Jînenîgarî

Emîr Eaz Ezîz Mehmûd di sala 1937an de li qezaya Mexmûrê ji dayik bûye. Asta xwendewariya wî seretayî bûye, ligel kurekî bi navê Serdar Emîr bi hev re Şehîd bûne. Navê hevjîna wî Meyas Heme de û navê kurên wî Salar, Ferhad, Serdar û keçên wî Çinar, Bêxal, Mehabad e.

Xebatname

Di sala 1958an de birayekî navbûrî bi navê Mela Xerîb hêzeke serbixwe çêdike ji xizm û kesên nêzîkî xwe ku hejmara wan 17 kes dibe û diçin pêşwaziya vegera serok Mistefa Barzanî bo Kurdistanê. Her dûv re, di meha yekê ya sala 1960î de diçin çiyayê Qereçoxê. Bi sedema çalakbûna wan di sala 1966an de dibe fermandeyê mefreza baregeha Barzanî û li bajarên Bexda, Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Dihok û çend bajarên din jî çalakî pêk tîne.

 Di sala 1969an de nûçe digihêje wî ku bazgeheke rejîma Be's li rêya Kerkûkê gelek rêgirî li hatûçûna Hêzên Pêşmerge dike, ligel çend Pêşmergeyan diçin û bazgehê têk dibin, lê caşên ser bi rejîma Be's ji paş ve lê didin û neçarî paşekişeyê dibin û tên nav goristana Şêxela ya Hewlêrê, dorpêç dibin, lê navbûrî qehremanane xwe û hevalekî xwe derbas dike û diçin malên nav bazarê, paşê bi rêya kesekî daxwaza alîkariya fîşekan û derbaskirinê ji kesekî dike, lê ew li şûna alîkariyê, ligel parêzgarê Hewlêrê rêk dikeve û dibe wan bo bazgeha Şeqlaweyê û li wir radestî wan dike. Destgîr dibe û di zindanê de dibe heta lêborîna daxuyaniya 11ê Adarê, lê di lêborîna giştî de navbûrî azad nabe, heta paşê Mela Xerîbê birayê wî diçe cem cenabê Barzanî û jê re dibêje ku Kako nehatiye azadkirin, ew jî nameyeke taybet ji bo cîgirê serokkomarê Komara Iraqê dişîne bi şandeya gotûbêjê re ku diçin Bexdayê. Paşê bi fermana cîgirê serokkomar tê azadkirin.

Piştî azadbûn û vegerê soz dide ku tola wê karî ji Simko veke, heta yek meh piştî azadbûna cenabê serok Mistefa Barzanî nameyekê bi Ferensoyê Herîrî re jê re dişîne û di nameyê de dibêje (Kako kurê min, min ji hemû caş û xwefiroşan xweş bûye, tu nikarî ji yek kesî xweş bibî) di heman demê de Kak Ferenso dibêje Simko di nav seyareya min de ye û li ber deriyê te ye çi jê dikî heqê te ye, bi vî awayî Kako ji Simko xweş dibe û piştî du rojan diçe xizmeta Barzanî li Gelale û dest bi karên xwe dike li baregeha Barzanî, heta di sala 1974an de awareyê welatê Îranê dibe.

Di serê meha yekê ya sala 1977an de Kak Îdrîs Barzanî nameyekê jê re dişîne û radespêre ji bo amadekirina her kesekî ku dixwaze bibe Pêşmerge û biçe ser sînor, lewma Kako li Tehranê baregeheke nihênî çêdike û her kes bixwaze vegere kelûpelan jê re amade dike ku pêk tên ji eqîbe, metare, qeme, plêtên seyareyê, peyva nihênî û her daxwaziyeke wan a din hebe, bi vî awayî li Tehranê dişandin Rezayê û ji wir jî bo ser sînor.

 Ev prose berdewam dibe, heta sala 1979an piştî kudetaya Şoreşa Îslamî vedigere bajarên Kurdî yên Rojhilat û kar ji bo rêkxistina Kongreya 9 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê dikin.

Di sala 1981an de vedigere ser sînor û rû li çiyayên Kurdistanê dike. Di sala 1982an de Mela Xerîbê birayê wî ku fermandeyê hêz dibe koça dawî dike û Kako li şûna wî tê kirin fermandeyê hêz. Di sala 1983an de hêza xwe dibe û diçe gundê Lêwje, dibîne pêgeheke girîng heye li bilindahiyên çiyayê Qendîlê û pişta hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi pêwîst dizane biçe wir, di rêkefta 13ê Tebaxa 1983an de hêzeke zêde ya dijmin bi çavsahiya xelkê deverê tên ser baregeha wan û tûşî şerekî dest û yexeyî yê giran dibin ku hêza wî pêk hatibûn ji 20 Pêşmergeyên hêza wî û 8 Pêşmergeyên lîqa Zaxo, piştî çend saetan di şerkirinê de Kako Şehîd dibe û bandoreke zêde li ser temamê hêza wî dike û Serdarê kurê wî namîne heta li tenişta Şehîd Kakoyê bavê xwe Şehîd dibe, paşê her yek ji Kemal, Cemal, Qadir, Mamend Şehîd dibin. Paşê hêza 8 kesî ya lîqa Zaxo dikevin boseya dijmin û her 8 kes bi zindî tên gulebarankirin.

Dijmin termê Şehîd Kako bi pişta wî ve li darekê girê didin û bi kendekî bilind de şor dikin, wê demê çend nasên wî diçin termê wî li heman cihî bi xakê dispêrin û di sala 1993an de kurekî wî bi navê Salar diçe û termê wî û Pêşmergeyên Şehîd ên din tîne. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.