Jînenîgarî

Ezîz Maml Ezîz, di sala 1919an de li gundê Lêrebîr ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di encama Peymana Cezayîrê (paytextê welatê erebî yê Cezayîrê) ku bû sedema neskoya Şoreşa Eylûlê (1961-1975), rejîma Be's a Îraqê ji bo pêşîgirtina li serhildana nû ya şoreşa Kurd, di salên 1975-1980an de bi kûrahiya 15 kîlometreyan navçeyên avedan ên li ser sînorên Îran û Tirkiyeyê ji niştecihan vala kir û wekî navçeya emnî û tenê rêpêdayî ya serbazî (qedexe) hejmart û xelkê ku hatibûn valakirin li komelgehan ku di edebiyata Kurdî de wekî komelgehên zorê tên naskirin, bi cih kirin.

Di sala 1980an de li kampa zorê ya Diyanayê koça dawî kir û li wir hat veşartin. 

Xebatname

Di 22ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan a Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wekî dîlên şer muamele li gel wan hat kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayûlax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgeheke li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytextê Komara Azerbaycanê hatin veguhastin û di rêkefta 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çerçûk a nêzîkî Taşkenda paytextê Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navborî di meha mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî yê Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û beşdarî şeran bûye, sala 1980an li kampa zorê ya Diyanayê koça dawî kir û li wir hat veşartin.

Çavkanî:

1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991an de, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkirinên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z). 

11- Necef Qulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.