Derwêş Yûsif Reşîd Nimet Sindî naskirî bi (Erîf Derwêş), sala 1930 li gundê Avgenî li devera Zaxoya parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, xêzandar bûye, piştî neskoya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de, Erîf Derwêş rû dike bajarê Neẍede li Rojhilatê Kurdistanê, ji wir ve hatiye veguhastin bo bajarê Kermanê,

dema deh salan di artêşa Îraqê de serbaz bûye, sala 1961ê dema serok Mistefa Barzanî çûye bo devera Badînan, navbirî artêşa Îraqê cî hiştiye û peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) kiriye, di bihara 1962an de beşdarî şerê Gelê Spî û şerê Eynzalê di payîza heman salê de kiriye, sala 1963 şerê çiyayê Metînayê kiriye.

Piştî rêkevtina 11ê adara 1970yî, navbirî hatiye kirin fermandeyê batalyona 4ê ya pasewanên sînor li devera Zaxo, sala 1974 hatiye kirin fermandeyê batalyona 1ê ya Zaxo û li gel Îsa Siwar bûye, li bajarê Kermanê berpirsiyarê karûbarên partî bûye, sala 1979 bi raspardeya Esed Xoşewî vegeriyaye bo bajarê Ûrmiyê û bi fermandeyiya 111 pêşmergeyan li gel Reîs Hesen, Azad Berwarî, Yûsif Rojbeyanî, Qadir Qadir, Mihemed Mela Qadir, çûye bo Qesrî Şîrîn û beşdarî du şeran kiriye û heta sala 1980yî li wir maye. Dûre hatiye kirin fermandeyê hêza 21ê ya ser bi Mekteb Siyasî ya Partî û erka parêzgarîkirina radyoya Dengê Kurdistanê jê re hatiye spartin, sala 1983 hatiye veguhastin bo çiyayê Qendîl û beşdarî şerê çiyayê Qendîlê kiriye û di wî şerî de di 15ê tebaxa 1983an de kurekî wî bi navê Îbrahîm Derwêş Şehîd bûne, sala 1988 beşdarî Dastana Xwakurkê kiriye.

Piştî raperîna sala 1991ê, Erîf Derwêş vegeriyaye bo Başûrê Kurdistanê, sala 2008 erka fermandeyê hêzê jê re hatiye spartin, dûre bi pileya eqîd malinşîn bûye, navbirî ji bilî kurê xwe, du birazayên wî bi navên Silêman û Tehlû sala 1997an li çiyayê Şeranişê Şehîd bûne.   

Di 16ê tebaxa 1996an de yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema xizmetên wî ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn. 

Çavkanî: 

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.