Piştî derbaskirina Barzanî ji Badînanê bo Soranê Hacî Resûl yek ji wan Pêşmergeyan bûye ku roja 11ê tîrmeha 1962an êrîşî keleha Rayetê kirine û hemû serbaz û çekdarên nava kelehê girtine. Dûre beşdarî şerên Benî Herîr, pirê Binkêlan û Kospê Spî li ser rêya Hamilton bûye. Heya sala 1975an Pêşmergeyê sînorê Balekayetiyê û parêzvanê Mekteba Siyasî bûye li gundê Nawpirdan.

Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê çûye gundê Kosretan û li wî gundî maye, sala 1977an ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi malbatî bo komelgeha Bestorê ya li navçeya Hewlêrê hatiye raguhastin, sala 1979an Îbrahîmê kurê Hacî li çiyayê Girtalanê yê gundê Kosretanê yê qezaya Çomanê Şehîd bûne, piştî şehîdbûna kurê xwe ligel sê kurên din û xizmên xwe roja 12ê nîsana 1979an bi rêya Şinê û Qasmerêşê xwe gihandiye Rojhilatê Kurdistanê û peywendî bi serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, xwe û kur û xizmên xwe peywendî bi rêzên hêza Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê kirine, li devera Balekayetiyê bi şêweyê mefrezeya gerok beşdarî Şoreşa Gulanê bûne.

Sala 1991an vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li devera Xoşnawetiyê beşdarî raperîna xelkê Kurdistanê bûye, heya temenê 85 saliyê berdewam di Pêşmergeyatiyê de, sala 1992an vegeriyaye gundê Kosretan li qezaya Çomanê heya koça dawî ya xwe li wir jiyana xwe derbas kiriye.

Di 16ê tebaxa 1996an de bi sedema wan xizmetên kirine di Yûbîla Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê Serok Barzanî ve medalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Di 12ê tîrmeha 2002an de koça dawî kiriye.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.