1991ê de kiriye û çend erkên berpirsyariyê piştî raperînê hebûne, di roja 14ê kanûna duyem a 1995an de ew bi xwe û kurekî wî bi navê Hemze di şerê navxweyî de li Kesnezanê ser bi bajarê Hewlêrê ve hatin şehîdkirin. 

Çavkanî:

1- Rojnameya Xebat, roja çarşemê, 19ê îlona 2007an, beşa yekem rûpel 5, rola şehîdê fermandar Elî Şe'ban di Şoreşa mezin a Eylûlê de, Sefer Yûsif Mîrxanê Zajoqî.

2- Rojnameya Xebat, roja pêncşemê, 20ê îlona 2007an, beşa duyem, rûpel 5, rola şehîdê fermandar Elî Şe'ban di Şoreşa mezin a Eylûlê de, Sefer Yûsif Mîrxanê Zajoqî.

3- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.