Enwer Şêx Mihemed Tahir kurê Mela Ebdulrehman Mayî berniyas bi Enwer Mayî, helbestvan û dîrokzan û rojnamevan û siyasetmedarê mezin, sala 1946 bi nihênî çû devera Doskî heta ku peywendiyê bi Barzaniyê nemir bike, sala 1941 bi rêya hevalê wî Reşîd Alî El-Geylanî bû karmend li Rêveberiya (Temwîn) li Amêdiyê, piştî hatiye veguhastin bo Rêveberiya (Temwîn) li Şêxan li sala 1945 wêrê bi cih hêla piştî hatiye agehdar kirin ku dê bê girtin ji ber peywendiya wî ya nihênî bi Mela Mistefa Barzanî ve, li êvara şemiyê li 22yê hezîrana 1963yê li Spineyê hat şehîd kirin.

Jiyanname

Şehîd Enwer Şêx Mihemed Tahir kurê Mela Ebdulrehman Mayî, sala 1913 li gundê Mayê devera Berwariya ser bi qezaya Amêdiyê hatiye ser dinyayê, ji binyateke kurdperwer û dindar û xwedênas bûne, ku rêya Neqşebendî peyrew kiriye, jiyê wî sê sal bûye wextê babê wî koça dawî dike, dayika wî Helîme keça Seyid Salih Çemseydî bi xwedan dike û dişîne Bamernê bo xwendina seretayî, li sala 1936 pêdiviyên wergirtina bawernameya zanistî di warê zanistên ayinî de wergirtiye ser destê Şukrî Efendî muftiyê Amêdiyê, sala 1938 li taqîkirina (Wezareta Me'arif) derçû heta ku bibe mamostayê zimanê erebî, ku pirtir ji sed kesan beşdar bibûn bes sê kes hatine hilbijartin, sala 1939 bû mamosta li gundê Lişêrwana Mezin ser bi nahiyeya Mêrgesor, paşan bo gundê Barzan li sala (1940-1941), sala 1941 bi rêya hevalê wî Reşîd Alî El-Geylanî bû karmend li Rêveberiya (Temwîn) li Amêdiyê, piştî hatiye veguhastin bo Rêveberiya (Temwîn) li Şêxan li sala 1945 wêrê bi cih hêla piştî hatiye agehdar kirin ku dê bê girtin ji ber peywendiya wî ya nihênî bi Mela Mistefa Barzanî ve. Sala 1958 hat hilbijartin di yekem desteya Yekîtiya Rewşenbîrên Îraqê de û bû yek ji endamên Sendîkaya Rojnamevanan. li 22yê hezîrana 1963yê li Spineyê hat şehîd kirin.

Xebatname

 Şehîd Enwer Mayî endamê çalak bû li partiya (Hîwa) û berî hingê peywendî digel komela (El-Îstiqlal - Xoybûn) sala (1927-1932) hebû zêdebariya peywendiyeke baş digel binyata Bedirxaniyan, sala 1946 bi nihênî çû devera Doskî heta ku peywendiyê bi Barzaniyê nemir bike li Îranê lê li wêrê hat desteserkirin û ta sala 1948 li girtîxaneya Mûsilê ma, li sala 1958 piştî şoreşa (Şoreşa Tîrmehê) bi nûneratiya partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê digel şandekî diçin layê Ebdulkerîm Qasimî, sala 1959 şandekê Îraqê hat hilbijartin ji çar kesan ku şehîd Enwer Mayî yek ji wan bû, seredana welatê Çînê û paşan Yekîtiya Sovyetê dike û bi cilên kurdî wêne heye digel serokê wî wextî Mawtse Tûng. 

Li sala 1961 bi fermana Barzaniyê nemir berê şerî li Xaneqînê werdigire û piştî salekê her ji aliyê Barzaniyê nemir hat veguhastin ji bo alîkariya Es'ed Xoşewî li devera Behdînan.

Hinek kar û çalakiyên edebî yên şehîd Enwer Mayî:

- Pirtûka El-Ekrad fî Behdînan - Mujdeha Roj - Muhadere 'en Kurd fî El-Sîn (El-Firdews El-Mechûl) ku nehatiye çapkirin.

Çendîn hozan û nivîsîn di kovar û rojnameyên cuda cuda de wekî:-

- Kovara (Ronahî) ya Bedirxaniyan 1934

- Kovara (Gelawêj) Elaeddîn Secadî 1941

- Kovara (Hetaw) ya Mukriyan salên pênciyan

- Kovara (El-Seqafet El-Cedîde) 1958

- Rojnama (Seday El-Rewafid) li Mûsilê

- Rojnama (Xebat)

- Rojnama (El-Zeman) 1959

- Rojnama (El-Bilad) Refaîl Betî 1959

- Rojnama (Ronahî) Hafiz El-Qazî (1960-1961)

- Rojnama (El-Şe'b) li welatê Çînê 1959

- Rojnama (Pravda) li welatê Sovyeta caran 1959

- Rojnama (Rastî - El-Heqîqe) (1959-1960)

- Rojnama (Pêşketin - El-Teqedum)

- Rojnama (El-Re'y El-'Am) 1959

- Rojnama (Fetay El-Îraq) li Mûsilê

- Rojnama (Nesîr El-Heq) li Mûsilê

- Rojnama (El-Raye) li Mûsilê ..

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.