Jînenîgarî

Es'ed Silêman Qadir, sala 1920 li gundê Dêzo ya ser bi nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî ligel Sebîa Ehmed pêk aniye, kurek û keçek bi navên Kurdo û Leyla hebûne. Herdu zimanên Kurdî û Rûsî zanîye. Sala 1961 li Serê Şehê li parêzgeha Duhokê Şehîd bûne.

Xebatname

Es'ed Silêman, di 23ê gulana 1947 hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949 ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Mistefa Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destpêbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Mistefa Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivskî kom bibin, lewma navbirî di meha mijdara 1951 diçe bajarê Vrivskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegeriyana jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959 û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di heman salê de li Serê Şehê li parêzgeha Duhokê Şehîd bûne.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  4. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla Zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
  5. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekem, berga duyem, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
  6. Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û Têkoşînên Rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  7. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  8. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Mistefa Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
  9. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  11. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîla Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).