Eyûb Mihemed Heme-Rehîm Nadir, sala 1951ê li bajarokê Tewêleyê yê ser bi nahyeya Biyareyê ji dayik bûye, rûniştvanê Tewêleyê bûye û mijûlî karê baxewaniyê bûye, asta xwendewariya wî derçûyê qonaxa seretayî bûye.
Şehîd Eyûb di destpêka temenê xwe yê ciwaniyê de bûye endam di rêxistinên rêxistina Tewêleyê ya ser bi navçeya Helebceyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, piştî maweyekî kêm yek ji kadroyên çalak ên deverê bûye.
Sala 1981ê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye, di Hêzên Hewraman ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bi fermandeyiya Nadir Hewramî bûye Pêşmerge, di heman demê de pileya endamê rêxistina Ebebêylê ya ser bi navçeya Helebceyê wergirtiye, sala 1983an beşdarî di şerê Ehmedawa de kiriye, di wî şerî de hêzeke mezin a serbaz û kirêgirtiyên (caş) rejîma Beis tê de beşdar bûn, êrîş kirine ser sengerên berevaniyê yên Hêzên Pêşmerge, di wê êrîşê de du Pêşmerge şehîd bûn, ew jî şehîd Encumen Mameyare û şehîd Reûf Hejîcî bûn. Piştî ku Eyûb Mihemed û Yûnis Ferec û Nacî Hemelêtîf û Hemey Mam-Elî û Remezan bi sedema temambûna çek û teqemenî û pêdiviyên şer, ji aliyê serbazên artêşa rejîmê ve hatine girtin û hatine veguhastin bo emniya bajarê Helebceyê, piştî çend rojan êşkencekirin, bi şêweyekî gelek hovane û nemirovane ku şewitandin û jêkirina endamên laşê wan bû, Eyûb Mihemed Heme-Rehîm şehîd dibe, piştî şehîdbûna wî termê wî radestî malbata wî nehatiye kirin, lewma yek ji wan şehîdan e ku gora wî ne diyar e.
Çavkanî:-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





